Rûdaw (Wan)- Parlamentera AK Partiyê ya Wanê rewşa dawî ya siyasî ya li Iraq û Tirkiyê nirxand û daxuyand ku ji mêj ve li Iraqê diyardeyek bi navê dewleta kurdî her hebûye. Orhan anî ziman ku, divê raya navneteweyî û Tirkiye piştgiriyê bidin dewleteke kurdî ya bê avakirin û got, “Serokwezîrê me yê birêz, her tim li hemberî Birêz Barzanî samîmî bûye.”
Parlamentera AK Partiyê Gulşen Orhan pirsên Rûdawê bersivand.
Hûn dê derbarê paketa ji 6 madeyan pêkhatî ya pêvajoya aşitiyê çi bibêjin, armanca vê paketê çiye?
Ew yasa, îradeya çareseriyê ya bihêz e ku ji aliyê partî û hikûmeta me ve hatiye nîşandan. Herwiha ev qanûneke ku ji aliyê dezgehên dewletê ve bê rêvebirin.
Ev paket dê nîqaşan bigihîne rewşek çawa? Dê ji bo çareseriyê hêsaniyek çawa bike?
Weke min gotî, ev pêvajoya heta niha bi hewlên rêvebirên me yên îdarî dihat pêşvebirin, êdî dê weke erkeke qanûnî bê meşandin. Û êdî bi saya parastina vê yasayê, dê bikaribin bêmetirsî çi pêwîst be bikin.
Cihê ku em behsê dikin, Tirkiye be, rastî jî zehmet e mirov tiştan bike. Em, weke partiyeke 12 sal e li hemberî her pirsgirêkê îrade nîşandayî, li hemberî her dav û dolaban avsûnkirî ne. Her kes çi tişt ji dest tê, dê bike. Hinek ji bo xwînrijandinê, em jî li dîjî wê… Bi izna Xwedê vê carê, alîgirên aşitiyê û biratiyê, yanî em dê serbikevin.
Di gel hinek hevdîtin û paketan jî, hinek rayedarên PKKê dibêjin em çekan bernadin. Hûn vê rewşê çawa şîrove dikin?
Belê, armanca wan çi ye, dixwazin xwe bighînin çi, ew bixwe vê yekê baştir dizanin. Lê belê polîtîkayên hikûmetê, îradeyeke gelekî ji axaftin û hewldanên wan girîngtir û mezintir nîşan dide. Hikûmet, li gorî peyamên ew didin alîgirên xwe û hinek derdorên din, hewl nade. Ji bo hikûmetê ya herî girîng tesbîtkirina dilxweşbûna hemwelatiyan û ewlehiya wan û di vê riyê de gavên bên avêtin in. Ji bo me jî niha ya girîng ev e.
Hûn derbarê namzediya serokomariyê ya Selahattin Demirtaş de çi difikirin?
Di demokrasiyê de alternatîf çiqas gellek bin, îhtimala dengdayîna mirovan ya daxwaziya rasteqîn, ew qasî bêhtir dibe. Ji vî milî ve ev ji bo demokrasiyê puanek zêdek e.
Li ser mijara dewleta Kurdistanê li Iraqê her kesek nêrîna xwe diyar dike. Hûn dê di vê mijarê de çi bibêjin? Li Iraqê fikra “dewleteke serbixwe” rast e?
Li gorî min li Iraqê jixwe Kurdistan ji demekî dirêj ve her heye. Ez siyaseta navneteweyî baş nizanim lê belê eger kurd bixwazin xwe ji vî agirî biparêzin, divê zû bikin. Û divê di serî de dewleta me, dûv re jî dewletên herêmê hemû û raya navneteweyî piştgiriyê bide vê yekê. Helbet, îrada wan bixwe dê biryar û demê vê, diyar bike.
Helwesta Tirkiyê, di mijara “Kurdistana serbixwe” de hinekî nerm bû. Li gorî we çi hat guhartin?
Serokwezîrê me yê birêz, her tim li hemberî Birêz Barzanî dilsoz bûye. Vê dilsoziyê hewldanên Tirkiyê, yên li hemberî Herêma Kurdistana Iraqê her ku diçe baştir kiriye û îro bûne ji şirîkên me yên herî girîng yên li herêmê. Weke hûn dibînin, polîtîkaya dewletê Recep Tayyip Erdogan guhart.
Tirkiyeya ku piştgiriya çareseriya pirsgirêka kurd a li Iraqê dike, divê ji bo kurdên di nav xwe de jiyanek çawa ava bike, li gorî we dive navê sîstemê çi be?
Tirkiyeyek demokrasiyek pêşverû pêkanî û ev çand qebûlkirî dê bibe bersiva hemû hêviyan.
Bi qebûlkirina Tirkiyê ya dewleta “Kurdistana serbixwe”, rengê pêvajoya aşitiyê dê bê guhartin?
Nexêr, bi awayeke neyînî nayê guhartin. Çimkî bi vê yasaya ku em derdixin, Komara Tirkiyê îradeya çareseriyê ya herî mezin nîşan da.
Eger li Iraqê dewleta Kurdistanê bê damezirandin û PKK çekan bernede, ev rewş dê bibe sebebê nexweşiyan di navbera Tirkiyê Kurdistanê de?
Yên ku li dijî dewletek demokrat çekan di destê xwe de hilgirin, dê bi tenê bimînin. Tu kes nawêre tiştekî wisa bike. Li gel vê jî înşeleh di demekî kurt de kesên li çiyê jî dê bibînin ku çekan wateya xwe winda kiriye û dê vegerin mala xwe, welatê xwe.
Hikûmeta Kurdistana Iraqê jî her tim, tişta ji destê wan hatî kiriye ku vî şerê biratiyê biqedîne û ji bo çareseriyê rêyekê bibîne. Di vê mijarê de ti gumanên Tirkiyê ji Birêz Barzanî nîn in û dê nebin jî.
Ji bo çareseriya pirsgirêka kurdên Tirkiyê ku bi hejmara xwe ve ji kurdên Iraqê bêhtir in, bêyî avakirina satuyekê, dê bi modelek çawa bê dîtin?
Dixwazim dubare bikim, Tirkiyeyek demokrasiya pêşverû damezirandî, dê bibe bersiva hemû hêviyan. Di demokrasiyek wiha de hemû alternatîf li ser masê ne û li ser ya herî baş jî hemû kes hevpar e.
PORTRE / Gulşen ORHAN
Gulşen Orhan di 12ê Kanûna Pêşîn ya 1970an de li navçeya Wanê Miksê (Bahçesaray) ji dayik bû. Perwerdeya xwe ya lîseyê li Wanê qedand û li Zanîngeha Ankarayê di Fakulteya Ziman-Dîrok û Cografyayê de beşa Şûnwarnasiyê xwend. Orhan, kurdî û tirkî di asta herî baş de, Ingilîzî û Farisî jî asta baş de dizane û xwediyê zarokekê ye.
Hevpeyvîn: Adil Harmanci
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse