Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê Kurd ku bi Erebî dinvîse Selîm Berekat, romaneke nû ya bi navê "Zeîr El Zîlal Fî Hedaiq Zenûbya" wate Nerreya Sîberan di Baxçeyên Zenûbyayê de, belav kir.
Berekat ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û niha li welatê Swêdê dijî, nivîskarekî pir-berhem e û heta niha bi dehan roman û gotar û dîwanên helbestan weşandiye. Berekat vê carê vedigere dîroka Sûriyê û bajarê Tedmurê û behsa çîroka jiyan û mirina Şahjina Tedmurê Zenûbya dike.
Di warê pexşanê de û ji xeynî “Herdu Jiyannameyan”, romana 23an a Selîm Berekat ji aliyê Dezgeha Erebî ya Lêkolîn û Belavkirinê ve derket. Romana Selîm ya nû bi navê "Nerreya Sîberan di Baxçeyên Zenûbyayê de" ye.
Selîm Berekat di vê romanê de careke din vedigere nav kûrahiya dîrokê û li ser jiyan û serpêhatiya şajina Tedmurê Zenûbyayê radiweste. Ew ji çîroka lehengiya Zenûbyayê û helwesta wê ya qehremaniyê li dijî Împeratoriya Romayê tayên romana xwe dirêse û bi zimanê xwe yê awarte xwendevanan dibe nav hûrgilî û quncikên tarî yên dîroka Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, ku heta niha jî ji ava tal a wê dîrokê şîrê jiyana xwe vedixwe.
Di vê romanê de ku ji 580 rûpelan pêk tê, Berekat ne wek dîroknivîs, lê wek romannivîs li dîrokê dinere û li ser kesayetiya Zenboyayê disekine. Nexasim pêwendiya di navbera Împeratoriya Romayê û Palmêrayê de û çawaniya dîlkirina wê şajina sûrî û dawiya wê ya trajedî.
Wek her car, zimanê Berekat sihrbaz û cihêreng e. Herwiha ne bi awayekî rasterast be jî Berekat girêdana di navbera rabirdû û dema niha ya navçeyê de nîşan dide û Tedmurê wek mînak tîne zimên.
Di beşekî romanê de Selîm Berekat wiha dibêje: "Hîrodisê Yekemîn 18 salî ye. Ew li Romayê mêvanê Împerator Klodyosê Duyemîn e. Ev yek ji erf û adetên hevpeymaniya di navbera împeratoran de ye. Ew kurekî wan dibin ba xwe da rê li ber derew û plangerî û şikandina soz û peymanan bigirin. Odînazus jê pirsî: Sînorên Romayê çi ne? Sînorên xwedawendên Romayê çi ne? Dema xwedawend pir dibin, helbet ji her xwedawendekî re sînorek çêdibe. Her navçeyek dibe ya xwedawendekî. Bakur ji xwedawendekî re ye, rojhilat ji yekî din re û başûr jî ji yekî din re ye. Her çiyayek dibe yê xwedawendekî, herwiha çem û derya û ewr jî. Eger yek xwedawend hebe jî dê mirov mirovan bihêrin da bidestxistina wî xwedawendî misoger bikin. Çimkî ji hîle û fen û fûtên mirovan re dawî tune."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse