Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêj Ezîz Weysî di reklama şampoyekî marka Almanî de rol lîst û biryar e ku reklam meheke din di televîzyonan de derbikeve.
Derbarê mijarê de Ezîz Weysî ji Rûdawê re ragihand ku piştî destpêkirina reklaman dê ew marka şampoyê hawirdeyê Kurdistanê bibe.
Şîrketa Almanyeyê bi rêya nûnertiya xwe ya li Kerkûkê pêwendî ligel Weysî sazkirine û daxwaza reklamê jê kirine. Lê stranbêjê nevdar behsa pereyê ku ji reklamê werbigre, eşkere nekir.
Ezîz Weysî got, “Di reklamê de 2 keçên din jî rol digrin. Ez ji wan keçan daxwaz dikim ku vê şampoyê bikarbînin.”
Niha reklam di pêvajoya montajê de ye û tê gotin ku dê meha Cotmehê di televîzyonên kurdî û farisî de bê weşandin.
Stranbêj Ezîz Weysî beriya niha jî di reklama rûnê poran de rol girtibû. Herwiha di reklama projeyên şîrketa Adil Mutehîd de jî cîh girtibû. Lê Weysî dibêje, “karê şîrketa Adil Mutehîd ne reklam bû, karekî xêrxwazî bû.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse