Hewlêr (Rûdaw) – Gruba skeç û şanogerên kurd, bi hemahengiya Ronebî Folk Tyater li Swêdê hatiye damezarandin. Biryar e ev grub roja 26ê Sibatê li Almanyayê şanogeriyekî nimayiş bikin.
Şanogerê kurd Diyar omer derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand; “Me çend şanoyek bi şêwazê impro tyater, ku nîmayîşa raguzeriye amade kiriye. Di van şanoyan de derhêner, senaryo û di berî de amadekarî n3inin. Aktorên şanoyê bi piştgiriya temaşevanan şanoya xwe pêşkeş dikin.”
Diyar Omer da zanîn, ku salek beriya niha ligel komek hevalên xwe biryar dane grûbekî împomanda ava bikin û ev yek jî hizra şanoger Şivan Kerîm bûye. Herwiha wî bixwe endamên komê perwerde kirine.
Şanogerê kurd da zanîn ku di cîhanê de giringiyeke mezin didin vê curê şanoyê û got; “Mixabin me kurdan pir li ser piyan temaşeyê vê curê şanoyê kiriye yan jî zanyariyên me kêm in. Ev nimayîş ji hemû şêweyên din baştir e. jiber aktor bixwe nivîskar e, derhêner e. Vê şanoyê jî ligel temaşevanan amade dikin.”
Diyar Omer di sala 1977ê de li Hewlêrê ji dayik bûye û Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê bidawî kiriye. Omer di gelek şanoyan de lîstiye û derhênerî kiriye.
Şanogerê kurd li Swêdê jî xulên perwerdeya aktoran vekiriye û derhêneriyê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse