Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û helbestvana Kurd Dr. Nezend Begîxanî, dê nîvê vê mehê bi 3 pirtûkên cuda beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Parîsê bibe.
Ev pêşangeh wekî yek ji mezintirîn rûdanên çandî yên Fransayê tê dîtin.
Li gorî agahiyan, beşdarbûna Nezend Begîxaniyê bi hevkariya Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Fransayê ye.
Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Parîsê ev çend sal in di çarçoveya pêşangehê de giringiyê dide wan nivîskar û helbestvanên Kurd ên ku berhemên xwe bi zimanê Fransî belav dikin.
Nezend Begîxanî ya ku li Parîsê wekî mamostaya zanîngehê dixebite, dê bi van sê berheman beşdar bibe:
- Dohiya Sibê (Le Lendemain d’Hier): Ev pirtûk ewil sala 2013an hate çapkirin. Ji ber giringiya wê, sala 2022yan ji aliyê "Rêxistina Civaka Helbestvanên Fransî" ve ducare hate çapkirin.
- Rengê Xolê (Couleur de Sable): Berhemeke hevbeş a Nezend Begîxanî û helbestvan Dilawer Qeredaxî ye. Şukir Bayîz ew wergerandiye û sala 2011an ji aliyê Dezgeha Harmattanê ve hatiye belavkirin.
- Jin, Jiyan, Azadî (Jîna-Bendan: Femme Vie Liberté): Ev berhema wê ya herî nû ye ku sala 2023yan derketiye.
- Di pirtûkê de berhemên komek helbestvanên Fransayî yên li ser tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" û Jîna Emîniyê hene.
Dr. Nezend Begîxanî û Nicole Barriereyê serperştiya amadekirina wê berhemê kirine.
Nezend Begîxanî ji bajarê Koyeyê ye û ji sala 1987an ve li derveyî welat dijî.
Ew xwediya çend dîwanên helbestan û lêkolînên akademîk e ku bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Fransî hatine nivîsandin.
Wê di karwana xwe ya wêjeyî de, li Kurdistan, Brîtanya û Fransayê gelek xelatên rêzlêgirtinê wergirtine.
Pêşangeha Pirtûkan a Parîsê dê 3 rojan bidome. Pêşanfeh dê 17ê Nîsanê desst pê bike. Dr. Nezend Begîxanî dê 17ê Nîsanê li cihê pêşangehê pirtûkên xwe bide naskirin û ji bo xwîneran îmze bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse