Elîf Şafak: DAIŞê bîra civakî û nasnameya Êzidiyan jî qetil kirin

23-05-2025
Idris Okuduci
Nîşan Elîf Şafak London Brîtanya Komkujiya Êzidiyan Komkujiya Şingalê
A+ A-

London (Rûdaw) – Nivîskara naskirî a Tirk Elîf Şafakê got, "DAIŞê bîra civakî û nasnameya Êzidiyan jî qetil kirin."

Nivîskara Tirk Elîf Şafakê li Londonê paytexta Brîtanyayê di panelekê de axivî.

Panel ji aliyê Navenda Lêkolînên Tirkiyeyê (Ceftus) ve li Parlamentoya Brîtanyayê hat lidarxistin.

Elîf Şafakê behsa romana xwe ya dawî û yek ji lehenga sereke ya romana xwe kir ku bi navê Narîn e.

Şafakê ragihand ku berî ku romana xwe ya bi navê "Li Ezmên Çem Hene" binivîse, wê gelek hewl daye û lêkolîn kiriye da ku serpêhatiya Kurdên Êzidiyên yên ku sala 2014an rastî komkujiya DAIŞê hatine bibihîze.

Şafakê behsa romana xwe kir û got,"Di romana min de keçeke bi navê Narîn heye, ew keçeke Êzidî ye ku li Tirkiyeyê dijî û mixabin di sala 2014an de, dema ku DAIŞê li dijî pêkhateya Êzidî dest bi komkujiyê kir, wê bi dapîra re xwe re berê xwe da Îraqê."

Elîf Şafakê anî ziman ku di dîrokê de Êzidî yek ji wan pêkhateyan e ku herî xirab hatine gunehbarkirin, şaş hatine fêmkirin û zordarî li wan hatiye kirin.

Nivîskar Şafakê destnîşan kir ku Êzidî gelek caran behsa 72 komkujiyên li hemberî xwe dikin û wê ew yek ji wan bihîstiye.

Elîf Şafakê bal kişand ser wê yekê ku li cem Êzidiyan edebiyata devkî berevajî ya nivîskî xurttir e.

“Eger hûn bîra civakê bikujin, hûn dê nasnameya civakê bikujin”

Nivîskar Elîf Şafakê behsa komkujiya Kurdên Êzidî jî kir û got:

"DAIŞê êrişa xwe ya yekem a li ser Êzidiyan bi jehrkirina avê dest pê kir. Paşê hemû mirovên bi temen ên civakê kuştin.

Ger hûn nifşê mezintir bikujin, hûn dê bîra civakî bikujin, eger hûn bîra civakî bikujin, hûn dê nasnameya civakî bikujin.

Hingê wan mêrên bêparastin kuştin. Jin û zarok revandin. Ji ber vê yekê min gelek hevpeyvîn bi çalakvanên mafên mirovan û malbatan re kirin û gelek tişt hîn bûm.

Ev yek jî tê wê wateya ku hûn dikarin tiştê ku hûn dixwazin bi başî fêr bibin.  

Ji wê kêliyê pê ve hîsa we rêberê we ye. Xeyala we rêberê we ye û karakterên we dê bibin rêberê we."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst