Wezîrê Karên Derve yê Palauyê ji Rûdawê re got ku ew li ser pêşniyara çareseriya du dewletî ya ji bo Filistîniyan lêkolînê dikin û dê di paşerojê de biryara xwe bidin.
Wezîrê Karên Derve yê Palauyê Gustav Aitaro ku beşdarî civînên Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû, deng neda pêşniyara çareseriya du dewletî ya ji bo Îsraîl û Filistînê.
Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemir ji Wezîrê Karên Derve yê Palauyê Gustav Aitaro pirsî ku çima deng nedaye.
Gustav Aitaro di bersiva xwe de got:
"Hîn dema me heye û em li ser her du aliyên mijarê lêkolînê dikin.
Tiştê ku em dixwazin ew e ku wextê me hebe da ku em her du aliyên pirsê binirxînin.
Piştre, em dê biryara xwe li ser bidin."
Hevpeyvîna bi Wezîrê Karên Derve yê Palauyê Gustav Aitaro re:
Rûdaw: Birêz Wezîr, helwesta we ya li ser çareseriya du dewletî çi ye? Em dizanin ku we deng neda, hûn dikarin sedema wê ji me re bibêjin?
Gustav Aitaro: Hîn dema me heye û em li ser her du aliyên mijarê lêkolînê dikin. Tiştê ku em dixwazin ew e ku wextê me hebe da ku em her du aliyên pirsê binirxînin. Piştre, em dê biryara xwe li ser bidin. Gelek spas.
Rûdaw: Gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse