Helly Luv ligel stranbêjekî Alman klîbek hevbeş çêkir

19-12-2018
RÛDAW
Klîba Helly Luv û Ardian Bujupi li ser Rûdawê belav bû
Klîba Helly Luv û Ardian Bujupi li ser Rûdawê belav bû
Nîşan Helly Luv Ardian Bujupi Guns and Roses
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Kurd Helly Luv ligel stranbêje Alman ê bi navê Ardian Bujupi video klîbek amade kirine.

 

Klîba Helly Luv a ku ligel Ardian Bujubi amade kiriye li ser televîzyona Rûdawê belav bû.


Tîmeke Alman dîmenên klîba GUNS & ROSES (Çek û Gul) li Dubey tomar kir.


Ardian Bujubi derbarê xwe û peywendiyên ligel Kurdan de ji Rûdawê re wiha got: “Ez li başûrê Almanyayê ligel Kurdan mezin bûm. Li vê derê hejmareke zêde ya Kurdan heye. Ez xwe gelek nêzîkî Kurdan dibînim. Ez ji Kosovoyê me û wek Kurdan heman pirsgirêkên me yên netewî hene. Wek tê zanîn Kosova berî 6 salan jî ne dewletek serbixwe bû. Têkoşîna me jî wek a Kurdan berdewam e. Tevahiya hevalên min Kurd in.”


Derbarê klîbê de jî Bujubi got: “Li Almanyayê ev 3-4 sal in hemû kes çîroka Helly Luv û çawa dest bi karê muzikê kiriye dizanin. Helly Luv li ser Instaframê ez şopandim û min jî piştre ew şopand. Her tim peywendiyên me hebûn. Mehsa straneke hevbeş dikir. Menejerên min çûn Kurdistanê û ligel menejerên Helly Luv hevdîtin kirin. Piştre ji bo pêkanîna vê projeyê me dest bi hevdîtinan kir. Encam jî bû ev berhem.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst