Li Gever û Şemzînanê jiyan rawestiya: ‘Rê hemû girtî ne’

1 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Gever û Şemzînanê jiyan rawestiya / Wêne: Rûdaw Grafîk
Li Gever û Şemzînanê jiyan rawestiya / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Colemêrg Gever Şemzînan Berf Rêyên Gundan
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Li navçeyên Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêyên 357 gundan û rêyên sereke yên di navbera navçeyan de hatin girtin.

Her wiha ji ber berfê rêyên deriyên sînorî yên Rûbarok, Serzêr û Bajêrgehê jî hatine girtin.

Li parêzgeha Colemêrgê û bi taybetî jî li navçeyên Gever û Şemzînanê ji ber berfa zêde jiyana rojane ya xelkê hema bêje rawestiyaye.

Li seranserî parêzgeha Colemêrgê rêya 357 gundan û her wiha rêyên di navbera Şemzînan û Geverê û Gever û Colemêrgê hatine girtin.

"Ne şaredarî ne jî qaymeqamî rêyan vedike"

Şêniyê Geverê Seferî Yalçin got:

"Barîna berfê ji bo biharê gelekî baş e, av zêde dibe û ji bo cotkaran baş e lê ji bo sermayê ne baş e.

Hewa gelekî sar e, rê hemû girtî ne.

Rêyên taxan jî rêyên din jî hemû girtî ne, ne şaredarî ne jî qaymeqamî rêyan vedike."

Şofêr Hesen Geverî jî anî ziman:

"Dikana min li herêma pîşesaziyê ye.

Ez hatim ku biçim ser karê xwe lê rê hemû girtî ne, ez dê vegerim mala xwe."

Ji ber berfê li navenda Geverê beşeke zêde ya bazarê girtî ma.

Xelkê navçeyê jî bi derfetên xwe dikanên xwe paqij dike û beşek ji wan dibêjin ku wan di jiyana xwe de cara yekem e berfeke ev qasî zêde dîtiye.

Dikandar Cumalî Erdem jî da zanîn:

"Di jiyana xwe de min cara yekem e ev qas berf dîtiye.

Lê berf bereket e û baş e bila bibare."

Geştyar asê man

Hejmareke kêm a geştyarên ku ji bo sersalê ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûne Geverê jî ji ber ku rêya Deriyê Sînorî yê Bajêrgeyê girtî ye nikarin vegerin.

Geştyar Cewan Nadîpûr got:

"Berf diyariya Xwedê ye. Ji bo welatê we gelekî baş e.

Spas ji bo Xwedê li welatê me jî li welatê we jî Xwedê diyariya xwe û bereketa xwe dibarîne."

Geştyar Afsana Aminiyê jî anî ziman:

"Ma ez çi bibêjim hema gelekî sar e. Bi taybetî bi şevan ev der gelekî sar e lê berf baş e bereket e."

Li gorî amarên Saziya Keşnasiyê, li Gever û Şemzînanê li gelek cihan berf ji metreyekê derbas bûye û tê pêşbînîkirin ku heta dawiya hefteyê jî barîna berfê berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst