Kercews (Rûdaw) – SOZDER û Komeleya Wêjekarên Kurd û di 41emîn salvegera wefata helbestvanê Kurd Cegerxwîn de li ber deriyê mala ku ew lê ji dayîk bûbû merasîma bîranînê saz kir.
Komeleyê îsal bi rêzeçalakiyan Cegerxwîn bibîr tîne û vê carê bîranîn li gundê wî yê bi navê Hesarê yê Kercosa Êlihê pêk hat.
"Cegerxwîn zimanekî li ber pişaftinê parast"
Di bîranînê de Hevserokê SOZDERê (Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî) Eyup Guven daxuyaniyeke nivîskî xwend.
Guven bal kişand ser keda Cegerxwîn a di warê wêje, ziman û çandê de û got ku wî zimanekî li ber pişaftinê bi berhemên xwe parastiye.
Eyup Guven Cegerxwîn wekî “helbestvan, siyasetmedar û nivîskarekî mezin” bi nav kir.
Hevserokê SOZDERê da zanîn ku Cegerxwîn li ser erdnîgariya Kurdistanê gelekî geriyaye lê ji ber helwesta xwe ya li dijî axatî û şêxtiyê rastî gelek zehmetiyan hatiye.
Eyup Guven her wiha anî ziman ku Cegerxwîn gelek berhemên hêja yên edebî, helbestî û nivîskî li dû xwe hiştine.
"Eger min Dêrik nedîta, belkî ez nebûma helbestvan"
Hevserokê SOZDERê Guven di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bandora navçeya Dêrika Çiyayê Mazî li ser jiyan û helbestên Cegerxwîn pir xurt bûye lê mixabin lêkolînên berfireh li ser vê yekê kêm in.
Guven di berdewamiyê jî de got,“Daxwaza me ew e ku xwendevan derbarê jiyana Cegerxwîn a li Dêrika Çiyayê Mazî de bêtir agahdar bin.”
Eyup Guven gotinên Cegerxwîn ên wekî “Ez bawer dikim, eger min li Dêrikê baxçe, rez û dahl û Xab nedîta, belkî ez nebûma helbestvan.
Min hest û ramanên xwe ji jiyana Dêrikê û bedewiya wê girt” wekî mînak anî zimên.
Hevserokê SOZDERê behsa çarîn û helbestên Cegerxwîn ên li ser Dêrikê jî kir.
Eyup Guven di dawiyê de diyar kir ku ew dê di 24ê Çiriya Pêşîn 2025an de li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, li ser gora mamosteyê Seydayê Cegerxwîn Mele Îskender Kazim li Goristana Xidirê bîranîneke din jî saz bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse