Xelata Seydayê Cegerxwîn a 2018 hat diyarkirin

30-10-2018
RÛDAW
Nîşan Cegerxwîn Deham Ebdilfetah Îbrahîm Îbrahîm Boniye Cegerxwîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Xelata Cegerxwîn a Afirandinê xelata xwe ya îsal (2018) bi hevbeşî da zimanzanê Kurd ê naskirî Deham Ebdilfetah û lêkolînvanê Kurd Îbrahîm Îbrahîm.


Nivîskarê Kurd Fewaz Ebdê serkariya Komîteya Xelata Cegerxwîn a Afirandinê ya îsal 2018ê kir. Herwiha Ebdilsemed Dawûd û Hefîz Ebdilrehman endamên wê komîteyê bûn. Keça Seydayê Cegerxwîn Boniye Cegerxwîn jî wek çavdêra giştî ya xelatê bi rola xwe rabû.


Wergirê xelata Cegerxwîn di warê helbest û ziman de, zimanzanê Kurd Deham Ebdilfetah ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye û niha li bajarê Êlih ê Batmana Bakurê Kurdistanê dijî.

 

Gelek berhemên Deham Ebdilfetah ên çapkirî di warê helbest û zimanê Kurdî de hene wek: Li Ber Dergehê Laleş, Nerîneke Rexneyî li Helbestên Kurdî, Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî, Rastnivîsa Zimanê Kurdî, Dastana Gilgamêş, Nav di Zimanê Kurdî de, Cînav di Zimanê Kurdî de, Kar/Lêker di Zimanê Kurdî de û gelek berhemên din.


Wergirê xelata akademî ya Cegerxwîn lêkolînvanê Kurd Îbrahîm Îbrahîm ku xelat li ser berhema xwe ya bi navî “Rengvedana Dîroka Kûrdî di Helbestên Cegerxwîn de” wergirt di sala 1971ê de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.


Di sala 1997an de li Zanîngeha Şamê di beşa dîrokê de lîsans wergirt. Di sala 2016an de lîsansa bilind (master) di beşa ziman û çanda Kurdî de li zanîngeha Mardînê wergirt û di heman salê de bû xwendekarê doktora di beşa ziman û çanda Kurdî de li Zanîngeha Dicleyê li Amedê. Îbrahîm Îbrahîm niha li Swêdê dijî.

  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst