Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî da zanîn ku wî dema pêvajoya çareseriyê ya berî niha peyama PKKyê daye Recep Tayyîp Erdogan.
Elî Qeredaxî diyar kir ku berxwedana li dijî dagirkeriyê li gorî Quranê jî heq e û got:
“Ayeta Qurana pîroz e di warê cîhadê de û hemû zana jî li ser wê baweriyê ne ku eger cihek hat dagirkirin, erk dikeve ser xelkê wê herêmê ku hemû hewla xwe bide ji bo wê azad bike.
Azadbûn hêviyek e ji bo her kesî, her qurbaniya ku tu ji bo wê bidî ji aliyê şerî ve qebûlkirî ye, ji aliyê urfî ve qebûlkirî ye.”
Wî da zanîn ku HSDyê piştî ku hikûmeta nû ya Şamê ava bûye jê re nameyek şandiye û li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê got:
“Ez bi wê yekê re me ku Kurd tekeziyê li ser wê yekê bikin ku mafên xwe bi temamî wergirin lê di heman demê de divê ew di bin siya hêz û qabiliyeta gelê Kurd û hebûn û nûnertiya gelê Kurd ê li Sûriyeyê de be.”
Elî Qeredaxî eşkere kir ku Ehmed Şer jê re gotiye, “Pêkhateya gelê Kurd pêkhateyeke gelekî resen e, ev gotina wî bi xwe ye li gel min kir li Sûriyeyê.”
Her wiha anî zimên ku “Abdullah Ocalan li ser biratiya Kurd û Tirkan gelekî bi tundî kar dike.”
Qeredaxî bangî pêşengên Başûrê Kurdistanê jî kirk u bibin yek û li pey çû:
“Daxwaza min ew e ku yek bin. Bi rastî nebûna yekîtiya serkirdayetiya Kurdî, ev hemû hewl û ev hemû xwîna ku Pêşmerge û şehîdan pêşkêş kiriye, bila ji bo berjewendiyeke kesî yan jî ji bo berjewendiyeke biçûk neçe.”
Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Zana Keyanî bersivandin:
Rûdaw: Çend roj in hûn vegeriyane Herêma Kurdistanê, ez agahdar bûm ku çend çalakiyên te di van çend rojan de li Silêmanî û Helebceyê hebûn. Ew çalakî çi bûn?
Elî Qeredaxî: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan, pêşî gelekî spas ji bo cenabê te û kanala Rûdawê bi hemû karmendên wê ve dikim ku ev derfet ji bo me çêkir ku em karibin qala hinek tiştan bikin.
Spas ji bo Xwedê li Kurdistanê ji bo agahdariya cenabê te ev çend sal in em xizmetê dikin, xizmeteke ji aliyê Rabîteyê ve, paşê zanîngehê, Zanîngeha Geşepêdana Mirovî ku zanîngeheke weqfî ye û ti pêwendiya wê bi qezenc û tiştan ve nîne, paşê dibistana ''Lîder'' ku em dixwazin mirovekî Kurd ê hêja û rêkûpêk, xwedan bawerî û kirdeyên xweşik, rewişta bavanên me, ayîna bavanên me li gel zanist û zanyarî û dahênanê di dibistana ''Lîders'' de ji bo avakirina serkirdeyan pê bigihînin.
Di heman demê de dezgeheke me heye ''Îqraa'' ji bo ezberkirina Quranê. Di van rojan de piraniya karên me ew bûn ku spas ji bo Xwedê çend proje ne. Wekî mînak roja sêşemê du projeyên me yên baş hebûn, yekem vekirina dibistaneke gelekî mezin û xweşik, li gel vekirina navenda ''Rabîte'' li Kelarê.
Duh spas ji bo Xwedê ez gelekî bextewar bûm ku me karîbû jineke Misilman li gel zarokên wê yên nazdar ên sêwî dilxweş bikin û me xaniyek pêşkêşî wan kir bi rêya xêrxwazan û alîkariya ''Rabîte''yê jî, me kilît radestî wan kir, paşê em çûn ji bo vekirina dibistaneke mezin a xweşik û gelekî rêkûpêk li ser asteke gelekî bilind bi hemû wateya peyvê ku hemû kesên amade bûn, berpirsên perwerdeyê gelekî pê matmayî mabûn û me got ku em vê pêşkêşî Helebceya ku nû bûye parêzgeh dikin.
Rûdaw: Ez dixwazim nerîna cenabê te li ser parêzgehbûna Helebceyê bizanim. Ji bo ku xizmeta zêdetir ji Helebceyê re bê kirin, hûn çi dikin?
Elî Qeredaxî: Ez du tiştan dixwazim, Yekem: Gelê Helebceyê bi hemû hewlên xwe, dewlemendên xwe, rewşenbîrên xwe, berpirsên xwe, divê ev hewl û xebateke zêde bikin da ku em Helebceyê bikin nimûneyeke pêşketî ya xweşik ji bo hemû Îraqê.
Sedam dixwest Helebceyê tune bike, em Kurd û gelê Helebceyê wê bikin nimûneyeke gelekî gelekî xweşik, ev yek pêwîst dike ku gelê Helebceyê gelekî hewl bide û di heman demê de berpirsên hikûmeta Kurdistanê jî gelekî hewl bidin, projeyên baş, projeyên aborî, bipêşvebirin, veberhênan, (tekafûlî), projeyên kesên ku pêwendiya wan bi saziyên navneteweyî re heye, divê ev li Helebceyê gelekî bêne kirin, ji bo ku zindî bibe.
Bi nisbetî me, înşelah ev cara yekem e ku me ew dibistana xweşik pêşkêşî we kir ku înşelah ew dê bibe alîkar ji bo çêkirina mirovê xwedî dahênan bi îzna Xwedê, ji ber ku bernameya me li ser du tiştan e, tiştê yekem rewişta xweşik, tiştê duyem zanyarî û dahênan, ji xeynî wê jî înşelah em dê hewl bidin ku em beşdar bibin, eger zanîngeh şaxekî veke, eger her tiştekî din hebe, di warê aborî de, eger em karibin karekî bikin, em ji bo xizmetkirinê amade ne. Bi fikr, ezmûna me ya baş a ku di aboriyê de heye, em dikarin bibin alîkar ku em Helebceyê bikin nimûneyeke pir xweşik ji bo Kurdistanê ji aliyê aborî ve, bi îzna Xwedayê mezin.
