Hewlêr (Rûdaw) - Kurtefîlma bi navê "Dij No" ku behsa çîrokên jibîrkirî yên kîmyabarana Nodşeya Rojhilatê Kurdistanê dike, qonaxa dîmengirtinê xelas kir û niha di qonaxên dawî yên montaj û amadekirinê de ye.
Derhênerê Kurd ê ciwan Sîna Weledbegî derbarê fîlmê xwe de ji Rûdawê re ragihand ku çîroka fîlmê piştî sê salan lêkolînên meydanî û guftûgoyên bi birîndarên karesatê re hatiye nivîsandin.
Weledbegî diyar kir ku fîlm hewl dide aliyê mirovî yê vê karesatê yê ku bi salan e hatiye paşguhkirin nîşanî cîhanê bide.
Karesata 17ê Adarê
17ê Adara 1988an, tenê piştî kîmyabarana Helebceyê bi rojekê, bajarê Nodşeyê yê li herêma Paweya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê balafirên Îraqê ve hat kîmyabaran kirin.
Di wê êrişê de gelek bombeyên kîmyawî li malên sivîlan û navenda tenduristiyê ya bajêr ketin.
Di encama wê karesatê de zêdetirî 18 kesan şehîd ketin û zêdetirî 100 kesî jî bi gaza jehrawî birîndar bûn.
Sîna Weledbegî destnîşan kir ku ji ber ku ev bûyer di heman dema karesata mezin a Helebceyê de qewimiye, wekî ku pêwîst e girîngî bi dîroka kîmyabarana Nodşeyê nehatiye dayîn.
Derhêner derbarê navê fîlmê de jî da zanîn ku "Dij No" navê kevn ê bajarê Nodşeyê ye û wî xwestiye bi zimanê sînemayê wê dîrokê ducare vebêje.

Sîna Weledbegî kî ye?
Derhêner Sîna Weledbegî, derçûyê Şaxa Kirmaşanê ya Encumena Sînemaya Ciwanan a Îranê ye.
Wî berê di fîlmên wekî "Bûkebarane" û "Şanoyê Nemanê" de rol girtiye û di gelek projeyên din de wekî alîkarê derhêner û birêvebirê berhemê xebitiye.
Wênegirtina fîlma "Dij No" 7 rojan ajotiye û li bajarên Pawe û Nodşeyê hatiye girtin.
Tîma fîlmê armanc dike ku bi rêya vê berhemê, çîroka bi dehan qurbaniyên karesatê bigihîne festîvalên cîhanî û bala civaka navneteweyî bikişîne ser wê komkujiyê.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse