Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê, dewriyeyeke Ewlehiya Giştî roja Înê bi awayekî keyfî pênc ciwanên Kurd desteser kirin.
Bûyer li nêzî navenda Syriatelê ya li taxa Mezzeh El-Cebel qewimî û sedema girtina wan tenê axaftina bi Kurdî bû.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), ev pênc ciwanên ku ji gundên Efrînê ne, li cihekî giştî bi zimanê xwe yê dayîkê Kurdî diaxivîn.
Di wê demê de efserekî ewlehiyê nêzîkî wan dibe û ji wan dipirse: "Hûn Kurd in?"
Piştî ku ciwanan bi "erê" bersiv da, di cih de dewriyeyeke çekdar gihîşt cihê bûyerê, ew girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
SOHRê ragihand ku hatiye piştraskirin ku yekîneyeke ewlehiya giştî ya Şamê ew pênc ciwanên Kurd ji ber axaftina bi zimanê Kurdî girtine.
Heta niha, ev pênc ciwan di binçavkirina keyfî de ne û derbarê çarenivîs û cihê wan de ti agahî nehatine bidestxistin.
Ev bûyer metirsiyên li ser rewşa Kurdan ên li Şamê û li seranserê Sûriyeyê careke din tîne rojevê ku tenê ji ber bikaranîna zimanê xwe yê dayikê rastî zext û zordariyê tên.
Bûyerên bi vî rengî yên girtina Kurdan li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de dem bi dem rû didin û ev yek dibe sedema nerazîbûna gel û rêxistinên mafên mirovan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse