Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna derbarê kuştina Gulistan Dokuyê de, Birêvebirê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê yê wê demê Çagdaş Ozdemîr hat girtin.
Xwendekara zanîngehê Gulistan Doku 5ê Kanûna Paşîn a 2020î li Dêrsimê winda bûbû û heta niha ti agahî jê nîne.
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê wê de, şeva şemiyê kurê Parêzgarê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel hatibû girtin.
"Tomarên nexweşxaneyê hatibûn jêbirin"
Li gorî nûçeya DHAyê, Çagdaş Ozdemîr bi îdiaya ku "tomarên nexweşxaneyê jê birine" li Bursayê hatibû desteserkirin.
Kar û barên Ozdemîr ên li Birêvebiriya Cendirmeyan bi dawî bûn.
Serbijîşkê berê hat girtin
Çagdaş Ozdemîr li nexweşxaneya ku wê demê lê dixebitî di kontrola tenduristiyê re derbas bû.
Ozdemîr piştre di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de sewqî Dadgeha Dêrsimê hat kirin.
Ozdemîr ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Wekî Birêvebirê Tenduristiyê yê Parêzgehê xebitiye
Pisporê Nexweşiyên Jinan û Jidayîkbûnê Çagdaş Ozdemîr di navbera salên 2018 û 2021ê de Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê bû.
Ozdemîr heta 2022yan jî wekî Birêvebirê Tenduristiyê yê Parêzgeha Dêrsimê xebitîbû.
15 kes hatibûn desteserkirin
Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê li ser bûyera Gulistan Dokuyê bi gelek tohmetan lêpirsînek dabû destpêkirin.
Ev tohmet "kuştina biqestî, destdirêjiya zayendî, veşartin û jiholêrakirina delîlên sûc, jinavbirin û xerakirina agahiyan bi rêya ketina pergala bîlîşîmê ya dijî hiqûqê, bêparkirina ji azadiyê, venegotina sûc û parastina sûcdaran" in.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de Parêzgarê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel jî di nav de 15 gumanbar hatibûn desteserkirin.
10 gumanbar hatibûn girtin
Ji gumanbaran kurê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel û polîsê berê Gokhan Ertokê ku tê îdiakirin agahiyên di karta SIMê ya Dokuyê de jê birine hatin girtin.
Her wiha xebatkarê berê yê Îdareya Taybet a Parêzgeha Dêrsimê Erdogan Elaldi, Celal Altaş, Nurşen Arikan û Ferhat Hanedan Guven hatin girtin.
Hevalê Dokuyê yê kur Zeinal Abakarov, dayîka wî Cemile Yucer, zirbavê wî yê polîsê berê Engin Yucer û Şukru Erogloyê ku wê demê polîsê parastinê yê Tuncay Sonel bû hatin girtin.
Gumanbar Ugurcan A. û berpirsên kamerayên ewlehiyê yên Zanîngeha Munzurê Savaş G. û Suleyman O. bi şertê kontrola dadî û qedexeya derketina derveyî welêt hatin berdan.
Kar û barên îfadeyê yên Tuncay Sonel ên li Rêveberiya Ewlehiyê ya Erziromê didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse