Serokwezîrê Kanadayê ji ber reklamekê lêborîn ji Trump xwest

02-11-2025
RÛDAW
Nîşan Kanada Amerîka Reklam Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Kanadayê ragihand ku wî berê ji Serokê Herêma Ontariovê re gotibû ku reklama li dijî bacê belav neke ku bûbû sedema hêrsbûna Donald Trump û bidawîanîna dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re.

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney her wiha piştrast kir ku wî di şîveke li Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) de lêborîn ji Serokê Amerîkayê Donald Trump xwestiye.

Reklama televîzyonê ya Ontariovê bi anîna gotareke Serokê berê yê Amerîkayê Ronald Reagan rexne li bacên gumrikê yên Trump digirt.

Reklamê Trump hêrs kir û wî dawî li dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re anî û ragihand ku ew plan dike baca gumrikê ya li ser kelûpelên Kanadayê ji sedî 10 zêde bike.

Carney dema jê hat pirsîn ku bersiva Serokê Herêma Ontariovê Doug Ford çi bûye dema jê xwestiye reklamê belav neke, got:

"Baş e, we bi xwe dît ku encam çi bû. Ew ne tiştek bû ku min bikira."

Ford ser bi Partiya Parêzgaran a Populîst e lê Carney Lîberal e.

Erkê Ford ê serokatiya herêmê, wekî waliyê eyaleteke Amerîkayê ye.

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney anî ziman:

"Ez wekî serokwezîr berpirsê pêwendiya bi Serokê Amerîkayê re me.

Her wiha hikûmeta federal berpirsê pêwendiyên derve yên bi hikûmeta Amerîkayê re ye."

Ford ragihandibû ku Carney û birêvebirê ofîsa wî berî weşandinê reklam dîtibû.

Ford roja duşema borî reklam rawestand lê rê da ku di du lîstikên yekem ên Kupaya Cîhanî ya Beyzbolê de were nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst