Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo jinek bi navê Rama ku berî 9 mehan bibû bûk, diçe cem doktor ji bo ku bizane zarok jê re çêdibin an na, lê ji ber şaştiyeke bijîşkî canê xwe ji dest da. Diya wê dixwaze kesên gunehbar werin cezakirin.
Şaştiyên pizîşkî li welatên pêşketî jî çêdibin, lê li welatên rojhilata navîn zêdetir in. Çi dijwar e dema kesek biçe êşeke sivik derman bike ,di encamê de canê xwe ji dest bide. Diya Rama, salek û nîve di ser koçbûna keça wê re derbas dibe,lê firmêskên wê ranewestiyane.
Diya Rama, Hediye Mihemed dibêje eger kesên gunehbar siza nebin birînên wê sarêj nabin.
Diya Rama, Hediye Mihemed got: “Keça min ji ber şaştiyeke pizîşkî canê xwe ji dest daye. Sedema mirina keça min ev bijîşk in û divê ew ji erka xwe bên dûrxistin û weke bijîşk nemînin.”
Rama Mihsin bûka 8 mehan, 20 salî bû. Da ku bizanibe zarokan tîne ya na,diçe nexweşxaneyê,lê di encama şaştiyeke bijîşkî de canê xwe ji dest dide.
Pisporê nexweşiyên jinan Feyrûşe El Elî derbarê vê şaştiya bijîşkî dibêje Rama ku ji ber texdîrê (bencê) canê xwe ji dest daye, dema ku kontrol kirine pêwîstî bi texdîrê nedikir, eger pêwîstî heba jî, pêwîst bû li nexweşxaneyê bihata benckirin.
Di mijdara derbasbûyî de li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 7 kes bûne qurbaniyê şaştiyên bijîşkî.
Şarezayên di warê tenduristiyê de têkçûna xizmetên tenduristî li Rojavayê Kurdistanê vedigerînin, xemsariya hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser ku, ti piştevanî û projeyên geşkirina kerta tenduristî cîbicî nakin, herwiha nebûna alîkariyên bijîşkî ji aliyê Neteweyên Yekgirtî û koçberbûna bijîşkên ezmûndar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse