Gora hikûmdarê dewleta kurdan li Amedê hate dîtin

Lêkolîner Arafat Yaz ku li ser dewleta Merwaniyan kar dike, piştî xebateke dûr û dirêj cihê gora hikûmdarê dewleta Kurdan Merwaniyan li Amedê tespît kir. Gor li nava Sûrên Amedê, li nêzî qesra waliyê Merwaniyan, li aliyê Çemê Dîjleyê ye. Cara yekemîn e ku gora hikûmdarekî dewleta Kurdan tê dîtin. Gor a Nasirudewle Mensûr e ku hikûmdarê dawî yê dewleta Merwaniyan bû.

Dewleta Merwaniyan li gorî hin çavkanî û jêderkan di sala 973'an de li Amed, li navçeya Farqînê ji aliyê Bad b. Dostik ve hate avakirin. Navenda wê Meyafariqîn bû. Ji avabûna Merwaniyan heta rûxandina wê bi giştî 6 kesan hukumdarî kirine. Hikûmdarê herî dawî jî Nasirudewle Mensûr bû.  Lêkolîner Arafat Yaz ku 7 sal in li ser dewleta Merwaniyan kar û xebat dike, di encama lêkolîna xwe de cihê gora hikûmdarê dawî yê Merwaniyan Nasirudewle Mensûr tespît kir. Arafat Yaz, hemû agahiyên xwe disipêre çar dîroknasên navdar bi nav û nîşan cihê tirbê nivîsandine. Em çûn cihê gora hikûmdarê Merwaniyan û li ser cihê gorê, me bi Arafat Yaz re hevpeyvînek kir.

Maşallah Dekak: Ev tirb, ev gor a kî ye? Ya kîjan hikûmdarî ye?

Arafat Yaz: Tirba Nasirudewle Mensûr li vir, li Amedê ye. (Me hevpeyvînê li ber tirbê, li nava Îç Kaleyê çêkir) Navê wî Mensûr e. Leqebê wî jî Nasirudewle ye. Kunyeya wî Ebul-Muzafer e. Em nizanin kengê hatiye dinyayê. Lê di navbera 1093 û 1096'an de li Cizîrê wefat kiriye. Piştî wefata wî hevjîna wî Situnnas bint Saîd b. Nasruddewle tirba wî aniye Amedê. Li nava Îçkaleya Amedê ku niha mûzexane ye veşartiye. Tirba hevjîna wî Situnnas (Sitî, an jî sitê) jî li kêleka wî ye. Di navbera herdu tirban de tenê pencereyek heye.

Tu nivîsek, destxetek ku vê nîşan bide heye?

Li jêrê nivîsek heye. Ew nivîs aydê bavê Nasirudewle Mensûr e. Navê wî Nîzamuddîn Nesr e. Ew nivîsk, bi nivîsa kûfî hatiye nivîsandin. Dema mirov li hundir dinêre, banê vê tirbê wisa gilover e. Lê ji ber hinek rûxiyaye, di demeke nêz û demeke kevin de jî evder hatiye nûjenkirin. Bi çîmentoyê ew temîr kirine. Ez bi xwe ketime nava odeya tirbê û min ew dît.

Di hundirê odeya gorê de çi heye?

Hundir erd e. Li ser goran sindoqe hene. Mirov dema sindoqeyan bilind dike, mirov dibîne ku ax jî heye. Diyar e ku tirb e. Dîwar mîwarên wê siwax kirine lê nivîs, nivîsk an jî tiştekî li ser tune ye. Li kêlekê tirba pîreka wî heye. Evder aydê Nasirudewle Mensûr e. Tirba pîreka wê jî li odeyeke kêlekê de hatiye veşartin. Herdu ode li kêleka hev in.

Hûn çawa dizanin ku gora hikûmdarê kurd Mensûr li vê derê ye?

Ez çend sal in li ser dewleta merwaniyan dixebitim. Ez ê gotarek li ser vê lêkolîna xwe çap bikim. Çar dîroknasên tarîxul Îslamê vê agahiyê nivisandine. Yek ji wan Îbnul-Ezreq dibêje. Di pirtûka Tarîxu Meyafarqîn we Amîdê de qala vê mijarê dike. Ew dibêje. Paşê Îbn Şedad dibêje. Îbn Şedad jî di qirna 13'an de jiyaye. Li ser erdnîgariya vê derê jî, agahiyên pir balkêş dide. Vê erdnîgariyê û dîroka vê derê gelek baş dizane. Piştre jî Sîbt Îbnul-Cezvî dibêje. Sîbt Îbnul-Cezvî jî li ser dîrokê serîya 20 cîldan pirtûk nivîsandine. Dîroknasekî pir navdar û girîng e. Ew jî di pirtûka xwe de qala cihê gora Nasirudewle Mensûr dike û dibêje cihê gora wî evder e. Cih tam bi nav û nîşan kiriye. Her wiha Îbn Taxrîberdî jî di pirtûka xwe de dibêje û vê derê nîşan dide. Îbnul-Esîr jî behs dike. Wî jî derbarê Merwaniyan de gelek agahiyên girîng û berfireh dane. Ew jî qala gorê dike lê cihê tirbê nabêje. Lê ew çar dîroknasên din, cih tam bi zêr û ziber, bi nav û nîşan dikin. Ew cihê ku ew dibêjin tam ev cih e. Lewre ew hemû jî dibêjin tirba Nasirudewle Mensûr li hundirê kela Amîdê, (Îçkale), li aliyê Çemê Dîjleyê ye û nêzî qesrê ye.

Qesir li ku derê ye?

Qesir jî nêzikî 50-100 metre wir de, qesra Îbn Dîmne heye. Ew jî waliyekî Merwaniyan bûye. Ev qesir di dema wî de hatiye çêkirin.

Îspata wê çi ye? Baş e qala nava Îçkaleyê dikin lê em tam ji ku dizanin cihê tirbê tam evder e?

Evder cihekî taybet e. Desthilatdarên Diyarbekirê li vir hikûm kirine û li vir bûne. Xelk wisa nikaribûne bên li vir bijîn û li vir goran çêkin. Evder aydê desthilatdar û rêveberên Diyarbekirê bûne. Malên wan li vir bûne.  Yên ku gorên wan li vir be, divê yek ji wan desthilatdaran be. Ger tenê gorek bûya, dibe ku dîsa em biketana gûmanê. Lê gora hevjîna wî Situnas (Sitî) jî li kêlekê ye. Di gelek efsaneyan de jî qala gora mêr û jinek dikin. Dema mirov van tiştan tev tîne ba hev, mirov bi dilekî rihet dikare bibêje ku cihê gora wî evder e.

Dema merwaniyan dibêjin 983 ye. Hûn berevajî wê îdia dikin. Çima?

Li gorî dîroknasan 983 ye. Lê min hin lêkolîn kir û delîl anîn ba hev, dewleta Merwaniyan di 978'an de li vir hatiye avakirin. Avakarê dewletê jî Bad e. Navê bavê wî Dostik e. Ev li aliyê Sêrtê jiyane. Sînorê dewleta wan evder bûye, Amîd bûye. Ji Amedê û wir de destê Bîzansiyan de bûye. Jorî wê jî, di destê Ermeniyan de bûye. Mîrektiyên Ermeniyan hebûne. Bad di vî sînorî de desthilatdar bûye. Pêşî Mûşê, piştre Erdîş, Xelat û hin deverên derdorê bi dest xistiye. Sînorê Merwaniyan di dema Bad de ji Amedê digihije heta Mûsilê. Mûsilê jî bi dest dixe. Sînorê wan bûye Tur Ebdîn. Sînor li wir maye. Paşê dewlet dikeve destê zarokên Merwan. Yê pêşî Ebû Elî Hesen hikûmdariyê dike. Di dûre Seîd û Nesrudewle Ehmed hikûmdariyê dikin. Ev hersê bira ne. Piştî Nesrudewle,  kurê wî Nîzamuddîn hikûmdariyê dike û paşê jî Nasirudewle Mensûr tê ser text. Li gorî hemû jêder û çavkaniyan, Merwanî dewleta Kurdan e û 6 hikûmdarên wan hene. Navenda wan Meyafariqîn bûye. Ku niha êdî jê re dibêjin Farqîn.

Sînorê Merwaniyan ji ku heta ku derê bûye?

Li milekî Bîzansî, li milekî Ereb, dewletên mezin li dora wan bûne. Merwanî pêşî dewleteke biçûk bû. Ji Mûşê heta Melazgir, Xelat, Sêrt, Culemêrg, Mûsil, Zaxo, Cizîr, Serêkaniyê, Ruhayê, Amed û Bedlîsê li xwe girtiye. Sînorê vê dewletê ev herêm bûne. Hinek deman de sînorên wan firehtir bûne û hinek deman de jî tengtir bûne.

Nasirudewle Mensûr çima li Cizîrê wefat kiriye? Çima ne li Amedê?

Ji ber ku wê demê Selçûqî dewleta Kurdan Merwaniyan hildiweşînin û hikûmdariya xwe radigihînin. Şerê navbera Merwanî û Selçûqiyan de bi qasî 2 salan dewam dike û dawî li Merwaniyan tînin. Wê çaxê Nasirudewle Mensûr dişînin bajarê Bexdayê, gundê Herbeyê. Melîkşah, Nasirudewle Mensûr dişîne wê derê. Piştî ku Melîkşah wefat dike, di navbera zarokên hikûmdarên Selçûqiyan de nakokî çêdibin.  Ev herêma ku Merwanî berê lê hikûm dikirin bê xwedî dimînin. Valahiyek çêdibe. Xeber diçe ba Nasirudewle Mensûr. Ew ji nû ve cara duyemîn tê û 5 mehan hikûmdariya xwe radigihîne. Paşê careke din evder ji destê wî derdikeve û Mensûr dişînin Cizîrê. Li wê derê wefat dike. Piştî ku wefat dike hevjîna wî cenazeyê wî tîne Amedê û li vê derê vedişêre. Paşê hevjîna wî Sîtunnas jî wefat dike û tirba wê jî li kêleka tirba Mensûr çêdikin.