Rûdaw: Werin ser dosyeyên Rojhilata Navîn. Paşeroja Xezeyê dê çawa be?
Elî Qeredaxî: Bê guman karesata ku li Xezeyê rû da, tiştekî wiha li ti welatî nebûye, du sal in Îsraîl bi hemû hêz û şiyana xwe, Amerîka bi hemû hêza xwe, pişt re Brîtanya û Almanya û Îtalya, hemû alîkarên dewleta Îsraîlê ne, Cihû ji bo tunekirina vê berxwedana ku heye. Nêzîkî 18 mehan zêdetir e û heta niha jî berxwedan tune nebûye, heta niha jî ew armancên ku Netanyahu danîbûn, nehatine bidestxistin lê berevajî, gelek tişt di berjewendiya Filistînê û berjewendiya doza Felestînê û Eqsayê de rû dane. Yek ji wan ew e ku di rastiyê de rûyê Cihûyan, yên ku dagirkeriyê ê dikin, em bê guman ne dijî Cihûyan in, em dijî wan in ên ku dagirkerî û zilmê dikin, yên ku Xezeyê dagir dikin ku mixabin niha gelekî tundrev in û serbilindiyê bi Cihûbûna xwe dikin, rûyê wan li cîhanê reş bûye.
Ev di Qurana pîroz de tê behskirin, dibêje ku gava Cihû serhildaneke (tuxiyan) pir mezin dikin, dibin pileya yekê, destpêka jinavbirina vayên ku vê serhildanê dikin, bi wê yekê dest pê dike ku rûyên wan reş dibe, ev mucîzeyeke Quranî ye. Di Quranê de hatiye ku her dema ku hat, we'd, li ser rakirin û qezakirina li ser mefsedeya duyem a Cihûyên zordar, şertê yekem ew e ku divê karek bê kirin ku rûyên wan li cîhanê reş bibe ji bo ku cîhan ji wan vekişe çimkî Cihû xwedî desthilatekê li ser cîhanê ne. Tu nikarî li gel komelekê şer bikî, êdî ev komel bê guman çê bûye. Ez wisa bawer im yekem ev armanca mezin pêk hatiye ku Quranê behs kiriye ku rûreşiya wan zordaran e, duyem ez bawer nakim Xeze bişikê, înşaelah bawer nakim bişikê.
Rûdaw: Ê baş e lê ya ku biryar e xelkê wê koçber bikin, ew dibe?
Elî Qeredaxî: Bi dîtina min ev pêk nayê, bi îzna Xwedê. Ev jî ji ber çend sedeman, yekem, însan heq bibêje, hikûmeta Misirê cihê spasê ye û welatên Erebî hemû li ser wê yekê hevnerîn in ku nabe xelkê Xezeyê bê koçberkirin, ji xeynî wê gelê Xezeyê bi xwe jî xweragir in û heta niha dan bi xwe de digirin û xweragir bûne. Di encamê de em dibînin ku Netanyahu ne razî dibe li ser rawestandina şer çimkî niha tiştek nemaye, her roj ji xeynî kuştina zarokan tiştek nîne, di vê demê de nêzîkî 220 hezar kes kuştî û birîndar hene, ku ji sedî 70yê wan zarok û jin in. Yanî 140 hezar jin û zarok di vî şerî de şehîd û birîndar bûne. Êdî ji ber wê ez wisa bawer im eger wîjdana cîhanê mabe, ku niha gel û zanîngeh hewl didin, ez wisa dibînim ku di dawiyê de ev şer radiweste înşaellah.
Rûdaw: Gotûbêjên Hemas û Îsraîlê gihîştin kû derê? Em agirbestekê di demeke nêzîk de dibînin?
Elî Qeredaxî: Niha projeyeke din heye hê jî bi xwe çendîn proje pêşkêş kirin lê kêşeya bingehîn a hemû projeyan ew bû ku Netanyahu naxwaze bi rawestandina şer pabend bibe, dixwaze dîlan wergire û temam, bê guman ev jî ti aqilmend tiştekî wisa nake, tu were qertek bi destê te ve ye, qertê bidî destê wî û tiştek bi destê te ve nemîne, êdî ji ber wê bingeha kêşeyê ew e, ti tiştê din nîne, tewra Hemas xelk zilmê lê dike ku dibêje sedem Hemas e, ez li gel serkirdeyên wan rûniştim, dibêjin em daxwaza wê jî nakin ku hukumê Xezeyê bikin, em razî bûn bi wê pêşniyara ku lûtkeya erebî çê kir li Misrê û Misrê qertek pêşkêş kir ku gotin Hemas hukim nake, lê Filistînî hukum dike, Hemas bi wê pêşniyarê razî bû. Wate niha Hemas amade ye hemû dîlan berde, amade ye ti hukumê Xezeyê neke, lê yek şertê wê jî heye ku divê şer raweste, eger şer raneweste ti sûdeke wê nîne.
Rûdaw: Tê gotin ku êrîşên 7ê Çiriya Pêşîn sedema wan hemû bûyeran e ku niha diqewimin?
Elî Qeredaxî: Gelek kes wisa dibêjin. Rast e.
Rûdaw: Boçûna cenabê te çi ye? Tu bawer dikî ku Hemasê şaşî kir?
Elî Qeredaxî: Nêzîkî 17 salan bû ku Xeze di bin zextê de bû, xelk pir bêzar bûbû, ev aliyek e. Ti dewletê derfet nedaye wan ku nefesekê bistînin, yanî eger kesek nexweş bibe, divê bi hezaran navbeynkarî bê kirin, paşê eger derkeve derve. Tewra ji bo zanyariyên te jî, ew 17 sal ne wisa bû ku deriyê Refehê berdewam vekirî be.
Di bin siya vê zextê de, bertekiyeke bihêz hebû, ev aliyekî din e, aliyekî ayînî. Ez mat dimînim ku hinek kes ku angaşta selefiyetê dikin bi derewan ne ku bi rastî lê dijî wan dijîn. Bila vegere Qurana pîroz, her çi Quran be, ayeta Qurana pîroz e di warê cîhadê de û hemû zana jî li ser wê baweriyê ne ku eger cihek hat dagirkirin, erk dikeve ser xelkê wê herêmê ku hemû hewla xwe bide ji bo wê azad bike, wate a ku wan kir, 7ê Çiriya Pêşîn beşek e ji wî erkê şerî, ev aliyekî dîtir e. Aliyê duyem, êşên me jî dizanin. Baş e gelê Kurd heta ku gihîşte vê xwerêveberiyê çend qurbanî dan? Ma nedigotin Kurdistan an neman? Baş e em jî wate serkirdeyên Kurd dadgeh bikin, bibêjin çima we ev qas kar kiribû ku bû sedema Enfalan û kîmyabarana Helebceyê. Ne wisa ye?
Eger em bibêjin serkirdeyên Kurd ev şer derxist ji şer Enfal derket, ji şer Helebce kîmyabaran kirin, wate ew e ku serkirdeyên Kurd ji van berpirsiyar in, ev dijmin wisa xwest lê ev ne rast e, serkirdeyên Kurd di wextê xwe de daxwaza mafê xwe kir, ku eger bertekiyeke tundûtûj e yan na ew vedigere ji bo we. Bo nimûne welatên din, Vîetnam, sê milyon kes dan kuştin, heta ku rizgar bû ji dagirkariya Amerîka, Rûsya, Yekîtiya Sovyetê di Şerê Cîhanî yê Duyem de 15 milyon kes da kuştin heta ku rizgar bû. Cezayîr, milyonek û 500 hezar kes di nava kêmtir ji çend salekê de şehîd ketin di peyama azadbûnê de.
Azadbûn hêviyek e ji bo her kesî, her qurbaniya ku tu ji bo wê bidî ji aliyê şerî ve qebûlkirî ye, ji aliyê urfî ve qebûlkirî ye. Cenabê Ehmed Şewqî ku helbestvanekî Kurd e û em şanaziyê pê dikin dibêje, azadbûna berdewam bê xwîn nabe. Qey Kurdistan bê xwîn gihîşte vê pileyê? Ji ber wê yekê ez bawer dikim îctîhad kirine, destpêka sereke ya şerkirin û 7ê Çiriya Pêşîn, destpêkeke rewa ye li gor şerê û bandora wê jî yek e ji teqdîra Xwedê, çimkî mefsedeya duyem a Cihûyên sitemkar, ne ku Cihûyên din, pêk nayê, ji xeynî bi wê yekê ku rûyê wan reş bibe, reşbûn jî bi vî karî bû ku niha heye.
Rûdaw: Dema ku Hemasê êrîş bir ser Îsraîlê, revandin û kuştin jî di nav de hebû, ev rewa ye?
Elî Qeredaxî: Bila ez bibêjim, yekem êriş ne bir ser Îsraîlê, êriş bir ser wan kesên ku axa wan dagir kirine, ew li derdora Xezeyê bûn, ew ax bi biryara Neteweyên Yekbûyî ya hejmar 242yan, bi 50 biryarên din jî axa Filistînê ye, berxwedana dagirkirî rewa ye, li gorî her tiştî, bi her amûreke rewa di şerîetê de, di yasayê de, di yasaya Neteweyên Yekbûyî de, berxwedana dagirkirî rewa ye, eger di tiştekî de şaşiyek hatibe kirin, bo nimûne, di rastiyê de Hemas wekî dibêje, ez ne berdevkê fermî yê wan im bi navê wan lê belê dema min guh daye wan, dibêjin me nexwest ji bilî hêza çekdar (leşker) bînin lê dema firqeya wan şikest û xelk çû, xelkê (dîlên sivîl) anîn.
Rûdaw: Yanî Hemas qebûl dike ku nabe xelkên sivîl bibin?
Elî Qeredaxî: Belê, lê dema xelkê ew anîn, Hemas neçar ma wan biparêze, ew bû ku paşê yekser şer dest pê kir û ew nema, gihişte ser babeta vî alî û aliyê din. Ji bilî wê dewleta dagirker an Îsraîl ku dewlet e û endam e di Neteweyên Yekbûyî de, mixabin zarokan jî zindanî dike, dîl jî digire, jinan jî zindanî dike, kes nerazîbûnê nîşan nade.
Rûdaw: Qeterê di mijara Xezeyê de roleke girîng hebû, heta niha çi rol heye ji bo ku em di demeke nêzîk de rêkeftinekê bibînin?
Elî Qeredaxî: Niha Qeter xwedî roleke gelekî bilind e û di rastiyê de bi siyaseteke gelekî aqilmendane dikare kar bike, karekî pak bi xelkê Filistînê re û bi xelkê Xezeyê re û di heman demê de pêwendî li gel Amerîka û heta li gel Cihûyan jî bikare vê hevsengiyê ji bo berjewendiya danûstandinan çê bike.
Heta niha jî hewl dide û cenabê serokwezîr behs kir, got em di hewleke zêde de ne, çend roj berî niha, yê ku berdevkê fermî ye bi navê Wezareta Karên Derve daxuyanî da, ku çend projeyên din hene em xwendinê lê dikin niha projeyek heye nû xwendin lê tê kirin, ew du bend girîng in, benda yekem bi nisbet ji Hemasê re ku şer were rawestandin, benda duyem ew e ku guşar neyê xistin ser xelkê Xezeyê û rêya alîkariyan were vekirin.
Rûdaw: Tu çûyî Sûriyeyê û bi Ehmed Şer re civiyayî, serdan li ser daxwaza we bû yan ya wan?
Elî Qeredaxî: Bê guman dema cenabê Ehmed Şer hat ser hukim, me bi xêr hatin kir wekî yekîtî, paşê ez li gel axivîm bi telefonê û çend dewletan jî li ser asta dewletê daxwaz ji me kir, ku bi wê pêywendiya ku me heye wekî pêywendiyeke fermî wekî yekîtî li gel hinek welatên ne-Îslamî, daxwaz ji me kir ku em alîkarê wan bin ji bo çareserkirina hinek pirsgirêkan di navbera dewleta Sûriyaya nû û wan dewletan de.
Min ev yek gihand û çend çareseriyên baş pêşkêş kirin, cenabê Ehmed Şer gelekî pê xweş bû û spas ji Xwedê re hikûmeta nû ji wê navbeynkariya ku me kir di navbera Sûriya û wan dewletan de sûdmend bûn.
Bê guman, divê ez eşkere bikim ku Rûsyayê daxwaz kir, di asteke pir bilind de wekî Yekîtiya Zanayan, wekî min ku ez serokê Yekîtiya Zanayan im. Me jî ew merc û tişt, di destpêkê de bi wan re gotûbêj kir ji ber ku me li Rûsyayê çend karên baş kirine ji bo xizmeta gelê Rûs bi giştî û gelê Misilman, wekî nimûne aştiya di navbera tundrevan de li Daxistanê û deverên din hebû. Me pêwendî bi Îslamiyan re kir, em gelekî spas dikin ku wan guh da me û me pirsgirêk çareser kir. Ev yek bû sedem ku pêwendiya me bi Rûsyayê re baş be.
Rûdaw: Bi awayekî diyar, Rûsyayê çi daxwaz kir?
Elî Qeredaxî: Bê guman, pirs vegeriya ser Baregeha Humeymîmê, ya ku li ser Deryaya Navîn e ku çareseriyeke guncav hebe û Rûsya eger derkeve jî bi awayekî şerefmendane be û bê guman Sûriye jî ji çend rêkeftinên ku di navbera hikûmeta berê ya Beşar Esed û Rûsyayê de hebûn sûdê wergire. Me ev ji wan re ragihand û Ehmed Şer gelekî kêfxweş bû û got em bi xwe pişt re pêwendiyê bi wan re dikin, me pêwendî ji wan re çêkir û pişt re spas ji Xwedê re wan sûd wergirt.
Pişt re bi xêra Xwedê demek derbas bû, wî wext diyar kir, yanî cenabê Ehmed Şer got em hez dikin roja çarşemê, bê guman ofîsa wî, şêwirmendê wî yê taybet, got em hez dikin roja çarşemê, ez wisa texmîn dikim 10ê mehê bû di meha Remezanê de, em dê we bibînin. Em jî çûn, me serdan kir, nêzîkî sê saet û nîvan em bi wî re rûniştin û me fitar bi hev re xwar, pişt re jî em bi taybetî bi wî re axivîn. Bê guman, piraniya tiştan ji bo berjewendiya Sûriyeyê û yekîtiyê bû ku wek saziyeke cîhanî ye, spas ji Xwedê re ez dikarim bibêjim ku hevdîtin gelekî serkeftî bû.
Rûdaw: We behsa Kurdan kir?
Elî Qeredaxî: Belê. Çima me behsa Kurdan kir? Ji ber ku piştî serkeftina hikûmeta nû, ev dibe ku ji bo cenabê we nû be, nameyek ji serkirdayetiya HSDyê gihîşte min.
Rûdaw: Yanî Mezlûm Ebdî?
Elî Qeredaxî: Na, berpirsê pêwendiyan, du kesan name îmze kiribû, niha navên wan nayên bîra min lê ez dikarim bibêjim berpirsê duyem piştî Birêz Kak Mezlûm, ku em ji Birêz Prof. Qeredaxî dixwazin ku alîkar be ji bo aştiyê wekî lêvegereke Îslamî û Kurdî. Me jî bi rêya birayekî xwe yê pir hêja bersiv da lê name hatibû nivîsandin, ne tenê ew, her wiha me pêwendî bi serkirdayetiya nû ya dewleta Sûriyeyê re kir û me got spas ji Xwedê re em hevkariya we dikin û ji bo dan û standinan û van tiştan çi hewce be, em amade ne.
Me bi wan re jî behs kir û me gelekî teşwîq kir ku aştî û lihevkirin bi gelê Kurd û pirsa Kurd re tiştekî baş e. Her wiha hinek kesayetî û rûspiyên Kurd ku pêwendiya min bi wan re heye, li wan deran jî ku HSD lê nîne wekî Cindirês û Efrîn û derên din, saziyên wan hene, wan jî ji her du aliyan ve pêwendî bi me re kir, min ji birêz Ehmed Şer re got, min got bi rastî ez ji du aliyan ve mehkûm im, ji aliyekî ve ew û ji aliyê din ve rûspiyên gelê Kurd û Misilman û zanayên wan, ez hez dikim ev tişt wek Îraqê neyê serê me, ev pirsgirêk qet ne di berjewendiya me de ye, bila bi tiştekî rêkûpêk were cîbicîkirin, ji aliyê Îslamî ve, tu dizanî ziman tiştekî rewa ye, mafê siyasî mafekî rewa ye, me gelek qise li ser wan tiştan kir, spas ji Xwedê re wan got me pêwendî heye, ev gotina nivîsgeha wan bû, hêviya me ew e ku em bigihîjin encamekê, spas ji Xwedê re ew bû beriya serdanê, beriya ku em bigihîjin Şamê bi rojekê du rojan, wan rêkeftin îmze kir.
Me pîrozbahî li birêz Ehmed Şer kir, me got tiştekî pir xweş e bi navê yekîtiyê, digel şanda yekîtiyê ku ev tiştekî pir pir pîroz e ku we rêkeftin kir, ev di berjewendiya Sûriyeyê de ye, di berjewendiya Îslamê de ye, di berjewendiya Kurdan de ye, di berjewendiya mirovahiyê de ye jî, me gelekî teşwîq kir, ji ber wê em wisa dibînin ku em beşdar bûne û bi beşeke biçûk di vê projeya aştiyê de, hêviya me ew e ku em rola xwe zêdetir bilîzin ji bo zêdetir bihêzkirina vê yekê.
Rûdaw: Doktor, di destûra demkî de, Kurd wekî duyem mezintirîn netewe li Sûriyeyê nehatine naskirin, tu vê çawa dibînî?
Elî Qeredaxî: Ji xwe ev destûreke demkî ye ji bo agahiya te, tu dizanî di vê qonaxê de, Beşar Esed tekezî li ser Erebîtiya hemû Sûriyeyê dikir, yanî Hizba Beasê li ser Erebîtiya hemû Sûriyeyê û bê guman Beasiyan pirsgirêkeke pir mezin çêkir ku wan ew kembera kesk a Kurdistanê yanî navçeya Kurdî ya Sûriyeyê parçe parçe kir, di vê qonaxê de em şer bikin çawa biguherînin? Ne ku şer bikin, bêjin we çi kiriye, not bike, yanî ez wisa dizanim ku ew hemû hêjayî gotûbêjê ne, wan negotiye destûreke herdemî ye, gotine destûreke demkî ye.
Rûdaw: Yanî tu pêşbînî dikî di dahatûyê de bibe?
Elî Qeredaxî: Ez bawer dikim ku eger gelê Kurd di bin serokatiya hemû berpirsên xwe de li hev bikin, dan û standineke dirêj dikare pirsgirêka gelê Kurd çareser bike. Ji aliyê derûnnasî û pêkhateya derûnî ve, em carinan nefeskurt in lê hinek gel hene ku nefesa wan pir dirêj e. Bo nimûne, gelê Fars nêzîkî 10 salan bi Amerîkayê re dan û standin kir, di serdema beriya Trump, di serdema Obama de, heta ku gihîştin encamekê.
Rûdaw: Tirsek heye ku dibe ku ew ezmûna Kurd li wir bi paş de biçe.
Elî Qeredaxî: Ez bi wê yekê re me ku Kurd tekeziyê li ser wê yekê bikin ku mafên xwe bi temamî wergirin, lê di heman demê de divê ew di bin siya hêz û qabiliyeta gelê Kurd û hebûn û nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê de be. Ez bawer nakim ku heta ku hin serkirdeyên Kurd digot ne baş e ku gelê Kurd li Sûriyeyê xwe bi Kurdistana Îraqê re bide berawirdkirin û bibêje em jî federaliyekê dixwazin wekî Kurdistana Îraqê, ji ber ku rewşa Îraqê pir cuda ye.
Yekem, bo nimûne, ji aliyê erdnîgariyê ve Kurdistana Îraqê bi hev ve girêdayî ye, hemû bi hev re ye lê ew der ne wisa ye, ev yekem. Ya duyem jî ew rewşa ku qewimî dema ku Sedam ew kar li Kuweytê kir û pişt re bi paş de vekişiya, herêm bû herêma ewle. Ev hemû rewş taybetmendiyan ji bo Kurdistana Îraqê datînin. Bila ew daxwaza xwe bikin ji bo tiştê ku ew dixwazin, lê divê em di navînê de bin.
Girîng e ku em şerê peyvan, şerê destewajeyan nekin, şerê heq û mafan bikin. Min gelek caran heta ji mezintirîn mirovên Kurd, yanî siyasetmedar an jî wêjekaran bihîstiye, eger bê dibêje Kurdan di temenê xwe de nexwestiye ku ji Ereban baştir bin, yanî te dîtiye bibêje, bo nimûne cenabê Kak Mesûd an jî cenabê Mam Celal bibêje em dixwazin mafê me ji mafê Ereban zêdetir be? Ev nehatiye gotin, ne wisa ye? An jî mafê me ji mafê wan baştir be? Na, em Kurd dixwazin wekhev bin, ne wisa ye? Ev wekhevî pir girîng e ku em li ser bixebitin, wekheviya di her tiştî de. Divê nebe du pîvan, pîvanek ji bo te, pîvaneke cuda ji bo min.
Rûdaw: Bi awayekî din pirsa xwe bikim: Garantiya wê heye ku eger di vê qonaxa niha ya Sûriyeyê de mafê Kurdan bi dest neyê, di dahatûyê de bi dest bê?
Elî Qeredaxî: Divê dan û standin li ser bê kirin, divê li ser were xebitîn, tişt ne karê roj û du rojan e. Pişt re bi rastî tiştekî din jî heye, ew jî bawerî ye. Her dem serkeftina dan û standinan wekî zana dibêjin, zanayên derûnnas, aliyê derûnî û psîkolojîk ê wê ew e ku baweriya hemû aliyan bi aliyê din hebe. Afirandina baweriyê pir girîng e ji her du aliyan ve, ji aliyê hikûmetê ve jî û ji aliyê Kurdan ve jî pêwîst dike demeke dirêj û hişyariyeke zêde pêwîst e, pir bi jîrî ji bo ku bigihîjin encameke wisa, wekî dibêjin ne stemkar û ne stemlêkirî hebe.
Rûdaw: Te behsa aliyê hikûmetê kir, bi taybetî ez dixwazim behsa Ehmed Şer bikim, kesayetiya Ehmed Şer eger em li pêşeroja wî binêrin, kesayetiyek di nav Qaîde û DAIŞê de bûye û niha bûye serokê demkî yê Sûriyeyê, kesayetî û ramanên Ehmed Şer bi nêrîna Doktor Elî Qeredaxî çawa ye?
Elî Qeredaxî: Piştî ku wan jê xwest ku bikeve nav dewleta xîlafetê yan jê re hat gotin xîlafet, ew razî nebû, paşê DAIŞê şer kir, şerekî zor kir ji bo komela Ehmed, şer berdewam bû, ev qonaxa han jî heye ku komela Ehmed Şer şer li dijî DAIŞ û Qaîde kiriye, ev yek vedigere ser wê yekê ku gelek guherîn bi ser de hatine, ez wisa dizanim niha li gorî danişînê gelekî guheriye.
Wekî kesayetiyeke serokê dewletekê tevdigere, dibêje û difikire, dibe ku bê guman ne şert e ku hemû bîr û boçûnên wî sed ji 100 rast bin çimkî bê xeletîbûn her ji bo Xwedê ye lê bi awayekî giştî dixwaze bibêje em divê ji şoreşê derbasî dewletê bibin, divê hemû pêkhate beşdar bibin û bi taybetî pêkhateya gelê Kurd, pêkhateya gelê Kurd pêkhateyeke gelekî resen e, ev gotina wî bi xwe ye li gel min kir li Sûriyeyê, ev tiştek e em sûdê jê werdigirin, paşê em dibînin encam jî dê çawa bibe, ez wisa dizanim geşbîn im bi vê kesayetiyê, lê ew nebe, yanî bibêjim bi rastî ew bê xelet e, paşê ji xeynî wê jî fişara dewletê heye, bi rastî tu bi xwe dizanî niha ti dewletek nîne bi taybetî wek dewleta Sûriyeyê, fişareke zêde li ser heye, fişara Erebî li ser heye, ji bo zanyariya cenabê te, fişara Cihûyan li ser heye, fişara dewletan, ev hemû li ser wî heye.
Rûdaw: Me behsa Tirkiyeyê jî kir, cenabê we agahdar in ku niha li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û ew pêvajoya aştiyê ye, Abdullah Ocalan ji PKKyê xwestiye ku xwe bihelîne, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got ku ev qonaxeke nû ye, bi raya we ev pêvajoya çareseriyê dê encam bide?
Elî Qeredaxî: Em di vî warî de gelekî geşbîn in, çima? Ji ber ku berê cenabê Erdogan û partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ev raman di destpêkê de anîn ziman, berî nêzîkî deh salan, panzdeh salan, dema ku rêkeftinek hebû, wan ev yek anî ziman û li ser nêzîkî 7 an 8 xal an jî 9 xalan li hev kir, li ser li hev kirin, niha serokê partiya neteweyî ku De let Bahçelî ye, piştgiriya vê ramanê dike, wateya wê çi ye?
Bi Kurdiya em dibêjin ku tişt ji aliyê Tirkan ve gihaştiye, Îslamî wekî bingeheke Îslamî normal e, neteweyî wekî neteweyî ji wan re tiştekî guncav e ku ev aştî û pêkvejiyan çêbibe, ji aliyê neteweyî yê Kurdî ve ku serokê PKKyê Abdullah Ocalan e, cenabê Abdullah Ocalan, ew jî gelekî bi tundî kar li ser biratiya Kurd û Tirkan dike, tiştê ku me berê digot, bo nimûne niha ew bi tundî behs dike, zêdetir ji wê jî xwestiye û ferman jî daye ku şer û tundûtûjî were kutakirin û bi siyasî were xebitandin, dema ku em li vê rewşê dinêrin, ez wisa dizanim geşbîniyeke baş heye û hewl jî heye, tiştekî nû jî ji te re bibêjim, di serdema Turgut Ozal de dema ku serokomar bû, kesayetiyeke mezin a Îslamî şand ba birayê we, got ku em dixwazin bizanin raya Abdullah Ocalan çi ye, gelo ew bi rastî dixwaze aştiyê bike yan na? Ew di wê serdemê de, berî nêzîkî 25 salan, 30 salî çû ba wî, me jî kesek şand ba Abdullah Ocalan wekî navbeynkar, di xizmeta cenabî de, bes ew bû piştî wê derbeyek bi ser wan de hat kirin û ji rêya xwe hate dûrxistin.
Ez dibêjim yanî Îslamiyan bi rastî hewl neda, ez parastinê nakim wekî Îslamî lê di ketwarê de miameleya Îslamî li gel gelê Kurd gelekî gelekî baş e û asantir e li gel neteweyiyan de, bes niha spas ji Xwedê re neteweyiyên Tirk jî bi taybetî partiya neteweyî ku Dewlet Bahçelî serokê wê ye û kesayetiyeke remzî jî ye ji wan re, her serok nîne remzeke bo neteweyiyan, ev gaveke baş e, ji wî alî ve jî ku kak Abdullah Ocalan ku ev projeya daniye, eger kar li ser were kirin gelekî di berjewendiya hemû aliyan de ye, ango gelê Kurd niha pêgeheke baş heye, alîkarê serokkomar Kurd e, wezîrê karên derve Kurd e, çend wezîrên din Kurd in, yanî cudahiyek niha di vê rewşê de di navbera Kurd û Tirkan de nîne lê ev maf û azadî pêwîst e bên bicihkirin di destûrê de, dûv re kar li ser were kirin, ev tiştekî gelekî gelekî girîng e, ez dizanim ew tiştekî stratejîk e bo Tirkiyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve.
Rûdaw: Min zanî ku cenabê we roleke we hebûye di wê pêvajoya aştiyê de ku niha li Tirkiyeyê kar li ser tê kirin, ez dixwazim wê rolê zanibim wekî navbeynkar.
Elî Qeredaxî: Bi rastî çend caran dema ku em bi cenabê Erdogan re rûniştin… Mixabin hin Kurd tenan li me didin û me biçûk dihesibînin… Piraniya rûniştinan em behsa pirsgirêka Kurd dikin û çawa bê çareserkirin û ev heta carekê bi boneya konferansa Komkara Îslamî li Malezyayê bû, ez jî hatibûm vexwendin, ez rûniştibûm, cenabê Erdogan axaftin dikir, paşê silav kir û min jî silav li cenabê wî kir û paşê me rûniştinek kir û me behs kir.
Min jê re got ku pêwîst dike careke din, wê demê piştî wê yekê bû ku paşvekişîn hebû ji rêkeftina yekem, ku şerek di navbera PKKê û di navbera hikûmetê de li Amedê û li cihên din çêbû, mixabin me hemûyan ziyaneke mezin jî kir, piştî wê min axaftin kir, ya girîng di wê demê de û beriya wê demê jî me pêwendiyek hebû bi rêya cenabê mamoste Cemîl Bayik.
Rûdaw: Yanî PKKyê peywendî bi cenabê te re hebû, kesek şandibû? Ev yekem car e tu behsa wê yekê ji bo medyayê dikî?
Elî Qeredaxî: Belê, kesek şand, ez û cenabê Kak Elî, ew jî bi min re bû, me gotûbêj kir ku şîreta me çi ye? Em dê ji bo her du aliyan bibêjin, wan jî got em dixwazin, em wisa dizanin bi wê rêkeftina berê ku rêkeftin hatibû kirin, heşt wezîran îmze kiribû, got em amade ne em tên, li gel van me ev razîbûn wergirt, yanî komela Kak Cemîl ku nûneratiya aliyê leşkerî dike, ez wisa dizanim paşê em çûn Bremenê li Almanyayê, li wê derê em li gel cenabê Ahmet Turk rûniştin, ji bo aliyê siyasî. Divê mirov rastiyê bibêje, ev li ser wê yekê kok bûn ku vegerin bo wê rêkeftinê, PKKya wê demê, me ev yek gihand cenabê Erdogan û me got me ev tişt heye lêkolînê li ser bike.
Rûdaw: Yanî te peyama PKKyê da Recep Tayyîp Erdogan?
Elî Qeredaxî: Bi temamî, bê guman ev hemû vegihastina peyaman û rêkxistin û tiştên din hene, ez wisa dizanim niha ew hewl, wekî Îmamê Xezalî dibêje, dibêje hinekan caran mirov dixwaze hesinekî bibire, çakûçekî hildigire sed carî lê dixe nabire, dawî car dibêje ev çi hêza wê heye yanî pêk tîne û lê dixe û dibire, Îmamê Xezalî dibêje dibêje wisa nebîne ev hesin bi vê cara dawiyê hatiye birîn,lê ev cara dawiyê ev dirêjbûna sed carên berê ye.
Rûdaw: Cenabê we gelek caran bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku eslê we yê Kurdî ji bo we girîng nemaye, gelek caran di koment û kesayetên diyar de di hevpeyvînan de behsa wê yekê tê kirin ku cenabê we zêdetir dostaniya we bi Tirkiyeyê re heye, bi Serokkomarê Tirkiyeyê re heye.
Elî Qeredaxî: Bi rastî ew gelek, yanî ez dikarim bibêjim gelek bê wijdanî tê de heye. Gelek, gelek. Her temaşeyî jiyannameya min bikin, me sala 1988an pêwendî li gel çend kesên rêzdar û mezin durist kir, dûv re du armancên me hebûn, yek ji wan alîkarîkirina gelê Kurd li Tirkiyeyê, awareyan, bi taybetî li Îranê gelek hebûn, bi taybetî piştî ku sala 1990î Sedam lê da, teqrîben zêdetir ji milyonek û du milyon aware hebûn.
Me hemû hewl û hêza xwe xerc kir. Spas ji bo Xwedê, hemû kes jî dizane ku em gihîştin hemû kampan. Ev aliyek e, aliyê mirovayetî û siyasî. Me di hemû konferansan de behsa Kurdên xwe kiriye, em bi taybetî bibêjin di warê Îslamî de, heta li Mecmueya Fiqiha Îslamî ku ez endam im, heta li wê jî ku komeleyeke fiqihî ye, me behs kiriye ku çawa zilma Sedam bê şermezarkirin.
Sedam piştî Helebce û Enfalê, zext û zor li ser nekiriye û gelekî eşkere nekiriye. Sala 1989an, hîn piştî salekê ji Enfalê, me konferanseke cîhanî li Kolna Almanyayê rêk xist. Me gelek kesayetiyên Kurdî û Îslamî vexwendin, yek ji wan birêz Îbrahîm Ehmed, Xwedê jê razî be, yek ji wan nûnerê birêz Kak Mesûd.
Her wiha Îbrahîm Ehmed wê demê nûnerê Yekîtiyê (YNK) bû, her wiha heta Ezîz Aqrabî jî amade bû. Ji aliyê Îslamî ve nûnerê Hesen Turabî, bi hoyê wê yekê ku peywendiyeke mezin a min bi Ezher re heye, nûnerê Şêxê Ezher jî amade bû li wê kongreyê.
Me sê rojan guftûgo li ser pirsê kir: "Mafê Kurd di rewangeya Îslamî de.” Heta birêz Îbrahîm Ehmed, Xwedê jê razî be, got, "Birêz Doktor tu çi dikî, em hinekî dikevin tengasiyê, me eman divê.” Min got, "Ew nîne ku me divê, madem em li ser heqî ne, me eman divê nîne." Spas ji bo Xwedê, wê demê piştî karesata Helebceyê ku Kurdistan wêran kiribû, kî hat nav Kurdistanê di sala Şerê Azadiyê de? Em hatin, me pêwendî di nava Kurdistanê de ava kir, ev hemû xizmetguzariya Kurdistanê, niha jî ev zanîngeh in, ev dibistan in, ev navendên jiberkirina Quranê ne, ev rêxistin in. Me ev hemû xizmet li Kurdistanê kirine. Bi Xwedê eger min li Afrîqayê kiribûya, meger Xwedê dizane çi yên dikir ji bo min, lê Xwedê me efû bike.
Rûdaw: Her bi ser Tirkiyeyê ve, yanî aramî û bipêşketina Tirkiyeyê heta çi radeyê bi çareseriya doza Kurd li Tirkiyeyê û herêmê ve girêdayî ye?
Elî Qeredaxî: Li gorî aboriyê ku beşekî sereke ye ji xwendina min, aborî qet bi pêş nakeve, tenê di bin siya ewlehî û aramiyê de nebe. Her gava şer û felaket çêbû, her dem sermaye direve û dibêjin Misilmanê tirsonek ditirse. Ji ber wê yekê, yek ji mezintirîn sedem ew e ku sermaye li Tirkiyeyê berê xwe dide wê yekê ku aramî û ewlehî li navçeyên Kurdî de hebe, rojhilatê Tirkiyeyê jê re dibêjin yan Kurdistana Tirkiyeyê jê re dibêjin, çi dibe bila bibe kêşeya me nîne. Ev mercê wê ew e ku aramî û ewlehî li seranserê Tirkiyeyê hebe. Tirkiye jî gelekî bi pêş ketiye lê belê zêdetir pêş dikeve eger bi Kurdistanê re li hev bike, eger bi Kurdan re li hev bike.
Rûdaw: Gelekî baş e, dema me gelekî kêm maye lê belê ez dixwazim sûdê jê wergirim, em behsa rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê jî bikin. Tu rewşa Îraqê çawa dibînî?
Elî Qeredaxî: Îraq bê guman pêwîst dike ku guherîneke baş tê de bê kirin. Wekî Ereb gotineke xweş heye, pendeke Ereban dibêje: "Yan rihê berdidin an dûr dikevin." Mebest ji wê yekê ew e yan guncav dibî li gel rewşê yan divê dûr bikevî. Siyaset xwe dizane, her dem diguhere. Îraqê ev qonaxa berê bi rastî ez bi eşkerayî dibêjim serkeftî nebû di warê aborî de.
Bi wan re ez qise dikim li ser Îraqê, yanî herêma Ereban, Sune û Şîeyan. Aborî gelek gelekî lawaz e, gendelî û nerastî. Yanî Îraq di gendelî û nerastiyê de, teqrîben yanî du dewlet piştî Îraqê ne. Du dewlet di nav 298 hene li cîhanê ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne, du dewlet piştî Îraqê ne di rêzbendiya gendeliyê de.
Ew tiştekî xirab e. Di warê ewlehî û azadî û aramiyê de, bi rastî pirsgirêkeke mezin heye di navbera Sune û Şîeyan de lê belê spas ji bo Xwedê baştir bûye lê belê hîn heye. Ev bê guman dibe sedema wê yekê ku bibe kêşeyeke mezin li ser asta cîhanî çimkî tu bi xwe dizanî cîhan hemû wekî peykereke temam e. Îraqê jî roleke gelekî mezin heye.
Îraq kêm nîne di stratejiya cîhanî de, Îraq kêm nîne di stratejiya cografî û aborî de. Îraq gelekî mezin e bi rastî gava em dixwînin pir mezin e. Ji ber wê yekê qebûl nake ku Îraq wiha di wê qonaxê de be. Her çend tu eger temaşayî Kurdistanê bikî, li gel wê kêm derfettiyê, tu temaşayî Hewlêrê bike û temaşayî Bexdayê bike, cudahî gelek e. Her wiha bi eşkerayî bêjim, temaşayî Silêmaniyê bike û temaşayî Bexdayê bike, cudahiyeke gelekî zêde heye.
Rûdaw: Hûn çawa li rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê di vê demê de dinêrin?
Elî Qeredaxî: Ji ber vê yekê min bi mebest behsa Îraqê kir. Daxwaza min ew e ku serkirdayetiya Îraqê bicivin û lêkolînan bikin, çavdêriyan bikin. Çavdêriyê li van 21 salan bikin, ji sala 2003yan ve dema ku dagirkerî çêbû. Niha em di kîjan salê de ne? 2025, 22 sal. Çavdêriyan bikin, bizanin kêşe û şaşî li kû ye? Ez gelekî daxwaz dikim. Bi nisbeta Kurdistanê ve... Fermo.
Rûdaw: Hûn rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê û pêwendiya wê bi Îraqê re çawa dibînin?
Elî Qeredaxî: Bi rastî, wekî we behs kir, niha bipêşketinek heye. Heke hûn wê bi hemû pirsgirêk û giriftên ku di navbera Bexda û Hewlêrê de, yan jî di navbera Kurdistanê de hene re berawird bikin, herêma Kurdan gelek pêşketî ye. Ez wisa dizanim, zehf baş bipêşketî ye lê dikarîbû bi du mercan zêdetir bi pêş bikeve.
Mercê yekem ew e rûbirûbûna gendeliyê, rawestana li dijî gendeliyê. Ev gelek gelekî girîng e. Merc û pêwîstiya serekî ji bo pêşketina dewletê di pileya yekem de ew e ku gendelî nemîne. Ev yekem e. Duyem, bername û planekê deynin, planek stratejîk. Di bin plana stratejîk de, planek qonaxî deynin. Planeke giştgir be ji bo aboriya stratejîk, ji bo aboriya qonaxî. Heke mecal hebûya, pêwîst e bi planeke taybet bê kirin.
Rûdaw: Demeke zêde pêwîst e ji bo vê, lê di pêwendî bi neftê ve, birêz tu dizanî niha neft dakeftiye û çaverê ye zêdetir jî dakeve, bandora wê tenê li ser Îraqê nabe?
Elî Qeredaxî: Na belkî li ser hemû cîhanê. Tenê cîhana pîşesazî sûdmend dibe ji hatina xwarê ya bihayê neftê, wekî Çîn bo nimûne, wekî Amerîka, ev sûdê werdigrin lê belê cîhana hilberînera neftê bê guman ziyaneke zêde dibîne.
Ji ber wê herdem aboriya serkeftî ew nîne ku pişt bi yek tiştî ve girêdayî be, ne ku neft çi qas biha be. Belkî divê pirrengî tê de hebe. Me ew daxwaz kir di sala 2012an de ku divê pirrenfiyekê ava bikin li gel ciwanan, aborî û şirketan û hwd. lê hêviya me ew e ku ev bên li Kurdistanê bên bicihanîn.
Rûdaw: Bi kurtî ez dixwazim pirsa min a dawî ev be: Hilbijartin hatine kirin û niha alî li Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna hikûmetê di nava gotûbêjan de ne, heta niha hikûmet nehatiye pêkanîn.
Elî Qeredaxî: Em midaxeleyî karên taybet nakin lê daxwaza min ew e ku bi rastî wek zanyarekî Misilman, wekî mirovekî ku xema vî gelî dixwe, daxwaza min ew e ku yek bin. Bi rastî nebûna yekîtiya serkirdayetiya Kurdî, ev hemû hewlên ku ev hemû xwîna ku Pêşmerge û şehîdan pêşkêş kirine, bila ji bo berjewendiyeke kesî yan jî ji bo berjewendiyeke biçûk neçe.
Bila nebin sedema wê ku em, Xwedê nekin, di şeş mehan de nikaribin hikûmetekê ava bikin. Wê demê dibêjin wateya wê ew e ku Kurdistan ne xwedî wê kapasîteyê ye ku xwerêveberî yan jî federaliyekê bi rê ve bibe. Em hêvî dikin ku Kurdistan di her tiştî de, di tiştên baş de bibe mînak.
Ji ber wê bi rastî ez pir ne razî me ji wê yekê ku li her derê dezgehên fermî dereng bikevin çimkî eger dezgehên fermî dereng ketin, tu bi xwe dizanî biryarên mezin nayên dayîn. Pêwîstiya vî welatî bi wê yekê heye ku biryarên rojane hebin.
Ew kesê ku xwedî biryar be, biryara xwe bi kar bîne, pêwîstiya wî bi wê yekê heye. Ji ber wê erkekî şerî ye ku yek bin û hikûmeteke rêkûpêk ava bikin û girîngiyê bidin, ne li ser hev. Yek ji wan, ne bawerî û pişta xwe nespêre aboriyê. Yanî ew kesê ku xwedî aborî ye û xwedî ezmûn e, digel destpakiyê, wan hilbijêrin, pişta xwe bi Xwedê ve girê bidin jî. Ew pir pir girîng e. Li Hezretî Yûsif binêre, ku di projeya xwe de serkeftî bû, ji ber ku "hefîz" û "elîm" bû. "Hefîz" yanî dilsoz e ji bo kar û ji bo Xwedê, "elîm" xwedî zanist û ezmûn. Ne gotiye, "Ez kurê Hezretî Yeqûb im yan malbateke wisa me yan ev in.” Hilbijartin dê li ser wan her du bingehên han be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse