Dusseldorf - Hefteya borî, hikûmeta Brîtanyayê biryar da ku ewên ku mafê penaberiyê werdigirin, êdî nikarin daxwaza anîna malbatên xwe bikin.
Biryar demkî ye lê gelek kesên ku ji parçeyên Kurdistanê li Brîtanyayê ne û mafê penaberiyê wergirtine û hêj daxwaza anîna malbatên xwe nekirine, di bin bandora wê de dimînin. Kesên ku heta niha ew daxwaz kiribe, bila bêxem bin ji ber ku biryar wan li xwe nagire.
Ewên ku ne wekî penaber lê ji ber sedemên din mafê manê wergirtine, pêwîst e dahateke wan a salane hebe ku ji 29 hezar sterlînan ne kêmtir be. Her wiha, ewên ku tên divê îspat bikin ku heta astekê ji zimanê Îngilîzî fêm dikin.
Ji bo penaberan ev merc nebûn lê ji niha û pê ve ew jî bi van mercan dikarin malbatên xwe bînin.
Almanyayê jî berê de anîna malbatan ji bo penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rawestandibû. Lê Swêd wê narawestîne û dixwaze bi mercên nû berdewam bike. Berê, hikûmeta Swêdê komîteyek ava kiribû da ku li kil û kêmasiyên sîstema heyî bikole.
Rapora wê komîteyê ku hefteya borî derket, dê bibe bingeha siyaseta nû ya koçberiyê ya Swêdê. Li gorî raporê, ji niha û pê ve divê her kesê ku mafê manê yê demkî hebe, herî kêm du salan li Swêdê jiyabe, paşê bikaribe daxwaza anîna malbata xwe bike.
Her wiha, ew merc jî hatiye danîn ku divê kesê daxwazkar, ji bilî ku îspat bike ku dê mesrefên jiyana kesên ku tîne li ser wî bin û şiyana wî heye, divê îspat bike ku piştî bidawîbûna dema îqameya wan jî dikare debara wan bike.
Her wiha, dê îqameya zewacê jî wisa were kirin ku kes nikaribe daxwaza wê bike.
Ewên ku bixwazin zarokên xwe bînin jî, divê îspat bikin ku zarok ji aliyê biyolojîk ve yê wan e, ango nehatiye adoptekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse