Dilbixwîn Dara

Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Dilbixwîn Dara yek ji pêşkêşkarên navdar û stêrkên gelê Kurd û Rûdawê ye.

 

Dilbixwîn Dara

Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Dilbixwîn Dara yek ji pêşkêşkarên navdar û stêrkên gelê Kurd û Rûdawê ye.

 

Jînname

Dilbixwîn Dara yek ji pêşkêşkarên navdar û stêrkên gelê Kurd û Rûdawê ye. Bultena herî zêde tê temaşekirin a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê pêşkêş dike. Xwediyê rewşenbîriyeke siyasî ya berfireh û şêweyeke bi bandor a pêşkêşkirinê ye. Lewma jî dikare bi awayekî pir serkeftî nûçeyan pêşkêşî temaşevanan bike.

Dilbixwîn Dara di kar de kesekî bi dîsplîn e û hemû bultenan sererast dike, çimkî xwe di her bultenekê de li hemberî temaşevan û guhdaran berpirsyar dibîne.

Ji sala 2013an ve li Rûdawê kar dike. Berî destpêkirina weşana Rûdawê, beşdarî rahênana rahênerên Ewropî li Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Ji bilî bultena saet 7 ku taybet e bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Dilbixwîn Dara tevî Şaho Emîn bultena Korojê jî pêşkêş dikir. Herwiha 85 xelekên programa (Du Alî) li ser mijarên Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kirin.

Di 26ê Tebaxa 2017an de, festîvala serxwebûna Kurdistanê li bajarê Kolnê yê Almanyayê rûmal kir û piştre li bajarê Brukselê jî. Vê rûmalê di ajans û kanalên cîhanî de dengekî zêde veda.

Sibata 2017an civînên Cinêvê di navbera şanda opozisyon û hikûmeta Sûriyê de rûmal kir ku bi beşdariya nûnerên welatên mezin û serperiştiya Neteweyên Yekbûyî bi rêve çûn. Li wir bultena taybet a Rojavayê Kurdistanê rojane ji Cinêvê pêşkêş dikir. Wê rûmalê pirsa Rojavayê Kurdistanê di wan civînan de bihêztir kir û ji nûnerên Kurd re di wan civînan de bû piştevanî.

Sala 2015an, hilbijartinên Tirkiyê li Amed û Enqerê rûmal kirin. Bi pêşkêşkirina bulten û dîbeytên taybet li wan herdu bajaran.

Li Tora Medyayî ya Rûdawê girîngtirîn bûyerên hemû parçeyên Kurdistanê rûmal kiriye. Wek giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de û hilbijartinên Başûrê Kurdistan û Iraqê di sala 2018an de. Şer û berxwedana şervan û pêşmergeyan li Kobanê li hemberî DAIŞê 2014-2017, herwiha şerê Pêşmerge û hêzên Iraqî û hevpeymanan li dijî DAIŞê.

Bi dehan hevpeyvîn bi berpirs û kesayetiyên Kurd û biyanî re saz kirine û du belgefilmên taybet ligel herdu hunermendên navdar ên Rojavayê Kurdistanê Ciwan Haco û Ganî Mîrzo amade kiriye.


 

Dilbixwîn Dara dibêje: “Min di çend kanalên Kurdî de kar kiriye, lê kanala min herî zêde azadî tê de dît Rûdaw e. Rûdaw dezgeheke girîng bû ji bo min ku ez tê de şiyan û kesayetiya xwe ya rojnamevanî destnîşan bikim. Rûdaw hêz û bawerî da min. Rêveberiya Rûdawê hemû sînor li pêşberî min vekirin û ez bi hemû Kurdistanê dam nasîn. Di karê min ê rojnamevanî de, Rûdaw bûye yek ji qonaxên herî girîng. Rûdaw pir hevkar bû ji bo min ku ez kesayetiyeke rojnamevanî ya bihêz ava bikim.”
Dilbixwîn Dara li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li Helebê xwendiye. Sala 1990 çûye Almanyayê.

Ji sala 1987an ve dest bi karê rojnamevanî kiriye. Ji 1987-1989 serperiştiya kovara Torevan kir ku bi nihênî li bajarê Helebê derdiket. Li bajarê Bonnê edîtorê kovara Rewşen bû. Sala 1992 li bajarê Dusseldorfê serperiştiya beşê Kurmancî yê kovara Berxwedan dikir. Sala 1994an yek ji damezrênerên Enstîtûya Kurdî li Berlînê bû û rêveberê nivîsandinê yê kovara Lêkolîn li wê enstîtûyê bû.

Sala 1995 dest bi karê televizyonî kir û yekemîn bêjerê Kurmancî li yekemîn kanala asmanî ya Kurdî Med-TV bû ku roja 19ê Gulana 1995an dest bi weşana xwe kir.

Dara programên (Kursiyê Gel) û (Gelawêj) û çend programên din di wê kanalê de pêşkêş kirin. Piştî girtina wê bû pêşkêşkarê Medya TV.

Sala 2006an li kanala Tîşk li Parîsê bû amadekar û pêşkêşkarê programa (40 Deqîqe). Paşê jî di Kurdistan TV de programa (Ezmûn) amade û pêşkêş kir.

Di sala 2000 de rojnameya Avestayê çap û belav kir. Piştre bi awayê elektronî dirêjahî da weşandina wê.

Sê pirtûkên wî yên çapkirî hene.