Şêwirmendê berê yê Trump: Li Sûriyeyê federalî pêkan e

Welîd Farisê şêwirmendê berê yê serokê Amerîka Donald Trump ji Rûdawê re ragihand, “Çi sedem heye ku ne mumkin e li Sûriyeyê federalî hebe?”

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ji Rûdawê re ragihandibû ku Amerîka rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê digire û ti nîşanek ji bo avabûna "Kurdistaneke azad" yan herêmeke federal ji bo Kurdan li wî welatî nîne.

Barrack her wiha tekez kiribû ku Washinton hewl dide rê li ber Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xweş bike da ku tevlî hikûmeta Sûriyeyê bibin.

Welîd Farisê şêwirmendê berê yê serokê Amerîka Donald Trump bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser mijarê bersivandin.

Welîd Farisê li ser pêwendiyên Kurdan û Amerîkayê got, “Ji aliyê gelê Amerîkî ve, li gel pêkhateyên Sûriyeyê û girîngtirîn pêkhate ji wan ku hevbeşiyeke me ya dîrokî li gel heye, li dijî terorê û xwîna Amerîkiyan tevlî xwîna Kurdan û grûp û aliyên din bû, gelê Kurd e.”

Wî da zanîn ku Amerîka, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hevpeyman dibîne û biland:

“CENTCOM û hêzên Amerîkî û Wezareta Parastinê ku îsal, piştgiriyeke mezin ji bo hêzên HSDyê terxan kir, heta niha ew HSDyê bi hevpeyman ji xwe re dibînin.

Ez nabînim ku ti hevpeymanî li gel aliyekî din ê leşkerî hatiye kirin, heta bi rejîmê jî, tevî ku vebûneke siyasî bi ser de heye, êdî, eger tiştekî wiha bibe, bi bêyî vegera li Washingtonê, bi bêyî vegera li tîma serok Trump, helbet, hêzên Amerîkî wê berevaniyê li wî cihî bikin ku lê ne, ew jî herêmên li jêr kontrola HSDyê ne.”

Welîd Faris da zanîn ku li Sûriyeyê federalîzm pêkan û girîng û pêwîst e û anî zimên:

“Sîstema Amerîkayê federalî ye, êdî çi behane ye, çi sedem e ku ne mumkin e li Sûriyeyê hebe?

Eger cihek li Rojhilata Navîn hebe ku federalî pêwîst e û girîng e û li gorî rewşê heye, Sûriye ye, Îraq e,  Libnan e, Sûdan û hinek deverên din in.”

Welîd Farisê şêwirmendê berê yê serokê Amerîka Donald Trump, pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin:

Rûdaw: Gelo Amerîkayê biryarek daye ku HSD çekan deyne û têkeve nava artêşa Sûriyeyê, ango Serok Donlad Trump biryareke bi vî rengî standiye?

Welîd Faris: Bila em ji pêgeha çavdêriyê li vê derê li Washingtonê, tiştê ku dibe, hinekî şirove bikin, ji ber ku navçe pirsê dike û hevpeymanên Amerîkayê pirsê dikin û dijberên Amerîkayê jî pirsê dikin, ka çi dibe?

Siyaseta niha ya Amerîka çi ye? Eger em vê siyaseta ku ji hinek biryaran pêk tê, deynin ber xwe, em dê bibînin ku biryara yekem ew bû, dema Serok Trump çû Kendavê û serokê rejîma niha birêz Ehmed Şer pêşwazî kir. Ev danpêdaneke bi defaktoyekê bû ku desthilata niha ya Şamê, piştî nemana desthilata Esed, ew biryar girêdayî rewşa defaktoyê bû, ji ber ku ne hilbijartin hebûn, ne rapirsî hebû, belku takebehaneya vê yekê ew bû ku ev desthilata defakto ye û pêwîst e pabendiyê bi yasaya navdewletî bike û serok Trump pesnê hêviyên xwe da ku bersivdaneke vê desthilatê ji yasayên navdewletî re hebe, êdî serederiyê li gel bike. Ev a yekem bû.

Duyem, pişt re ew siza hatin rakirin ku vê rêveberiyê û rêveberine din li ser dewleta Sûriyeyê danîbûn, ango li ser rejîma berê ya Sûriyeyê. Ev siza ne piştî Kanûna Pêşîn hatin danîn lê belê ji berî çend salan ve hebûn.

Ev siza hatin rakirin ji bo rê bi civaka navneteweyî û bi Amerîkiyan û bi rêveberiyê û dibe bi kompanyayên wê yên taybet, bê dan da ku serederiyê li gel rewşa heyî ya Sûriyeyê bikin, ev nehate wê wateyê ku projeyeke Amerîkayê ya dariştî derbarê rejîma bê ya Sûriyeyê, her wiha derbarê çi bijardeyên mezin heye. Heta niha ev rewş e.

Rûdaw: Helwesta xelkên Amerîka çi ye, derbarê daxwaza Tom Barrack ji bo ku HSD çekan deyne û têkeve nava desthilatdariya Sûriyê?

Welîd Faris: Bila em gelekî zelal bin, dîrokeke dirêj heye, ji aliyê gelê Amerîkî ve, li gel pêkhateyên Sûriyeyê û girîngtirîn pêkhate ji wan ku hevbeşiyeke me ya dîrokî li gel heye, li dijî terorê û xwîna Amerîkiyan tevlî xwîna Kurdan û grûp û aliyên din bû, gelê Kurd e. Her malbatekê ku zarokên wê li gel Hêzên Hevpeymaniyê kar kir, vê rewşê baş dizanin, êdî ne pêkan e ev dîrok di nav şev û rojekê de bê guhertin, serbarî ku heval hene û nerîna giştî û berfireh jî li Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê heye ku piştgiriya HSDyê dike û ne tenê piştgiriya HSDyê dike lê belê piştgiriya hemû hevalên Amerîka û azadiyê û demokrasiyê dikin, di rûbirûbûna hêzên cîhadîs de, û ev yeki jî siyaseteke cîgir e ji Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîka re, nemaze DAIŞ.

Êdî, eger ev mijar li navxweya Amerîkayê bê pêşkêşkirin ku hûn piştgiriya nehiştina çekên HSDyê dikin, berî ku em piştrast bibin ku metirsiyeke Cîhadî yan terorî li dijî van herêman nîne? Ez bawer im ku hejmareke zelal a Amerîkî heye, vê yekê naxwaze, ji bilî, eger jê re tekez bibe ku rejkîmeke hemereng û ewle heye, hemûyan li xwe bigire û ev tiştek e hîn jî li cem nerîna giştî ya Amerîkî çeraser nebûye. Her wiha dibêjim, beşek ji nerîna giştî ya Amerîkî heye, çi ji revendên Rojhilata Navîn bin, çi revenda Cihû be, ya girîngtir jê, tayifeya Xiristyan a mezin a ku li ser kemîneyan ditirse.

Hemû ev nerîna giştî, HSD dibîne bi hevpeyman û hevbeş. Eger guhertin hebin da li dewleteke Sûriyeyê ya nû bibin, êdî wê li vê mijarê bê nerîn lê min ev gotûbêj nebihîstiye ne ji ragihandinê û ne ji Kongreyê. Êdî pêwîst e gotûbêjeke mezin a Amerîkayê hebe, berî ku bê gotin ku Amerîka ev proje yan ew proje hilbijartiye.

Rûdaw: Eger hêzên artêşa Sûriyeyê gef li HSDyê kirin yan êrîşî wan kir, helwesta hêzên Amerîkî û nerîna giştî ya Amerîkî, li hemberî wan êrîşên hikûmeta Sûriyeyê û artêşa Sûriyeyê dê çi be?

Welîd Faris: Hêzên Amerîkî, helbet, fermanên xwe ji rêveberiya xwe û ji serokê welat, serok Trump dibe. Di dawiyê de, serok wê biryarê bide û ew ê kesê ku bixwaze erkdar bike, ji nûneran, ji Wezareta Karên Derve, ji balyozan, ji fermandariya CENTCOMê, serok vê biryarê disitîne û hemû bi cih tînin, ne ku tîmek ji bilî tîmeke din.

Heta niha, heta vê kêlîkê CENTCOM û hêzên Amerîkî û Wezareta Parastinê ku îsal, piştgiriyeke mezin ji bo hêzên HSDyê terxan kir, heta niha ew HSDyê bi hevpeyman ji xwe re dibînin. Ez nabînim ku ti hevpeymanî li gel aliyekî din ê leşkerî hatiye kirin, heta bi rejîmê jî, tevî ku vebûneke siyasî bi ser de heye, êdî, eger tiştekî wiha bibe, bi bêyî vegera li Washingtonê, bi bêyî vegera li tîma serok Trump, helbet, hêzên Amerîkî wê berevaniyê li wî cihî bikin ku lê ne, ew jî herêmên li jêr kontrola HSDyê ne lê eger mekanîzmayeke din çêbû û serok bi xwe got, divê hemû milîs li Sûriyeyê xwe fesix bikin û tevlî bibin, êdî ev gotineke din e lê ev gotin hîn jî derneketiye, me li vê derê li Washingtonê nebihîstiye, tenê em bi rêya amûrên ragihandinê yên ku ji Rojhilata Navîn û hinek berpirsan tên, dibihîsin lê me li ser asta neteweyî ya Amerîkî nebihîstiye.

Rûdaw: Çi sedem e ku Amerîka sîstema federaliyê nepejirîne, wekî mînak, Tom Barrack, balyozê Amerîkayê eşkere got, federalî ji bo Sûriyeyê nabe û ne guncav e, ango ew li dijî federaliyê ye. Ew napejirîne ku Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî sîstemeke federalî, tevî ku li Îraqê, tu dizanî, ne tenê li Îraqê, lê li gelek welatên din jî, sîstema federalî heye û ziyan negihande Kurdan û negihande Îraqiyan li vê derê? Çima Amerîkî li dijî federaliyê ne?

Welîd Faris:Helbet, ez weke welatiyekî Amerîkayê bersiva balyozê welatê xwe li welatekî din, nadim. Cihek ji bo pirs û bersivê heye, navê wî Kongreya Amerîkayê ye û ew her balyozekî, her berpirsekî vedixwîne û pirsê jê dike û bersiv dê hebe û şareza dê hebin û nerîn dê hebin lê ev yek hîn jî nebûye lê ez li ser navê xwe yê takekesî û akademî, dibêjim, çima ne mumkin e federalî li Sûriyeyê hebe?

We jî mînakeke nêzîk da, li ser sînor e, li Îraqê. Dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê çi ne? Gelo ew federalî ne, yan nenavendî ne? Ez ji wiha bêhtir dibêjim, Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriya weke mînak Kosovoyê kir, pişgiriya Bosnayê kir, piştgiriya Tîmora Rojhilatî kir, piştgiriya Başûrê Sûdanê kir êdî siyaseteke Amerîkî û jêhatbûneke yasayî ya Amerîkayê heye, dipejirîne ku hin kom hebin, daxwaza mafê çarenivîsê bikin û ji bo ku ez dûr neçim, ez dibêjim, sîstema Amerîka federalî ye, êdî çi behane ye, çi sedem e ku ne mumkin e li Sûriyeyê hebe.

Eger cihek li Rojhilata Navîn hebe ku federalî pêwîst e û girîng e û li gorî rewşê heye, Sûriye ye, Îraq e,  Libnan e, Sûdan û hinek deverên din in. Ez bi zehmet dibînim, federalî li hinek dewletan bê danîn ku bi awayekî demografî tevlîhev bin, ji ber ku ev yek gelekî zehmet e lê li hinek dewletên weke Sîwsra, Belçîka û Kanadayê federalî take çare ye. Êdî ev yek pêwîst dike ku gotûbêjeke akademîk a realîstîk a hevseng hebe ne ku daxuyaniyên agirîn derbarê vê mijarê.

Rûdaw: Amerîkî çawa temaşeyî Kurdan û mafên Kurdan li Sûriyeyê dikin?

Welîd Faris: Helbet, gelek cor hene li her dewletê. Federalî ne qalibek e ku li her deverê bê pratîzekirin, wekî qalibekî şokola yan bûzê, belkî ew pltaformek e ji bo hevtêgihiştinê. Tiştê ji sîstema federalî ya ku bê peyrewkirin, girîngtir pejirandina prensîba hevqebûlkirinê ye. Prensîba hevqebûlkirinê, bi wateya ku desthilata navendî, bi awayekî ji awayan, hebûna van koman bipejirîne.

Eger cudahî çi bin, zimanî bin, olî bin, tayifî bin, neteweyî bin û herêmî bin jî. Ev cudahî, dibe ku dan û standin li ser bê kirin, ji ber ku hinek herêm dibistanan û ziman dixwazin û hinek herêm nasnameya wan a olî û dîrokî ji wan re girîng e û hinek herêmên din rewşa wan a ewlehî ji wan re girîng e.

Ev hemû lihevkirin li ser wan tê kirin lê prenmsîba ku ne pêkan e bê hilanîn, ji ber ku girêdayî yasaya navneteweyî ye, benda duyem, mafê gelan di çarenivîsê de, gel jî dibe ku li hemû herêmê belavbûyî bin, yan li nav dewletekê bin, êdî dan û standin li ser vê bingehê wê bê kirin.

Bi sedên sedên salan li rojava derbas bûne, ev made wekî wane tê pêşkêşkirin. Wekî mînak, li Kanadayê Frankofonî hene û Englofonî hene û hemû sazî her du zimanan bi kar tînin. Êdî rojava, federalî weke bêhtirîn şêwaza pêşketî bikar dianî, êdî çima em ji Rojhilat re dibêjin, ne pêkan e li cem we bê bicihanîn? Ev yek, heta radeyekê, rengek ji regezperistiyê tê de heye, ku gelên Rojhilat nikarin û gelên Rojava dikarin! Ev yek nabe.

Rûdaw: Kurdên Rojavayê Kurdistanê, kurdên Sûriyeyê, garantiyeke çawa dikarin ji Amerîkayê bistînin, ji bo ku mafê xwe li Sûriyeyê garantî bikin, misoger bikin û hebûna xwe li wê derê biparêzin? Tu dizanî, Kurd bi salan ji hemû mafên xwe li wê derê hatine bêbehrkirin. Kurd li Sûriyê wekî Kurd, nehatine qebûlkirin, ne di destûrê de, ne li ser zeviyê. Amerîkî garantiyeke çawa didine Kurdan? Li aliyekî Amerîkî dibêjin têkevin nav artêşê û têkevin nava sîstema Sûriyeyê. Garantî çi ye?

Welîd Faris: Bi baweriya min, niha tiştê kêm û nîne, vîn e, vîneke herêmî yan vîneke navdeteweyî, yan jî vîneke herêmî, navneteweyî ji hmeû pêkhateyên navxweya Sûriyeyê re dibêje, yan hûn dê di nav xwe de bigihêjin hevtêgihiştinê û wiha diyar e ku heta niha hevtêgihiştin li ser vê mijarê nehatiye kirin.

Hinek alî hene desthilata navendî dixwazin, dewleteke yekbûyî xwedî bîrûbaweriyeke diyar e lê li dewletên hemereng ev yek ne pêkan e. Ev yek, bi dehên salan li Sûdanê çêbû û şerê navxweyî çêbû, di encamê de, mafê çarenivîsê hate dan ji bo Başûrê Sûdanê û bû dewlet.

A niha jî her du dewlet di warên aborî û siyasî de, bi awayekî asayî, serederiyê li gel hev dikin. Li Çekoslovakyayê jî, her du alî gihiştin rêkeftinê ku du komarên cuda damezirînin. Li Belçîkayê jî gihiştin rekeftinê ku yek komar be lê herêmine cuda.

Ev mijar ne pêkan e bê çaksazkirin, eger ne mixaleyeke navneteweyî bibe û alîkariyê bike û ne bisepîne, nesepîne lê belê alîkariya van aliyan bike, ji bo diyalogê bikin.

Derbarê min, garantî di derûnê de ye, berî ku di têkstan de be. Yekem tişt niyaz e, eger niyaz hebin, bi hebûna pirjimariyê û hevqebûlkirinê dibe ku HSD rojekê ji rojan, ji aliyê leşkerî vwe xwe nehêle û parêzvanên niştimanî li wê herêmê hebin, weke çawa ku parêzvanên niştimanî li hemû Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê hene. Wiha jî herêmên din dikarin, Durzî dikarin, Elewî, Xiristyan dikarin. Hemû pêvajo niyaza dîrokî ya stratejîk e di derûnê de, berî ku di têkstan de be.