Hewlêr (Rûdaw) - Nexşerêya veguhastina cenazeyê helbestvanê Kurd ê navdar Ehmed Huseynî yê ku li Swêdê koça dawî kiribû eşkere bû.
Cenazeyê Ehmed Huseynî dê ewil bibin Amedê û piştî merasîmekê derbasî Başûrê Kurdistanê bikin, ji wir jî dê ber bi bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ve veguhêzin.
Hunermend Armanc ji Rûdawê derbarê kar û barên veguhastina cenazeyê helbestvan Ehmed Huseynî agahiyên nû parve kirin.
Ji Stockholmê ber bi Amedê ve
Li gorî agahiyên ku Hunermend Armanc dane, cenazeyê Ehmed Huseynî îşev bi dema Swêdê saet 11:00an dibine Balafirgeha Arlandayê ya Stockholmê.
Biryar e sibe saet 01:00ê sibehê balafir ji Stockholmê ber bi Bakurê Kurdistanê ve bifire.
Termê Ehmed Huseynî dê derengiya şeva pêncşemê bigihêje bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê.
Merasîma li Amedê
Li gorî daxuyaniya ku ji bo merasîma oxirkirinê hatiye belavkirin, dê ji bo Ehmed Huseynî li Amedê merasîmeke mezin were lidarxistin.
Merasîm dê 27ê Adarê saet 11:00an li navenda ÇandAmedê were lidarxistin.
Di daxuyaniyê de Ehmed Huseynî wekî "Şêxê Helbestê" hatiye binavkirin û bangî dildarên wêjeya Kurdî hatiye kirin ku beşdarî xatirxwestina wî bibin.
Piştî qedandina merasîm û kar û barên li Amedê, biryar hatiye dayîn ku roja şemiyê cenazeyê Ehmed Huseynî ber bi Başûrê Kurdistanê ve were veguhastin da ku ji vir ber bi Amûdê ve were şandin û li wir were veşartin.
Ehmed Huseynî kî ye?
Helbestvanê Kurd ê navdar Ehmed Huseynî 10ê Adarê li Stockholma paytexta Swêdê di 71 saliya xwe de koça dawî kir.
Ehmed Huseynî ev 3 sal bûn ku li dijî nexweşiya penceşêra pişikê li ber xwe dida.
Ehmed Huseynî sala 1955an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû.
Wî qonaxên xwendina seretayî, navendî û amadehiyê li bajarê Amûdê qedandin.
Paşê wî berê xwe da Şamê û li Zanîngeha Şamê beşa felsefeyê xwend.
Lê belê di dema desthilata Beasê de rê nehat dayîn ku ew bi dîplomaya xwe bixebite.
Ew neçar ma ku karên din bike û wekî gelek ciwanên Kurdên berê xwe da koçberiyê.
#VÎDEO - Cenazeyê Ehmed Huseynî dişînin Amedê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 25, 2026
💢 Li Amedê dê ji bo helbestvan Ehmed Huseynî merasîmek were lidarxistin
📹 Ji Rûdawê re hat şandin pic.twitter.com/Xjjst1SU49
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse