Parlamenterê DEM Partiyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar ragihand ku peyameke nû ya Abdullah Ocalan heye û dê 27ê Sibatê were eşkerekirin.
Mîthat Sancar bû mêhvanê Rûdawê û derbarê pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê û peyama Ocalan de agahî dan.
Sancar diyar kir ku ji bo salvegera banga 27ê Sibata 2025an peyameke nû ya Abdullah Ocalan heye.
Sancar got, "Bê guman peyameke wî dê bê xwendin" û da zanîn ku ew dê naveroka peyamê di civîneke çapemeniyê de bi raya giştî re parve bikin.
Mîthat Sancar bi bîr anî ku PKKê 12ê Gulanê biryara fesixkirina xwe dabû û got:
"Di 11ê Tîrmehê de grûpeke gerîlayan çekên xwe şewitandin. Çekdanîn ji qonaxa yekem rawestgeheke girîng e."
Sancar destnîşan kir ku niha divê bingeha qanûnî ya pêvajoya çekdanînê ji aliyê parlamentoyê ve bê derxistin û gotûbêj li ser vegera kesên li Qendîl û Ewropayê tên kirin.
Sancar got, "Em dibêjin divê qanûneke berfireh be û her kesî li xwe bigire."
Yên ku çekan deynin dixwazin ku werin nav siyasetê. Ev bi kîjan formulê bê destnîşankirin, bê guman di wê derbarê de gotûbêj tên kirin."
Mîthat Sancar li ser mijara "Mafê Hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan jî axivî û got:
"Di raporê de amaje bi mafê hêviyê hatiye kirin. Divê ber bi wê arasteyê ve rêzik û yasa bên derxistin."
Sancar her wiha diyar kir ku heta destûr tê guhertin divê rê ji bo mafê zimanê dayîkê bê vekirin.
Rûdaw: Em bi peyama Birêz Ocalan dest pê bikin, ji bo 27ê Sibatê peyameke wî heye?
Mîthat Sancar: Bê guman lê derbarê naverokê de ez naxwazim biaxivim.
Rûdaw: Lê peyameke wî heye?
Mîthat Sancar: Bê guman peyameke wî dê bê xwendin. Lê çi di naveroka wê peyamê de heye, em ji bo civîna çapemeniyê dihêlin. Di salvegera banga 27ê Sibata 2025an de, em dê careke din civîneke çapemeniyê li dar bixin û peyama Birêz Ocalan bi raya giştî re parve bikin.
Rûdaw: Parlamentoya Tirkiyeyê rapora Komîsyonê pejirand, qonaxa bê çi ye? Dê bi çi awayî berdewam bike? Dihat gotin ku qonaxa yekem rapora Komîsyona parlamentoyê ye û qonaxa duyem li pey tê, gelo ti nîşaneyên qonaxa bê hene?
Mîthat Sancar: Demeke sabit hîn jî nîne yan jî ez dikarim bêjim hîna nehatiye tespîtkirin. Qonaxa yekem nêzî sal û nîvek berê dest pê kiribû. Ango bi însiyatîfa Birêz Devlet Bahçeli dest pê kir. Wî bi awayekî bangî Birêz Ocalan kir û Birêz Ocalan jî pejirand. Paşê heyeteke me ya DEM Partiyê çû Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Di wê demê de bangek hat amadekirin. Banga navdar a 27ê Sibatê, banga ji bo aştî û demokrasiyê, sernavê wê bi vî awayî ye. Birêz Ocalan bangî PKKê kir.
Rûdaw: Xwe fesix bikin ...
Mîthat Sancar: Xwe fesix bikin û çekan deynin an jî biryarekê ji bo çekdanînê bidin.
Rûdaw: Birêz Sancar, PKKê di 12ê Gulanê de fesixkirina xwe ragihand...
Mîthat Sancar: Di 5-7ê Gulanê de kongreya partiyê hebû û daxuyanî di 12ê Gulanê de derket.
Rûdaw: Devlet Bahçeli dibêje divê KCK jî xwe fesix bike, gelo hûn di wê baweriyê de ne ku ev daxwaz dê ji aliyê Ocalan ve jî bê kirin?
Mîthat Sancar: Ev axaftina Bahçeli beriya serdana me bû. Karê me nîne ku em li ser her daxuyaniyekê şîroveyan bikin. Em spekulasyonên van daxuyaniyan di cih de nabînin.
Rûdaw: Çi bi çekên gerîlayan te kirin, dê careke din bên şewitandin?
Mîthat Sancar: Ev pêvajo wekî pêvajoya çekdanînê tê binavkirin. Bêguman ji bo wê yekê hewcedariya mirov bi çarçoveyên yasayî heye. Ango niha PKKyê biryar daye ku çekan deyne û ev tenê biryarek e. Piştî wê, di 11ê Tîrmehê de gaveke ku ji ya sembolîk wêdetir e hat avêtin.
Rûdaw: Belê... Tîrmehê...
Mîthat Sancar: Grûpeke mîlîtanan çekên xwe şewitandin.
Rûdaw: Çek şewitandin...
Mîthat Sancar: Bê guman divê ev pêvajo berdewam bike. Çekdanîn ji qonaxa yekem rawestgeheke girîng e, tiştekî girîng e. Gelek kesan li benda rapora Komîsyona parlamentoyê bûn. Ez naxwazim bêjim raporê çarçove û nexşerê bi temamî destnîşan kiriye lê behsa wê kiriye. Ango niha divê bingeha qanûnî ya pêvajoya çekdanînê ji aliyê parlamentoyê ve bê derxistin. Bê guman gelek pirs hene, dê bi wan kesan re çi bê kirin...
Rûdaw: Dê destûr bê dayîn ku ew vegerin welat?
Mîthat Sancar: Ne tenê yên ji çiyê û Qendîlê lê belê yên li Ewropayê jî.
Rûdaw: Dê destûra vegera welat ji bo wan bê dayîn?
Mîthat Sancar: Li ser wê yekê gotubêj tên kirin ku kîjan formul ji bo vê yekê guncav e. Em dibêjin divê qanûneke berfireh be û her kesî li xwe bigire. Hûn dizanin ku bi hezaran kes di zindanên de ne.
Rûdaw: Pirsên min ên kurt derbarê destûr û çarçoveyên qanûnî de hene. Gelo hûn bawer dikin ku dê çarçoveyên qanûnî bên pêşkêşkirin da ku hemû gerîla bên û serokên gerîlayan careke din vegerin û dibe ku paşê di siyasetê de jî aktîf bibin?
Mîthat Sancar: Di navbera desthilat û siyasetê de gengeşiyek heye. Desthilat bi xwe ne mebest e lê sedem hene. Hinek hene xwe organîze dikin û biryara xebata çekdarî didin. Ji bo çi? Armancên wan ên siyasî hene. Ew dibêjin em dê ji bo van armancên siyasî xebateke çekdarî bikin. Çekdanîn bi gelemperî nayê wê wateyê ku ew dev ji armancên xwe yên siyasî berdidin.
Mirov bi kurtî û zelalî dibêje, dema çek tên danîn û xebata çekdarî bi dawî dibe, armanc dê di asta siyasî, qanûnî û demokratîk de bên şopandin. Loma jî yên ku çekan deynin dixwazin ku werin nav siyasetê. Ev bi kîjan formulê bê destnîşankirin, bêguman di wê derbarê de gotubêj tên kirin.
Rûdaw: Guhertin di destûrê de tên kirin?
Mîthat Sancar: Ji bo wê yekê hewcedarî bi guhertinên destûrî nîne. Ji bo hinek pirsan di vê pêvajoyê de hewcedariya guhertina destûrê nîne. Bi îhtîmaleke mezin paşê dê guhertinên destûrî bên kirin...
Rûdaw: Destûreke nû ji bo Tirkiyeyê tê nivîsandin?
Mîthat Sancar: Ez dê bêjim ku divê niha zemînsazî ji bo wê yekê bê kirin. Ango, azadiya gotubêjê, nemana tundiyê , ango pêvajoya çekberdanê, azadiya organîzasyonê û hebûna demokrasiyê, azadiya nêrîn û raderbirînê, divê ev tişt bi awayekî baştir bibin. Ango divê mirov di atmosfereke aştiyane de bikaribe bêtir gotubêjan bike daku mirov ji bo siberojê destûreke baş amade bike.
Rûdaw: Du pirsên dawî, zexta demê li ser me heye, gelo "Mafê Hêviyê" ji bo Birêz Ocalan tê dayîn?
Mîthat Sancar: Mafê hêviyê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ma mirov bi vî awayî bi lêv dike yan na, ev yek ji mijarên gotubêjê ye di karê komîsyonê de. Di raporê de amaje bi mafê hêviyê hatiye kirin. Ango divê ber bi wê arasteyê ve rêzik û yasa bên derxistin.
Rûdaw: Hûn di wê baweriyê de ne ku dê mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd li Tirkiyeyê bê dayîn, yan jî hîna zû ye?
Mîthat Sancar: Em ji bo wê yekê xebatê dikin û em ji mêj ve wê daxwazê dikin. Ji bo ku Kurdî wekî zimanê dayikê bi fermî li dibistanan bê xwendin, hewcedariya me bi guhertinên destûrî heye lê merc nîne ku rasterast bi wê yekê dest pê bike. Heta ku destûr tê guhertin divê rê ji bo mafê zimanê dayikê bê vekirin û berdewamî pê bê dayîn.
Rûdaw: Birêz Sancar, gelek spas ji bo we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse