Zarokeke 10 salî payîzokan dibêje

24-08-2021
RÛDAW
Sorxwîn Sedûn a 10 salî bi dengê xwe rih da berhema herî dayî ya Mehmûd Berazî
Sorxwîn Sedûn a 10 salî bi dengê xwe rih da berhema herî dayî ya Mehmûd Berazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokeke 10 salî ya bi navê Sorxwîn Sedûn stirandina payîzokan li ser medyaya civakî di heyama çend rojan de deng veda.

Sorxwîn Sedûn ku ji Dêrîka Rojavayê Kurdistanê ye bi dengê xwe rih da berhama herî dawî ya Mehmûd Berazî “Peyizok”.

Ev berhem weke klîp hat belavkirin, ku Şêro Hindê derhêneriya wê  kiriye,  li ser medyaya civakî dengvedaneke mezin ligel xwe anî.

Xelkê herêma koçera û bi taybetî xelkê gundê Besta Sûsê, Sêgira, Siwêdî di klîpê de beşdar bûne. Ev klîp berhemeke Productiona Pargîn e.

Bavê Sorxwîn Sedûn, Xalid Sedûn jî dibêje ku ew bi dengê keça xwe gelekî kêfxweş û serbilind e.

Payîzok, navê meqamekî dengbêjiyê li herêma Botan û Colemêrgê ye. Ev meqam di rewşên asayî de bêyî alavên muzîkê tê gotin. Di şêwaza gotinê de tişta balkêştirîn pêlpêlkirina deng di gewriyê de ye. Gelek stran û klamên dîrokî bi vê miqamê hatine gotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst