RIHA - Banê bazara otomobîlan hilweşiya û otomobîl di bin de man

01-01-2026
RÛDAW
Nîşan Riha Banê Otoparkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berfa zêde banê bazara otomobîlan û gelek parkên otomobîlan hilweşiyan.

Li Rihayê ev 3-4 roj in berfeke zêde dibare.

Tê gotin ku ji sala 1968an û vir ve yekem car e ku ew qasî berf dibare û vê yekê jiyana welatiyan zehmet kiriye.

Îro li Bazara Otomobîlfroşan a Rihayê ji ber giraniya berfê banê parka otomobîlan hilweşiya.

Di encamê de gelek otomobîl di bin banê hilweşiyayî de man û zerereke mezin a madî gihişt wan.

Her wiha li navçeya Karakopruyê jî banê parkên otomobîlan ên çend avahiyên niştecihbûnê li ber giraniya berfê li ber xwe neda û hilweşiyan.

Li wê derê jî otomobîlên xelkê di bin kavilan de man û zerer dît.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst