Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist.
Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî de didome.
Vê carê behreyên Dilvîn Filîtê yên muzîkê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê hatin nirxandin.
Dilvîn Filîta 15 salî ya ji bajarê Almatayê yê Qazaxistanê beşdarî pêşbirka navneteweyî ya bi navê New York International Competition for Performing Artsê bû.
Ev pêşbirk 22yê Adarê bi beşdariya bi sedan muzîkjenên ji hemû cîhanê hat lidarxistin.
Dilvîn Filîtê di vê pêşbirkê de xelatek wergirt.
Ev xelat di kariyera wê ya hunerî de bû gaveke nû û girîng.
Ji biçûkatiya xwe ve bi muzîkê re ye
Dilvîn Filît li Almatayê di malbateke Kurd a rewşenbîr de ji dayîk bûye.
Wê bi piştgiriya dê û bavê xwe ji zaroktiya xwe ve jêhatîbûna xwe ya muzîkê nîşan daye.
Dilvînê heta niha di pêşbirkên cuda yên navneteweyî de gelek xelat bi dest xistine.
Wê di Grand Music Festivalê de xelata pileya yekem wergirtiye û her wiha wê di beşa kemanê de Xelata Mezin (Grand Prix) standiye.
Dilvînê di pêşbirkên Magic Melodies û Instrumental Artê de jî xelat bi dest xistine.
Li Kurdistanê jî tê naskirin
Dilvîn di nav Kurdên welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê de gelekî tê hezkirin.
Çalakiyên çandî yên Kurdan bi piranî bi beşdariya wê tên sazkirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê jî gelek caran qala performans û çîroka wê kiriye û bi vî awayî Dilvîn li Kurdistanê jî hat naskirin.
Ev serkeftina wê ya nû ya li New Yorkê nîşan dide ku Dilvîn Filît êdî li cîhanê jî tê naskirin.
Ew ne tenê wekî hunermendeke ciwan a Kurd, her wiha wekî xwendekareke jêhatî ya dibistana muzîkê ya Qazaxistanê jî navê xwe li cîhanê belav dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse