Duhok (Rûdaw) – Îro pêncşemê şeşemîn roja Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê ye, ku têde 19 kurtefîlm têne nimayîşkirin, ku 16 ji wan rikeberiyê li ser bidestxistina xelata baştirîn kurtefîlma cîhanî û Kurdî dikin, ligel nimayîşkirina 11 fîlmên din.
Heta roja pêncan a festîvalê, rojane 2-3 fîlm li hola konferansê hatin nimayîşkirin ligel birêveçûna panelek, lê belê îro pêncşemê 25-10-2018 tenê panelek li hola konferansê li ser rola Kurdan li klasîka sînemaya Ermenî birêve çû.
Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî dibêje ku di çalakiyên şeşemîn roja festîvalê de biryar e îro li holên sînemayê 16 kurtefîlm werin nimayîşkirin, 10 kurtefîlmên Kurdî û cîhanî li ser bidestxistina xelata baştirîn kurtefîlma cîhanî rikeberiyê dikin, herwiha 6 kurtefîlm jî rikeberiyê li ser bidestxistina xelata baştirîn fîlma Kurdî dikin.
Peyamnêrê me herwiha diyar kir, ku li derveyî pêşbaziyê çend kurtefîlmên din jî hene û bi giştî îro li her sê holên sînemayê 19 kurtefîlm û 11 fîlmên din têne nimayîşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse