Hewlêr (Rûdaw) - Hesen Şerîf berhemeke nû ya bi navê "Îsê Dela" wekî klîp belav dike.
Îsê Dela kesayetiyekî diyar û şêwirmendê Behram Paşayê Duyem bû ku ji sala 1714an heta 1768an Mîrê Mîrektiya Badînanê bû.
Hunermend Hesen Şerîf li ser naveroka berhemê ji Rûdawê re ragihand:
"Berhem behsa Îsê Dela û Mîrê Amêdiyê dike bê ka çawa jiyane.
Mirov bi rêya vê helbestê herêma xwe û kesayetiyên din nas dike."
Helbesta vê berhemê ji aliyê helbestvan Edîb Çelkî ve hatiye nivîsandin û Kamîran Bêtasî karê derhêneriya wê kiriye.
Klîp li cihên dîrokî û şûnwarên Amêdiyê hatiye girtin.
Klîp berhema karê çendîn mehan e û dê îro were belavkirin.
Edîb Çelkî li ser girîngiya karekterê nav helbestê got:
"Amêdî li hemû Kurdistana Mezin navenda zanist û fêrbûnê bû.
Roleke mezin a Îsê Dela di xizmetkirina Mîrektî û piştgiriya desthilata Mîr a bi dadperwerî de hebûye.
Her wiha roleke wî ya baş di nav civakê de hebûye, lewma me pêwîst dît ku wekî stranekê tiştekî li ser vî kesayetiyê hêja berhem bînin."
Amêdî ji sala 1242yan heta sala 1842yan paytexta Mîrektiya Badînanê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse