Fuad Husên: PDK û YNKyê hîn li ser namzedê Serokkomariyê li hev nekiriye

2 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Fuad Husên ji Rûdawê re axivî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Fuad Husên ji Rûdawê re axivî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Fuad Husên Îraq Herêma Kurdistanê Serokkomariya Îraqê
A+ A-

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku divê Kurd ji bo hilbijartina Serokkomarê Îraqê bi hev herin Bexdayê û da zanîn ku PDK û YNKyê hîn li hev nekiriye.

Fuad Husên her wiha eşkere kir ku sedema veguhastina girtiyên DAIŞî ya ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ya ber bi Îraqê ve "tirsa ji revîna wan" bûye.

Fuad Husên di hevpeyvîneke taybet a bi nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê Ala Şalî re li Munîhê, li ser mijarên Îraq û Herêma Kurdistanê, Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û herêmê agahî dan.

Husên bal kişand ser metirsiya xurtbûna DAIŞê û diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên veguhastina girtiyên DAIŞî ya Îraqê "tirsa ji revîna wan" û çêkirina gefan a li ser Îraqê bû.

Ew girtî berê di girtîgehên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn.

Li gorî amarên ku Wezîrê Karên Derve dane, wan heta niha 5 hezar û 714 girtiyên DAIŞê veguhastine Îraqê.

Ji wan girtiyan 470 kes welatiyên Îraqê ne û yên din jî biyanî ne.

Fuad Husên eşkere kir ku ew bi welatan re di pêwendiyê de ne ku welatiyên xwe yên ku çekdarên DAIŞê bûn wergirin lê belê wî destnîşan kir ku ev "pêvajoyeke dûrdirêj e û ne hêsan e."

'Me li ser Serokkomariyê li hev nekiriye'

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê di heman demê de namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Serokkomariya Îraqê ye.

Fuad Husên qala civîna 11ê mehê ya di navbera Serok Barzanî û Bafil Talebanî de kir û got:

"Di wê rûniştinê de qala posta Serokkomariyê nehatiye kirin û me heta niha li ser namzedekî hevbeş li hev nekiriye."

Fuad Husên li ser îhtimala civîna PDK û YNKê ya ji bo Serokkomariyê ya di hefteya bê de anî ziman:

"Baştir e ku bicivin. Heger em bigihêjin peymanekê dê gelekî baştir be.

Heger em negihêjin peymanekê, ev tê wê wateyê ku em dê wekî rikeber herin parlamentoyê.

Ev ji bo doza Kurdan ne baş e.

Em çi qasî yekgirtî bin, dê hêza me ya li Bexdayê ew qasî zêdetir be."

Ji bo Serokkomariyê 19 namzed rikeberiyê dikin.

Namzedên herî diyar Fuad Husên (namzedê PDKyê) û Nizar Amêdî (namzedê YNKê) ne.

Hevpeyvîna nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya bi Fuad Husên re:

Rûdaw: Doktor silav li te be û bi xêr hatî Munîhê.

Fuad Husên: Silav, gelekî spas.

Rûdaw: Doktor, em ji vir dest pê bikin. Peyama Îraqê ya ji bo welatên cîhanê ya li Munîhê çi ye?

Fuad Husên: Bê guman peyama me di civînan de ew e ku Îraq aram e lê rewşa herêmê di metirsiyê de ye. Îraq jî beşek ji herêmê ye û em hêvî dikin ku ti agir negihêjin Îraqê çimkî wekî min got, rewşa herêmê di metirsiyê de ye.

Rûdaw: Mebesta we bi taybetî Sûriye û Îran e?

Fuad Husên: Rewş diyar e, cîranên Îraqê.

'DAIŞ bi îdeolojiya xwe metirsî ye'

Rûdaw: Metirsiya DAIŞê li Sûriyeyê heye. Ev ji bo Îraqê ne metirsî ye?

Fuad Husên: Belê metirsî ye çimkî tecrubeya me bi DAIŞê re heye. DAIŞ rêxistineke gelekî biçûk bû ku Hezîrana 2014an êrişî Mûsilê kir lê di demeke gelekî kurt de kontrol kir. Ev tê wê wateyê ku ramana DAIŞê û îdeolojiya DAIŞê di nav civaka me de rehên wê hene. Lewma DAIŞ ne tenê ji ber ku komeke çekdar e metirsî ye, ji ber ku îdeolojiya wê heye jî metirsî ye. Niha li Sûriyeyê bi rastî çalakiyên DAIŞê hene.

Rûdaw: Ji ber vê yekê Neteweyên Yekbûyî dibêje ku heta niha pênc caran hewla kuştina Ehmed Şer hatiye dayîn. Lê welatên cîhanê zêde girîngiyê nadin ku DAIŞ niha xurt bûye, çima?

Fuad Husên: Ez naxwazim li ser welatên cîhanê biaxivim lê ew welatên ku em pê re dipeyivin, ji bo wan gelekî girîng e. Yek ji wan sedeman ku me ew DAIŞiyên ku di girtîgehên di bin destê HSDyê de bûn anîn Îraqê ew bû ku tirsa me hebû birevin. Piraniya wan kadroyên pêşîn ên DAIŞê û serkirdeyên terorîstan in. Niha li Îraqê di girtîgehê de ne.

Veguhastina 5 hezar û 714 girtiyên DAIŞî

Rûdaw: Welatên cîhanê nexwest ku wan DAIŞiyan wergirin. Niha nêzîkî 5 hezar û 700 DAIŞî anîne Îraqê?

Fuad Husên: 5 hezar û 714 DAIŞî.

Rûdaw: Hûn bawer dikin ku welatên cîhanê wan DAIŞiyan ji Îraqê wergirin?

Fuad Husên: Me dest bi lêpirsîna bi wan re kiriye. Dosyeyên wan hene lê dosye li cem HSDyê ne û li wir hatine darizandin. Lê pirsgirêk ew e ku di civaka navneteweyî de ew dadgeh nayê naskirin çimkî ne dewlet e. Niha em dixwazin ducare agahiyan li ser wan kom bikin û bê guman lêpirsîn bi wan re tê kirin. Piraniya wan xelkê welatên din in. Nêzîkî 470 kes ji wan Îraqî ne û yên din biyanî ne. Me dest bi pêwendiyên bi welatên din re kiriye, bi taybetî bi Ereban û welatên Îslamî re. Hinekan ji wan soz dane ku ew kesên nasnameya wan welatan pê re hene wergirin. Me bi Rojavayê re jî dest pê kiriye, em dê bibînin ka dê çawa bi rê ve biçe lê ev pêvajoyeke dûr û dirêj e û ne hêsan e.

Rûdaw: Cenabê we li Munîhê bê guman gelek civîn kirin. We qala wan metirsiyan kir ku niha li herêmê hene?

Fuad Husên: Belê. Beşek ji mijaran pêwendiya wan bi DAIŞê û çalakiyên DAIŞê re heye. Lê beşek ji mijaran jî pêwendiya wan bi Îraqê bi xwe û pêwendiya Îraqê ya bi wan welatan re heye ku em wan dibînin. Yanî piraniya wan kesên ku min ew dîtin ji welatên Rojavayî û welatên Kendavê bûn. Me qala pêwendiyên dualî û rewşa herêma me kir.

Piştgiriya ji bo peymana HSD û Şamê

Rûdaw: Xelkê Kurdistanê daxwazê ji Îraqê dike ku xelkê Kurdistana Sûriyeyê biparêze. We çawa karî wê daxwazê bigihînin Şamê?

Fuad Husên: Ya girîng ew e ku em bi Şamê re di pêwendiyê de ne. Pêwendiyên me yên dîplomatîk û ewlehiyê hene. Di vê pêvajoyê de helwesta Îraqê zelal bûye. Me piştgiriyeke zêde da wê diyalog û dan û standina ku di navbera HSD û serkirdeyên HSDyê wekî Mezlûm Ebdî û hikûmeta Sûriyeyê de hebû. Ez bawer dikim ez dê sibe wan bibînim, hevdîtina min bi wan re heye û em piştgiriyê didin wê pêvajoyê.

Rûdaw: Em werin ser Îraqê. Hûn bawer dikin ku piştî bersiva Trump a Rûdawê, niha helwesta wî ya li hemberî Malikî guherîbe?

Fuad Husên: Bi Xwedê ez nizanim. Ew bersiva ji bo Rûdawê bê guman tiştekî mezin bû ku Rûdawê kir lê bersiv bi gelek awayan tê şîrovekirin. Pêdivî ye ku em bi rêya kanalên dîplomatîk wê bersivê wergirin ka wateya wê çi ye çimkî şîroveya wê bersiva ku daye Rûdawê cur bi cur e.

Rûdaw: Hêviyek heye ku helwesta wî biguhere?

Fuad Husên: Nizanim, ez nikarim qala vê yekê bikim lê em bi Amerîkayiyan re di pêwendiyê de ne û qala vê mijarê gelekî tê kirin.

'Li ser namzedê Serokkomariyê peyman nînin'

Rûdaw: Ez dixwazim pirsekê ji te bikim, ez hêvî dikim tu karibî ji min re bibêjî: Kengî Serokkomarê Îraqê tê hilbijartin?

Fuad Husên: Serokkomar ez bawer dikim heger pirsgirêka Serokwezîr çareser bibe dê were hilbijartin. Serokkomar bi du awayan çareser dibe; yan em wekî YNK û PDKyê li hev dikin. Dema me peyman kir, ev tê wê wateyê ku li ser bingeha wê peymanê ew kesê ku tê hilbijartin dibe namzed û deng jê re tê dayîn. Heger em peymanê nekin, ev tê wê wateyê ku dê rikeberî hebe û em dê herin parlamentoyê û parlamento diyar dike ka dê kî bibe Serokkomar. Ez hêvî dikim; nizanim dê di dema Remezanê de be yan piştî Remezanê be lê her pêdivî ye çimkî hikûmet ava nabe. Heger Serokkomar neyê hilbijartin, ev tê wê wateyê ku Serokwezîr nayê destnîşankirin û hikûmet ava nabe. Rewş li herêmê û Îraqê aloz e, pêdivî ye di dema herî nêzîk de hikûmet were pêkanîn.

Rûdaw: Ez dikarim bipirsim ma PDK û YNKyê li ser namzedekî hevbeş ji bo Serokkomariya Îraqê li hev kiriye?

Fuad Husên: Na ez nizanim ev nûçe li kû hatine belavkirin, ez bawer dikim cara ewil di Rûdawê de hatiye belavkirin mixabin.

Rûdaw: Rûdaw her tim nûçeyên rast digihîne.

Fuad Husên: Na ew nûçe ne rast bû çimkî di wê rûniştinê de qet qala Serokkomariyê nehatibû kirin. Qet; qet qala Serokkomariyê nehatibû kirin. Qala mijarekê hatibû kirin ku pêwendiya wê bi hevkariya partiyan re heye, yanî PDK û YNK û ne dûr e partiyên din jî. Hinekî wilo belav kirin ku peymaneke veşartî heye û nizanim peymaneke eşkere heye lê ti bingehên wê nînin. Rastiyê bibêjim heta niha ew mijar nehatiye axaftin û peyman jî di navberê de nîne.

Rûdaw: Hefteya bê PDK û YNK dicivin?

Fuad Husên: Nizanim, ez hêvî dikim bicivin çimkî bi rastî girîng e em bigihin encamekê. Heger em bigihin peymanekê baştir e. Heger em negihin peymanekê, ev tê wê wateyê ku em dê li Bexdayê bi rikeberî herin parlamentoyê û ev ji bo doza Kurdan ne baş e. Em çi qasî yek bin, dê ew qasî baştir be û hêza me li Bexdayê zêdetir bibe.

Rûdaw: Hûn li benda Çarçoveya Hevahengiyê ne yan ew li benda we ne ji bo civîna bê ya parlamentoyê?

Fuad Husên: Na binêre, piraniya endamên Parlamentoya Îraqê Şîe ne. Heger bixwazin pirranî ne û dikarin bicivin lê ji bo civînekê divê herî kêm 220 kes amade bin. Divê 220 kes amade bin çimkî ji bo hilbijartina Serokkomar ji aliyê yasayî ve ev pêdivî ye. Ez nabêjim kêşe li cem wan e lê kêşe li cem wan heye. Ew kesê ku wekî Serokkomar tê hilbijartin, divê di nav 15 rojan de Serokwezîr destnîşan bike û erkdar bike. Ez dibêjim maweyê 15 rojan lê carinan di heman rûniştina ku Serokkomar tê hilbijartin de Serokwezîr jî tê destnîşankirin. Niha ew kêşe li ser Birêz Nûrî Malikî û twîta Serok Trump heye. Em bibînin ka Şîe dê çawa çareser bikin çimkî ev karê hêzên Şîe ye.

'Ji bo Serokkomariyê ez amade me'

Rûdaw: Cenabê te amade ye ku posta Serokkomariya Îraqê wergire?

Fuad Husên: Di kîjan warî de ez amade me? Heger mijara tecrubeyê be, spas ji bo Xwedê tecrubeya me di warên cur bi cur de heye. Ez ji bilî ku xebateke me ya dûrdirêj di mijara mixalefet û siyasetê de heye, ji wê roja ku em piştî guherîna rejîmê ya 2003yan vegeriyane Îraqê, li Bexdayê ez yek ji serperiştyarên Wezareta Perwerdeyê bûm. Pişt re di Encumena Hukm de bûm, pişt re bûm Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bi pileya wezîr û min beşdarî civînên Encumena Wezîran dikir. Pişt re bûm Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî, ev du car in jî ez Wezîrê Karên Derve û Cîgirê Serokwezîr im. Heger mijara rekoreke kesane be, ez bawer dikim amadehiya min heye. Lê ev karê parlamenteran e ku biryar bidin ka kî wekî Serokkomar dixwazin. Ev karê parlamenteran e û ez hêvî dikim yekî hilbijêrin ku karibe. Serokkomarî karekî mezin e, yek baskê desthilata cîbicîkar e, yanî baskê din Encumena Wezîran e û ev tecrubeyê dixwaze, şarezayiyê dixwaze, pêwendiyan dixwaze; pêwendiyên navxweyî, herêmî û derveyî. Bê guman ev hemû dikeve xizmeta xelkê.

Rûdaw: Pirsa min a dawî ji bo we ev e; wekî hûn agahdar in doh Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê civiyan. Îraq çawa çavdêriya wan civînan dike? We çi bihîstiye? Çi qasî girîng e?

Fuad Husên: Em kêfxweş in, ez dê sibe wan bibînim çimkî hîn derfet çênebûye ez wan bibînim. Lê em kêfxweş in ku peymanek di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de heye. Her wiha em kêfxweş in ku wekî yek şandeyê hatine Munîhê û bi hev re hevdîtin kirin, bi taybetî ew hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re. Ez hêvî dikim ku di karên xwe de serkeftî bin. Em kêfxweş in çimkî alternatîfa vê şer bû û şer gelekî metirsîdar bû; ji bo Kurdan, ji bo Sûriyeyê bi xwe û ji bo Îraqê jî metirsîdar bû. Çimkî heger şer berdewam bikira dê pirsgirêkên mezin derketana. Yek ji wan pirsgirêkan pêwendiya wê ya bi van girtiyên DAIŞî re heye. Yek ji wan pirsgirêkan heger şer berdewam bikira, ne dûr bû ku gelek kes werin wî aliyê sînor û li Îraqê bibin penaber, loma ev metirsî bû.

Rûdaw: Hûn piştrast in ku ew peyman ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve jî tê bicihanîn û mafên Kurdan di destûrê de tê parastin?

Fuad Husên: Bê guman ez nikarim li ser navê wan biaxivim, ne li ser navê Mezlûm Ebdî û ne jî li ser navê hikûmeta Sûriyeyê. Lê wekî xwendin û çavdêrî, ez dibînim ku Amerîkayî di navbera wan de ne. Amerîkayî dostên her du aliyan in, ew girîng e.

Rûdaw: Doktor gelekî spas ku tu li gel me bûyî, ez êvareke xweş ji bo te dixwazim û gelekî spas.

Fuad Husên: Spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst