Perwaz diçe Dubeyê

21-11-2016
RÛDAW
Nîşan Perwaz Husên Dubey Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jina hunermenda kurd û stêrka werza duwem a pêşbirka bernameya Ereb Idolê Perwaz Husên diyar kir ku di demekê nîzîk de dê ji bo konserekî here Dubeyê.

 

Perwaz Husên ji Rûdawê re ragihand ku dê ligel hevjînê xwe Goran Salih, jib o sazkirina konserekî herin Îmaratê.

 

Jina hunermenda kurd, piştî beşdarbûna pêşbirka deng a bernameya Ereb Idol, di nav welatên erebî de bû xwediyê navûndengek mezin.

 

Perwaz Husên herwiha got: “Bi berdewamî ji aliyê berhemêner û şîrketên erebî ve, bi taybet jî ji aliyê grûba MBC ve têm vexwendin. Pêwendiyên min li gel wan bi hêz in.”

 

Perwaz Husên da zanîn ku li Kurdistanê û welatên erebî çalakiyên xwe berdewam dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst