Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Darûselamê yê li navçeya Gelaleyê ya herêma Balekayetiyê ya parêzgeha Hewlêrê dronek ket xwarê.
Bi ketina wê dronê re agir bi pel û pûşên derdora gund ket.
Dron îro demjimêr derdora 12:10an ket xwarê.
Heta niha nayê zanîn ew dron a kîjan welatî ye.
Berpirsê Binkeya Parastina Sivîlan a Sêmîlanê Nizar Çeto li mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
"Di dema ketinê de agir ji dronê bilind bûye û ji ber vê yekê agir bi pel û pûşê herêmê ketiye."
Nizar Çeto derbarê şewatê de ragihand ku tîmên wan li cihê ku dron lê ketiye xwarê ne û niha agir hatiye kontrolkirin.

.webp&w=3840&q=75)
