Miryam Faris: Ez ji gelê Kurd pir hez dikim

22-05-2017
RÛDAW
Miryam Faris
Miryam Faris
Nîşan Stranbêja Lubnanî Miryam Faris Kurd
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Strabêja stêrka ereb a lubnanî, Miryam Faris (Myriam Fares) dibêje, ew gelek ji gelê Kurd hez dike û her ji ber wê jî strana Kurdî xwandiye.

 

Miryarm Faris ku yek ji stranbêjên navdarên erebî ye, bi mebesta sazkirina konsêrtekê serdana bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Li gorî agahiyan, biryar e konsêrta Miryam Faris li Hotel Grand Millenium (Hotel Şarî Cuwan) a Silêmaniyê were lidarxistin.

 

Miryam Faris di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Ev duyemîn car e ku serdana Kurdistanê dikim, bi rastî her carê ez tiştek ciyawaz dibînim. Ez pir ji gelê Kurd hez dikim, bêguman zimanê Kurdî jî gelek nazik û şîrîn e. Min hewl da ku çend stranan bi zimanê Kurdî bêjim û xelkê jî gelek ji wan stranan hez kir.”


Faris herwiha got, ku dê ji bo demekê li Silêmaniyê bimîne û destnîşan kir, ku ew hez dike li bazarên Silêmaniyê bigere û li xwaringehên vî bajarê Kurdistanê xwarinê bixwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst