کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Pêşmerge / Wêne: Bilind Tahir, Rûdaw

Pêşmerge / Wêne: Bilind Tahir, Rûdaw

Kurdistan

RAPOR - Amerîka: Pêşmerge li hemberî êrişên Îranê bêparastin in

Bijar Zubêr

Bijar Zubêr

30-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Bijar Zubêr
Bijar Zubêr30-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke nû ya Mufetîşê Giştî yê Amerîkayê li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan a di 3 mehên destpêkê yên sala 2026an de agahiyan dide.

Rapor destnîşan dike ku êrişên Îranê û komên çekdar ên nêzîkî wê yên li Îraqê bandoreke mezin li Herêma Kurdistanê kiriye.

Rapor bi bîr tîne ku 24ê Adara îsal, mûşekek li baregeheke Pêşmergeyan a li nahiyeya Spîlkê ya navçeya Xelîfanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ket.

Di encamê de 6 Pêşmerge şehîd ketibûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Mufetîşê Giştî yê Amerîkayê diyar kir ku komên çekdar ne tenê hêzên Amerîkayê kirin armanc, wan bi zanebûn êrişî saziyên hikûmî û ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê jî kir.

Raporê eşkere kiriye ku 28 û 29ê Adarê bi dronan êrişî cihê mayîna Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin.

Her wiha anî ziman ku êriş ew qas tund bûn ku heta Supaya Pasdaran a Îranê jî bi awayekî fermî êriş şermezar kirin.

"Herêma Kurdistanê bêparastin dima"

Raporê zengila metirsiyê lêxist û da zanîn:

"Sîstema parastina asmanî ya pêwîst a Pêşmergeyan nîne ku tevahiya Herêma Kurdistanê biparêzin.

Vê yekê jî wisa kiriye ku Hêzên Pêşmergeyan û binesaziya enerjiyê li hemberî êrişan gelekî lawaz bin."

Her çend Amerîkayê li Baregeha Asmanî ya Hewlêrê mûşek û dron têk dişikandin jî li deverên din Herêma Kurdistanê bêparastin dima.

Piştgiriya ji bo Wezareta Pêşmergeyan

Wekî ku di raporê de hatiye gotin, di gaveke çaverênekirî de Hêzên Hevpeymanan hemû piştgirî û karên xwe yên şêwirmendiyê yên ji bo Wezareta Pêşmergeyan rawestandin.

Ev yek ji ber êrişên Îranê û bi armanca parastina canê şêwirmendên Amerîkî hat kirin ku beşek ji wan ji Îraqê derketin.

Rapor hişyariyê dide ku dema peymana di navbera Amerîka û Wezareta Pêşmergeyan de Îlona 2026an bi dawî dibe ku ev yek jî paşeroja rahênan û alîkariyên leşkerî dixe bin pirsyarê.

Di warê aborî de jî rapor destnîşan dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn jî nikare bêyî alîkariya Amerîkayê xerciyên Wezareta Pêşmergeyan, bi taybetî jî meaş û amadehiya leşkerî dabîn bike.

Her wiha hat diyarkirin ku 33 milyar dolar deynê Herêma Kurdistanê heye û bi awayekî zêde pişta xwe bi wê budceya ku ji Bexdayê tê girê daye.

Kêmkirina hêzên Amerîkayê

Rapor diyar dike ku her çend Amerîka bi temamî ji Sûriyeyê vekişiyaye û hejmara leşkerên xwe yên li herêmên di bin kontrola hikûmeta federal a Îraqê de jî kêm kiriye, beşeke berbiçav a leşkerên wê li Herêma Kurdistanê mane lê belê li wê derê jî hejmara wan hatiye kêmkirin.

Li gorî raporê, di 3 mehên destpêkê yên îsal de karên sereke yên hêzên Amerîkayê li Baregeha Asmanî ya Hewlêrê û Navenda Dîplomatîk a Hewlêrê hatine birêvebirin.

Li wê derê sîstema parastina asmanî ya li dijî êrişên mûşekî û dronan hatiye bikaranîn.

Her wiha hat diyarkirin ku hêzeke ji berê kêmtir li Baregeha Asmanî ya Herîrê û cihekî din ê bi navê "Baregeha Dihokê" mane.

Di wê dema ku Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê di şer de bûn, 2 hezar û 820 Amerîkî, peymankar û karmendên Konsulxaneya Hewlêrê ji ber metirsiya êrişan ji herêmê derketin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên