Biyaniyên li Kurdistanê jî di Newrozê de ji bo xwe cilên Kurdî didin dirûtin

22-03-2019
Mehdî Ferec
Mehdî Ferec
Li Duhokê terziyekî cilûbergên Kurdî dibêje ku niha gelek muşteriyên wî hene ku xelkê biyanî ne
Li Duhokê terziyekî cilûbergên Kurdî dibêje ku niha gelek muşteriyên wî hene ku xelkê biyanî ne
Nîşan Kurdistan Biyanî Cilûberg Kurdî
A+ A-

Duhok (Rûdaw)  - Li Başûrê Kurdistanê bi hatina cejna Newrozê, xelkê biyanî jî ji bo xwe cilûbergên Kurdî didin dirûtin. Li Duhokê terziyekî cilûbergên Kurdî dibêje ku niha gelek muşteriyên wî hene ku xelkê biyanî ne.

 

Evalina ku ji welatê Swêdê ye û Danial ku ji Almanyayê ye, ji bo kirîna cilûbergên Kurdî, li bazara Duhokê ne, ew ji bo xweamadekirina Newrozê hatine bazarê, daku li gel hevalên xwe yên Kurd Newrozê pîroz bikin.  

 

Evalina ji Rûdawê re ragihand: “Ez gelekî kêfxweş im, ku ez bi Kurdan re ahenga Newrozê pîroz bikim, min cilê Kurdî kiriye, ez gelekî kêfxweş dibim, eger ez vegerim Swêdê jî ez dê van cilan li xwe bikim, ez dê bi çend hevalên xwe yên Kurd re biçim seyranê, min bihîstiye, hûn wisa dikin.”

 

Danial jî şal û şapik daye dirûtin, wan plan danîne ku di rojên cejna Newrozê de biçin nav sirûşta Kurdistanê û demên xwe li nav hêşinahiya biharê biborînin. Danial ji cilûbergên Kurdî gelek hez kiriye.

 

Danial Zalmer diyar kir: “Belê min ev cilên Kurdî yên ciwan bi dest xistine, lê ev şala herî dirêj e ku min di jiyana xwe de li bejna xwe girêdaye, ez nizanim çawa ye, ew bi xwe kemerbend 90 cm heta metreyekê ye, lê ez çiqas li xwe digerînim, ez wisa hest dikim ku ez di nav de hatime girêdan, em dê di roja Newrozê de jî derkevin bi hinek hevalên xwe yên Kurd re, bêguman bi hevjîna xwe re jî.”

 

Kiras û fîstanên Evalina jî amade ne û divê li xwe bike, ew nêrîna hevjînê xwe werdigre ku ka çiqas lê hatiye, yekem car e ku Evalina cilûbergên Kurdî li xwe dike û gelek kêfxweş e.

 

Dijwar Ubeyd ku terziyê cilûbergên Kurdî ye, dibêje ku biyanî jî ji cilûbergên Kurdî hez dikin, niha gelek muşteriyên wî hene ku xelkê biyanî ne.

 

Cilên Kurdî beşek ji çanda Kurdan e û her sal çendîn reng û modelên nû dikevin nav bazarê û li aheng û seyran û helkeftan zêdetir têne dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst