Hunermendê Kurd li 4 bajarên Japonyayê konser saz kirin

17-10-2023
Ferdî Sak
Hunermendê Krud Serdar Canan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hunermendê Krud Serdar Canan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serdar Canan Japonya Konser Hîroşîma Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Serdar Canan bi deng, tembûr û muzîka xwe ya taybet li 4 bajarên cûda yên Japonyayê çend konser saz kirin.

Hunermendê Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Serdar Canan ev zêdeyî hefteyekê ye li Japonyayê konseran li dar dixe.

Kurdên li Japonyayê û herwiha Japonan eleqeyeke zêde nîşanî konserî wî da û wan li ber stran û awazên Kurdî dîlan û govend gerandin. 

Serdar Canan derbarê armanca konserên xwe yên li Japonyayê û helwesta xelkê wî welatî ya li hemberî hunera Kurdî ji Rûdawê axivî.

“Ez dixwazim ji Kurdan zêdetir Japon guh bidin stranên min”

Hunermend Serdar Canan got “Me li Kyoto, Osaka û Hîroşîmayê çar konser pêk anîn.

Miletê Japon zêdetir hatibû konserê. Bi rastî jî ez dixwazim ji Kurdan zêdetir Japon guh bidin stranên min.

Ji ber ku Kurdên me yên li vê derê helbet guh didin stranên Kurdî û heta niha jî her Kurdewar in, Kurdperwer in û gelekî parastî ne.

Lê xaya min ew e ku ez zêdetir çanda Kurdî, muzîka Kurdî bigihînim Japonan.”

Canan di konserên xwe de ji dengbêjiyê bigire heta stranên gelêrî û stranên govendê bi gelek şêwazên cuda stran gotin.

Yek ji wan jî berhema hunermendê ji Başûrê Kurdistanê Hesen Şerîf a bi navê "Hîroşîma"yê bû.

“Ji bo me Kurdan taybetiyeke Hîroşîmayê heye”

Serdar Canan li ser strana Hîroşîmayê wiha axivî:

“Ji bo me Kurdan taybetiyeke Hîroşîmayê heye. Hunermendê hêja û mezin Hesen Şerîf berî çend salan strana Hîroşîmaya Kurdistanê gotibû.

Ev cara duyem e ku ez vê strana Hîroşîmayê dibêjim. Bi rastî ez gelekî pê şanaz im ku min ev stran bi dengê Hesen Şerîf got.

Ev stran ji bo qetlîama Helebceyê hatibû gotin. Li ser nêzikbûna wê wekî ku di stranê de jî dibêje Hîroşîma xwişka te ye.”

Li aliyê din, konserên Canan ên li Japonyayê bi piştgiriya Hunermenda Japonî Erika Oydayê hatin sazkirin.

Hunermend Serdar Canan dixwaze muzîka Kurdî bi hemû cîhanê bide naskirin.

Canan da zanîn ku li kîjan welatan derfet hebe ew amade ye here û deng û muzîka Kurdî bigihîne xelkê wan welatan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst