Seher Dilovan: Min xwest bi kurdî bistirêm TRT’ê ambargo danî ser min

25-05-2013
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-
Amed – Hunermenda kurd Seher Dilovan ku li Tirkiyeyê bi stranên tirkî tê naskirin, diyar kir wê carekî xwestiye bi kurdî bistirê lê ji ber vê daxwaza wê TRT’ê 2 salan amargo daniye ser wê. 

Li Amedê civîna jinên oldar ên tirk hate lidarxistin. Di civînê de pirsgirêka kurd, pirsgirêka kêmaran û nêzikahiya dewletê ya li kurdan û pirsgirêka kurd hate nirxandin. Armanca civînê xurtkirina pêvajoya aştiyê bû. Hunermend Seher Dilovan, hevjîna Ahmet Kaya Gultan Kaya û ji derdora Mazlum-Derê jî hin jin tevli civînê bûn û axaftin kirin. 

Hin jinên oldar ên tirk di axaftinên xwe de PKK’ê weke terorîst bi nav kirin. Li ser vê yekê di serî de Seher Dilovan jinên kurd ên di salonê de li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan û gotin bi vê helwesta aştî nikare pêk bê. Gultan Kaya jî destnîşan kir heta zimanê aştiyê bi ser nekeve pêvajoya aştiyê jî bi ser nakeve û divê hemû kes di serî de zimanê xwe nerm bikin. 

Seher Dilovan jî di panelê de axaftinek kir. Dilovan, bal kişand ew hem weke jin,hem weke kurd û hem jî weke elewî li vî welatî rastê zilmê hatiye û xwest li Tirkiyeyê li ser bingeha wekheviyê aştiyek pêk bê. Seher Dilovan, xwest bi zimanê kurdî perwerdehî bê dayîn û pergala Swîsreyê ya 3 zimanên fermî jî weke mînak nîşan da. 

Dilovan, di axaftina xwe de bêylî ku nav bide bi bîr xist PKK ji ber zilm û zordariya li girtîgehan derketiye holê. Hunermend Seher Dilovan got li Tirkiyeyê ziman, çand û hebûna kurdan hatiye înkarkirin û bişavtina li ser kurdan jî weke tevkujî bi nav kir. Dilovan wiha axivî: “Ji ber vê zilmê kadroyên di zindanan de gihiştin wê baweriyê ku êdî têkoşîn bi riyên sivîl nabe û biryara têkoşîna çekdarî dan.” Dilovan, destnîşan kir di sala 1999’an de ji ber ku xwestiye bi kurdî bistirê TRT’ê 2 salan ambargo daniye ser wê û ew tevli bernameyên şahiyê nekiriye. 

Karsaza jin Nevîn Îl jî derbarê birêveçûna civînê de ji Rûdawê re axivî. Nevîn Îl diyar kir hêj jinên tirk tehamûla têkoşîna kurdan nakin û ev tişt gotin: “Ji PKK’ê re dibêjin terorîst. Wê çaxê ez terorîst ez im. Ew ne terorîst in. Wan di oxira çareseriya pirsgirêka kurd de canê xwe dane. Heta ew ji me re bibêjin terorîst ev pirsgirêk çareser nabe. Bi vî zimanî ne aştî û ne jî biratî pêk tê.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst