Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Michael Leiter ragihand ku tevî agirbesta demkî, Îran hîn jî wekî "gefeke mezin a li ser ewlehiya herêmê û cîhanê dimîne.”
Leiter behsa wê yekê dike ku Îsraîl û Amerîka di hemû gavên leşkerî û dîplomatîk de hevahengiya wan a temam heye.
Balyozê Îsraîlê di hevpeyvîneke li gel kanala CBS a Amerîkayê de, bersiva wan rexneyan da ku dibêjin Mossadê di nirxandina şiyanên Îranê yên ji bo girtina Tengava Hurmiz de xeletî kiriye.
Leiter di berdewamiyê jî de got, "Siyaset û operasyonên leşkerî ne zanist in ku mirov bi awayekî mutleq behsa wan bike. Me tenê behsa îhtimalan kiriye û biryara dawî li cem Serok Trump e."
Dîplomatê Îsraîlî amaje bi wê yekê jî kir ku hîn îhtimala raperîneke cemawerî ya mezin li nav Îranê heye û dibe ku di du mehên paşeroj de arasteya rûdanan biguhere.
Yek ji xalên herî hesas ên daxuyaniya Leiter, pirsa çekên atomî bû. Wî got ku li gorî agahiyên îstîxbaratî, Îran ji bo 11 bombeyan uranyuma ji sedî 60 dewlemendkirî heye û tenê hefteyek yan du hefte jê re mane ku bigihîne asta ji sedî 90î ku taybet e bi çêkirina çekan.
Balyozê Îsraîlê di berdewamiyê jî de got, "Ew rast nabêjin dema dibêjin bername ji bo mebestên bijîşkî ye, çimkî ji bo mebestên bijîşkî pêdiviya te bi wê nîne ku tu kargehan di kûrahiya erdê de veşêrî."
Leiter amaje bi metirsiya mûşekên balîstîk ên Îranê kir ku mesafeya wan gihîştiye 4000 kîlometreyan û karîne binkeya "Diego Garcia" bikin armanc. Li gorî wî, ev nîşana wê yekê ye ku "Îran dikare li kûrahiya Ewropayê jî bide".
Dîplomatê Îsraîlî Leiter derbarê hevdîtina Vance û Qalîbaf a li Îslamabadê got Îsraîl piştgiriya hewlên Trump dike lê tekez kir ku nabe ti mafê dewlemendkirinê yê Îranê hebe.
Leiter rexneya tund li raporeke "New York Times" girt ku behsa planeke nehênî ya Netanyahû ya ji bo guhertina desthilata Îranê kiribû û got, "Ew zanyarî tenê çîrokeke çêkirî ne û ne rast in."
Hevpeyvîna Michael Leiter wisa ye:
Pirs: Bi hûrgilî, wan di çi de xeletî kir? Çimkî tê gotin dezgehên îstîxbaratî yên we, wekî Mossadê, tekezî li ser wê kirine ku rejîma Îranê dê ew qas lawaz bibe ku nikare Tengava Hurmizê bigire. Ew xelet bû.
Michael Leiter: Me bi wî şêweyî û wekî rastiyeke mutleq behs nekiriye. Me behsa wê kiriye ku "îhtimalek" heye û divê em ji bo wê bixebitin. Tu tişt wekî rastî nehatiye pêşkêşkirin ku eger em wilo bikin, encam dê bi wî şêweyî be. Siyaset ne zanist e, operasyonên leşkerî jî ne zanist in. Me tenê nêrînên xwe yên li ser tiştê ku divê were kirin pêşkêş kirine. Biryar li cem Serok e. Ew gotinên ku dibêjin Serokwezîr hatiye û Serok kişandiye nav vê mijarê, tenê ji bo mebestên propagandayê û navûdengê tên belavkirin.
Pirs: Gelo Mossad di wê baweriyê de bû ku xwenîşandan dê bibin sedema rûxandina rejîmê û şervanên Kurd jî dê ji bakur ve bikevin hundir?
Michael Leiter: Mossad di wê baweriyê de bû ku wekî me di meha Kanûna Paşîn a borî de dît, bi sedhezaran û bi milyonan kes dê raperînê bikin. Niha îhtimala rûdana vê yekê gelekî zêdetir e û em hîn jî bawer dikin ku ew îhtimal gelekî bi hêz e. Em pê wê nêzîk in ku di du mehên paşeroj de ev yek bibe rewş. Wê demê tu garantî nîne ku ev rejîma ku niha xelkê diçewisîne, bimîne. Baş e, hûn dikarin dan û standinan bikin. Îsraîl gelekî piştgiriya vê dike. Em piştgiriya Serok û hewlên wî dikin, baş e? Em ji destpêkê ve di hemû qonaxên plankirin û pêkanînê de gav bi gav li gel wan bûn û em dê bi hev re dawî li vî karî bînin; loma em bi temamî piştgiriya hewlên Serok dikin, çi di warê dîplomasî de çi jî di warê leşkerî de.
Pirs: Derbarê hêzên wekaletkar de, rojnameya Jerusalem Post nivîsiye ku şerê Îsraîlê yê li Libnanê, ew bace ye ku divê ji bo vekirina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve were dayîn. Êrişên Îsraîlê yên li dijî Hizbulahê -ku em ji bo temaşevanên xwe zelal bikin ew partiyeke siyasî ne li Libnanê û hevdem milîsên herî bi hêz û hêza wekaletkar a Îranê ne- rewş aloz kir. Îdareya Trump roja sêşemê li Washingtonê dan û standinan dike. Tu li ser maseyê li gel Balyozê Libnanê rûnişt lê Hizbulah ne beşek e ji wan gotûbêjan. Di vê maweyê de, gelo Îsraîl dê êrişên xwe yên li ser Libnanê rawestîne yan kêm bike?
Michael Leiter: Eger tu rê bidî min ez xaleke rast bikim. Hizbulah rêxistineke terorîst e ku hevdem partiyeke siyasî ye jî. Ne ku partiyeke siyasî be û baskekî wê yê terorîst hebe. Ew rêxistineke terorîst in. Ew dûçûnên Îranê ne ku ajandaya wan jinavbirina dewleta Îsraîlê ye. Ew mûşekan diavêjin bajar û gundên me û em jî neçar in bersivê bidin. Niha em dixwazin li gel Libnanê dan û standinan bikin. Libnan û Îsraîl dikarin her sibe bi aştiyane bi hev re bijîn. Ez bawer dikim, tu dizanî, roja înê ew pêwendiya telefonî ya destpêkê bi me re hebû; pêwendiyeke hevbeş bû di navbera min û Balyozê Libnanê û Balyozê Amerîkayê yê li Beyrûtê de,ku ji aliyê Berpirsê Wezareta Karên Derve Mike Needham ve dihat birêvebirin. Gotûbêjeke şahane bû û em hemû li ser wê yekê li hev bûn ku eger em Hizbulahê deynin aliyekî û tenê Îsraîl û Libnan ji bo aştiyê dan û standinan bikin, di maweyê 2 heta 3 mehan de em ê bigihin rêkeftineke temam a aştiyê.
Pirs: Bila ez vê bişopînim. Te got Îsraîl neçar e bersivê bide. Lê bersivdana êrişeke Hizbulahê cuda ye ji wî cureyê bombebarana ku me hefteya borî dît, bi taybetî roja çarşemê. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di wê rojê de êrişên asmanî zêdetirî 350 kesî kuştin, ku sêyeka wan jin, zarok û pîr bûn. Cîgirê Serok got Îsraîl razî bûye ku di van êrişan de xwe kontrol bike, Serok jî got ew bi Benjamin re peyivî ye û wî jî gotiye ku êrişan "bi sînordarî" encam dide. Tu dikarî zelal bikî bombebarana bi sînordarî tê çi wateyê? Gelo mebest jê kêmkirina rîtm û qebareya êrişan e li gorî roja çarşemê? Amerîka û Îsraîl bi hûrgilî li ser çi li hev kirine?
Michael Leiter: Kêmkirin yan zêdekirina êrişan û mijarên operasyonî ne tiştên wisa ne ku di televîzyonê de behsa wan were kirin. Tiştê ku me behs kiriye ew e ku em ê hevteşî bin li gel hewlên Serok ên li Kendavê û em piştgiriya hewlên wî dikin. Di vê gavê de em li dû wan kesan in ku mûşekan diavêjin ser sivîlên me. Operasyona roja çarşemê navendên operasyonê yên Hizbulahê kirin armanc. Tiştê ku ew dikin... gumanên te li ser amarên hikûmeta Libnanê hene? Bê guman, ev wekî wê yekê ye ku Hemas amarên Xezeyê belav bike. Hûn li gel hikûmeta Libnanê dan û standinan dikin? Bê guman, bê guman. Lê hinek caran hewlek heye da ku me wilo nîşan bidin ku em li dû sivîlan in, di demekê de ku em bi awayekî armancdar li dû binesaziya terorîstî ne. Ew e ya ku bala me li ser e. Tiştê ku ew dikin ew e ku navendên operasyonê û navendên xwe yên terorîstî dixin nav xelkê sivîl. Em ji wan re dibêjin derkevin, ew her tim dernakevin, lê em tiştê ji destê me tê dikin. Hemas li Xezeyê bi avakirina binkeyên xwe yên di navenda sivîlan de vê yekê dike, Hizbulah jî heman tiştî dike. Wê rojê jî me dît ku Tehranê xelkê xwe yê sivîl şand ser pir û stasyonên enerjiyê da ku neyên lêdan. Ev tawan e li dijî mirovahiyê.
Pirs: Îsraîl û Amerîka heta niha di vî şerî de hevahengiya wan a temam hebûye. Te daxuyaniya Cîgirê Serok bihîst ku cureyekî derî ji bo dîplomasiyê vekirî hişt, lê Serok Trump jî got Amerîka ji bo kêliyeke guncav destê wê li ser tetikê ye û amade ye. Gelo têgihiştina te wilo ye ku Îsraîl û Amerîka heta dawiya vê agirbesta du hefteyî êriş nakin?
Michael Leiter: Divê em wê yekê ji bîr nekin ku Serok gelekî pê da girê daye ku dawiyekê ji bo vê krîzê bi rêya gotûbêjan peyda bike. Gotûbêj berî şerê meha hezîranê hebûn, berî operasyona 'Hêrsa Destanî' jî hebûn. Niha jî gotûbêj berdewam in û ez bawer dikim eger em karibin bêyî vegera bo rûbirûbûna leşkerî dawî li vê krîza li gel Îranê û vê rejîma sitemkar a ku li dû çekên atomî ye bînin, dê ji bo her kesî baştir be. Serok jî hewlên xwe ji bo vê yekê didomîne. Lê şandeya Amerîkayê rûbirû tişt dîtin. Cîgirê Serok li beramberî vî kesî, Qalîbaf rûnişt, ku berpirsyarê rasterast ê kuştina gelê xwe ye di vê meha Kanûna Paşîn a borî de û tenê ew dît ku ew çi qas pê da girê didin ji bo bidestxistina çekên atomî.
Pirs: Dema tu dibêjî gotûbêj hîn berdewam in. Gelo di vê kêliyê de tu astekî pêwendiyê di navbera Amerîka û Îranê de heye?
Michael Leiter: Tu dizanî, Serok du hefte dem ji bo mijarê diyar kir û em tenê di dawiya hefteya ewil de ne, loma hîn hefteyeke din ji bo îhtimala berdewamiya gotûbêjan maye. Em Îraniyan nas dikin, em vê rejîmê nas dikin; em bawer nakin ku ew dev jê berdin, lê girîng e derfetek ji wan re were dayîn.
Pirs: Vance got pêdivî ye em pabendiyeke yekalîker ji Îranê bibînin ku li dû çekên atomî yan wan amûran negerin ku rê didin wan bi lez bigihin çekên atomî. Gelo têgihiştina te wilo ye ku helwesta Amerîkayê 'sifir dewlemendkirin' e yan hîn derî ji bo wê vekirî dihêlin ku Îran bernameyeke atomî ya sivîl ji bo mebestên bijîşkî hebe?
Michael Leiter: Bernameya atomî ya sivîl pêdivî bi dewlemendkirinê nîne. 57 welat hene bernameya wan a atomî ya sivîl heye û dewlemendkirina wan nîne, belkî madê ji derve tînin. Nexêr, eger bîreke kêm li cem te hebe, tu dikarî bîreke zêde li cem xwe hebe da ku ji sedî 60î ku li cem wan hebû, bigihînî ji sedî 90î. Binêre, tu van kargehên berhemhênanê di kûrahiya erdê de ava nakî eger mebesta te bijîşkî be, çimkî tu tiştê te nîne ku tu veşêrî. Ev kes rast nabêjin.
Pirs: Bila em wê ji bîr nekin ku em niha mijûlî dan û standinan li gel wê rejîmê ne.
Michael Leiter: Em di heman demê de hewl didin dan û standinan li gel wan bikin. Em piştî jinavbirina hêza wan a deryayî, piştî jinavbirina hêza wan a asmanî û piştî lawazkirina serkirdayetiya wan, dan û standinan li gel wan dikin, bi wê hêviyê ku werin ser çokan û bêjin em xwe teslîm dikin.
Pirs: Baş e, Serok gotiye şer hatiye qutkirin. Serokwezîrê we jî dibêje kar hîn xelas nebûne. Bi hûrgilî, kîjan beşê Îranê hîn gefa leşkerî ye ji bo ser Îsraîlê? Gelo hûn hîn wan wekî gefeke hebûnê dibînin?
Michael Leiter: Sê tişt hene ku divê em ji destpêkê ve nîgeranî wan bin. Yekem, hewldana ji bo bidestxistina çekên atomî. Eger vegerin ser wê hewldanê, ew me nîgeran dike. Duyem; mûşekên balîstîk. Ev mûşekên balîstîk... wan soz dabû ku mûşekên wan ên balîstîk nînin ku bigihin Ewropayê. Rast nekirin. Me dît ku li cem wan hene. Tu behsa avêtina mûşekan bo ser 'Diego Garcia' dikî; wan got mesafeya wê bi 2,000 kîlometreyan sînordar e lê niha em dibînin 4,000 kîlometre li cem wan hene. Ev tenê bazdanek e bo 8000 kîlometreyan da ku li Chicago yan Tenafly a li New Jersey bidin. Loma divê miamale li gel van û komên wan ên wekaletkar were kirin. Îstîxbarata me dibêje heta çekên atomî kêmtirî 9 salan ji wan re maye û zanyariyên îstîxbaratî yên me ji destpêkê ve di vê derbarê de hûr bûn. Niha zelal bû. Me got ew bi lez mijûlî bidestxistina çekên atomî ne û Birêz Witkoff di gotûbêjên berê de vegeriya û got ew hatine nav dan û standinan û gotine amadekariya wan a ji sedî 60î ji bo 11 bombeyan heye. Dewlemendkirina di asta ji sedî 60î de, ango tenê hefteyek yan du hefte ji te re mane heta tu bigihîjî ji sedî 90î û asta çekan. Tiştê dawî jî komên wekaletkar in. Ev kar bi dawî nabe heta ku qutbûneke temam di navbera Îran û hêzên wan ên wekaletkar de çênebe, ku bûne sedema belavbûna mirin, alozî û wêrankariyê li seranserê Rojhilata Navîn.
Pirs: Ez dixwazim derbarê Hizbulahê de vegerim ser wê mijarê lê tenê ji bo bidawîanîna bi wê behsa îstîxbaratê ya ku tu dikî. Hefteya borî raporeke gelekî hûr a 'New York Times' hat belavkirin. Ez dizanim te xwendiye, rojnamegeriyeke şahane bû ku hûrgiliyên civîna 11ê Sibatê zelal kiribûn ku tê de Serokwezîrê we pêşniyara bombebarankirina Îranê ji Serok Trump re kiribû. Li wir hatibû ku plana Îsraîlê kuştina Ayetulah bûye ku hat kirin, nehiştina şiyana Îranê ya ji bo gefxwarina li cîranên xwe, handana raperîna cemawerî li Îranê û pişt re guherîna rejîmê û danîna serkirdeyekî sekuler. Eşkere ye ku hemû ew armanc pêk nehatine. Gelo tu dikarî bidawîhatina şer ragihînî bêyî ku hemû ew xalên lîsteyê hatibin cîbicîkirin?
Michael Leiter: Berî her tiştî, hîn hemû ew armanc pêk nehatine. Ev prose ye. Ev ne wekî 'şorbeya amadekirî' ye. Duyem, ez di wê civînê de di jûrê de bûm. Ew rojnamegerên ku ew mijar nivîsandine li wir nebûn. Diyar e zanyariyên wan bi destê duyem û sêyem gihîştine wan. Gelek tişt di wê mijarê de hene ku bi hêsanî ne rast in, ew tenê çîrokeke çêkirî ye. Çîrokeke balkêş e lê ne hûr e. Loma ez gelekî bi hişyarî zanyariyan ji wê mijara diyarkirî werdigirim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse