Juan Carlos: Ji ber guherînên jeopolîtîk civîna îsal a NYyê gelekî girîng e

25-09-2025
Sinan Tunçdemir
Juan Carlos / Wêne: Rûdaw
Juan Carlos / Wêne: Rûdaw
Nîşan Juan Carlos Panama Sûriye
A+ A-

Juan Carlos ji Rûdawê re ragihand ku ji ber guherînên jeopolîtîk, civîna îsal a Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwedî girîngiyeke taybet e.

Wezîrê Jîngehê yê Panamayê Juan Carlos vegera Sûriyeyê ya civînên NYyê wekî gaveke "erênî" bi nav kir û hêviya xwe anî ziman ku "demokrasî bi ser bikeve û azadî vegere".

Wezîrê Jîngehê yê Panamayê Juan Carlos di çarçoveya civînên Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yên li New Yorkê de pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin.

Ev daxuyaniyên Wezîrê Panamayê di demekê de bûn ku Sûriye piştî serdemeke dirêj careke din bi awayekî çalak beşdarî civînên navneteweyî dibe.

Piştî guherînên siyasî yên li Şamê, çavên cîhanê li ser paşeroja wî welatî ne û beşdariya nûnerên Sûriyeya nû di platformên wekî NYyê de wekî destpêkeke nû tê nirxandin.

Juan Carlos tekez kir ku rewşa jeopolîtîk a cîhanê ya aloz, girîngiya civînên îsal ên NYyê zêdetir dike.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Wezîrê Jîngehê yê Panamayê Juan Carlos re:

Rûdaw: Hûn dikarin ji me re bibêjin ka Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya îsal çawa tê lidarxistin? Tenê nêrîna xwe ji me re bibêjin.

Juan Carlos: Ez dibînim ku civîna Konseya Giştî ji ber guhertinên di rewşa jeopolîtîk de gelekî girîng e. Ez kêfxweş im ku careke din te dibînim.

Rûdaw: Pirseke din jî li ser Sûriyeyê ye. Hûn dizanin ku hikûmeteke nû ya veguhêz heye, hejmarek kêmîne hene û hinek komkujî çêbûne. Hûn li ser paşeroja Sûriyeyê çi dibêjin, nemaze ji ber ku îro serokê Sûriyeyê li vir bû?

Juan Carlos: Ez fêm dikim ku Sûriye piştî demek dirêj cara yekem e beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî dibe. Ez dibînim ku ev erênî ye. Hêvîdar im demokrasî bi ser bikeve û azadî vegere lê divê em li bendê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst