Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobaniyê dest bi wergirtina fîlman dike.
Birêvebirê Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobaniyê Cango Şerîf ji Rûdawê re ragihand ku amadekariyên ji bo lidarxistina gera 7an a festîvalê dest pê kir.
Festîvala ku ji sala 2020an ve li Almanyayê tê lidarxistin, îsal jî bi coşeke mezin amadekariyên xwe dike.
Festîval dê di demeke nêzîk de deriyê wergirtina fîlman veke.
Rêzgirtinek ji bo Yilmaz Guney
Cango Şerîf da zanîn ku wergirtina fîlman ji bo gera 7an dê 1ê Nîsanê dest pê bike.
Ev dîrok wekî rêzgirtinekê ji bo roja jidayîkbûna derhênerê navdar Yilmaz Guney hatiye diyarkirin.
Pêvajoya wergirtina fîlman dê heta meha Îlonê bidome.
Merasîma xelatdayînê jî dê 9ê Îlonê, di salvegera koça dawî ya Yilmaz Guney de were lidarxistin.
Her wiha Cango Şerîf eşkere kir ku îro komîteyên festîvalê civiya.
Sedan fîlm ji seranserê cîhanê beşdar dibin
Birêvebirê festîvalê diyar kir ku her sal eleqeyeke mezin li ser festîvalê heye û bi sedan fîlm ji seranserê cîhanê beşdar dibin.
Cango Şerîf got, "Par hezar û 156 fîlm gihîştin ber destê me. Sala beriya wê jî ji 124 welatan 2 hezar û 900 fîlm hatin şandin."
Canog Şerîf tekez kir ku ew her çar parçeyên Kurdistanê wekî welatekî dihesibînin.
Dê 8 xelatên sereke werin dayîn
Di dawiya festîvalê de 8 xelatên sereke tên dabeşkirin.
Ev xelat ev in:
- Xelata Fîlma Herî Baş a Navneteweyî
- Xelata Fîlma Herî Baş ê Kurdî
- Xelata Kurtefîlam Herî Baş
- Xelata Fîlma Herî Baş a Anîmasyonê
- Xelata Lîstikvanê/a Herî Baş
- Xelata Derhênerê/a Herî Baş
- Xelata Senaryoya Herî Baş
- Xelata Sînematografiyê
Cango Şerîf di dawiya axaftina xwe de anî zimên ku komîteya hilbijartina fîlman ji zêdetirî 10 pisporên sînemayê pêk tê û di nav van pisporan de derhêner, lîstikvan û senarîst hene.
#VÎDEO - Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobaniyê dest bi wergirtina fîlman dike pic.twitter.com/fgRAFuIy9c
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 29, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse