Enqere (Rûdaw) - Şerê navxweyî yê Suriyê û erîşên DAIŞê di dema xwe li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li Kobaniyê gelek çîrokên dilêş jî li paş xwe hêlane, yek ji van çîrokan jî ya hunermendekî navdar e, ku li Kobaniyê kemana wî ji aliyê DAIŞê ve hatiye dizîn û ew bi xwe jî niha li Enqerê bi kesera axa welatê xwe dijî.
Xwedîyê tiliyên li ser têlên kemençeyê li ber keserên cembelî û binevşa narîn û li kêleka dengê Cemil Horo li ber aşên Kobaniyê diherikin bûne şahidê gelek xemgînî, evîn, lehengî, wefayî û bêwefadarîya.
Em di behsê de qala Mihemed Xelîl Xazî yan jî bi gıotina xelkê kobaniyê Mihemedê Duman bikin ku ew xwûdanê çîrokeke têr û tejû niha li ser doşeka xem û êşan destê xwe li ber asîmana bilind dike û dibêje.
Hunermend, Mihemed Xelîl Xazî dibêje, “Ax ax bila ez li cem we bimirim çi dibe bila bibe. lê xwezî ez ne li vê derê , ez li Kurdistanê bam.”
Mihemed Xelîl Xazî sala 1929ê li Sêwrega Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, lê malbata wî bi eslê xwe ji pirdêya Başûra Kurdistanê, di 14 saliya xwe de rasthatina wî û kemenjenekî Ermenî hemû jiyana Mihmed Xelîl Xazî diguhere û li kêleka kasipkariya xwe ew dibe evîndarê hunerê û kêmançeyê.
Mihemed Xelîl Xazî dibêje, “Di dema xwe de ez hesinkar bûm, yekî Errmenî li cem me bû wî lêdixst ez jî li cem wî hîn bûm û min lê dixist, lê niha ez ketime welatê xeribiyê.”
Mihemed Xelîl Xazî piştî rojên xwe yên xweş li ser axa welatê xwe li Kobaniyê niha li navçeyeke Enqerê li welatekî ku ne zimanê wan dizane ne jî êdî dikare li ser bîrewereyiyên xwe bistêrê û kela dilê xwe hênik bike.. kurê wî xelîl gelek hewil dide lê sewta Mihemed Xelîl Xazî yan êdî ne di vê hêzê de ye ku bistre.
Xelil Mihemed diyar dike, “Dema musîqkar dihatin gazî wî jî dikirin ew jî diçû û keman lêdixsit. Lê wê demê bi çavekî sivik li musîqakran dinêrin, piştî vê koçberiyê em ji Kobaniyê derketin û her tiştê me çû.”
Ne tenê dengê wî yê zelal û tiliyên wî yên keyhunerî, belkî taqeta canê wî jî êdî nemeya, Mihemed Xelîl Xazî bi alikariya bûka xwe Husan xanim û nevîya xwe dikare pêdîviyên jiyana xwe bicih bînî..
Husna xanim dibêje, “Apo li erdê ye nikare rabe û rûnê, dermanê wî em didinê, serê wî em dişon, em radikin. Ew bixwe qet nikare rabe.”
Dibêjin merîv pîr dibe lê dil pîr nabe, dilê Mihemed Xelîl Xazî hê jî bi kelegerma ciwanîyê bi eşq û hewesa rojên berê amade ye eger taqetê di canê xwe de bîbîne ji nişkivê rabe ser pîyan û kefiya sor belek girêde û bikevê destê govendgirên berê. Car car çend hunermdên ji nişfê nû li pişta serê wî rudinên û bi kilamên wî hemû bîranînên wî zindî dikin.
Hunmermend Bavê Hogir dibêje, “Em hatine cem Mihemed Xelîl Xazî em ê stranekî wî bêjin , ew bixwe jî li vir amade ye, emrê wî bûye 90-95 sal hun hemû bixêr hatin.”
Hunermend Hecî Kobanî jî diyar dike, “Wê demê Hemey Xazî hemû, bavê min guhdariya wan dikir, rojekê ez jî birim min vê rojê Mihemed Xelîl Xazî dît, her kesê kiras û egal lixwe dikirin li Kobaniyê lê wî kincên xwe pir cuda bûn min got qey ecnebî ye.”
Kemençeya Mihemed Xelîl Xazî weke xeyal û hêviyên wî bi hizaran Kurdan, di dema erîşa DAIŞê de li Kobaniyê ji aliyê çekdarekî wê rêxitsinê ve hatiye dizîn.


.jpg&w=3840&q=75)