Helly Luv bi fîlma 'Min Ji Bîr Neke' tê: Hem derhêner hem lîstikvan e

22 demjimêr berê
RÛDAW
Helly Luv / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Helly Luv / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Helly Luv Min Ji Bîr Neke Don't Forget Me
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd Helly Luv, yekem ezmûna xwe ya derhênerî û senarîstiyê bi fîlma sînemayê ya bi navê "Min Ji Bîr Neke" (Don't Forget Me) radigihîne.

Yekem fragmana fîlmê hat belavkirin û tê payîn ku dawiya vê mehê bikeve sînemayan.

Li gel belavkirina fragmana fîlmê, hat diyarkirin ku çîrok ji bûyerên rasteqîn hatiye wergirtin.

Fîlm behsa çîroka karaktera "Baran"ê dike ku rojnamegereke Kurd-Amerîkî ye.

Baran di dema şerê DAIŞê de dikeve destê wê rêxistinê lê paşê bi komek jinên dîl re hewla rizgarkirin û gihîştina azadiyê dide.

Helly Luv rola sereke dilîze

Helly Luv di vê fîlmê de hem senarîst û derhêner e û hem jî wekî lîstikvana sereke rola Baranê dilîze.

Tê gotin ku fîlm dê 29ê vê mehê li sînemayan were nîşandan.

Di daxuyaniya derbarê fîlmê de wiha hat gotin:

"Berhem ji bo rêzgirtina li qehremaniya Hêzên Pêşmerge û qurbaniyan jin û keçên Kurd hatiye amadekirin ku bûne qurbaniyê destê DAIŞê û hîn jî çarenivîsa bi hezaran ji wan ne diyar e."

Budceya fîlmê 140 hezar dolar in

Fîlm di kategoriya akyisonê de ye, dema wê demjimêrek û 10 xulek e û budceya wê ya texmînkirî 140 hezar dolar e.

Li gel Helly Luvê, Arî Heme Seîd, Adil Kurdo, Dilinya Mihemedî û Herdî Selamî jî tê de dilîzin.

Ev ne yekem derketina Helly Luvê ya di cîhana sînemayê de ye, dê sala 2014an di fîlma "Merdan" a bi derhêneriya Betîn Qubadî û sala 2015an di fîlma "Ala Bê welat" (A Flag Without a Country) a bi derhêneriya Behmen Qubadî de rol wergirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst