Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Bexdayê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Fraksyonên Kurdistanî li ser butçeya 2018ê dicivin ku di projeyasayê de pişka Herêma Kurdistanê hatiye kêmkirin.
Ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîna Ebadî û Fraksyonên Kurdistanî saet 1:00ê îro (01.02.2018) li ofîsa cîgirê serokê parlamentoyê tê kirin.
Civîn li ser têbinî û nîgeraniyên Kurdan ên derbarê butçeyê de ye. Parlamenterên Kurd dibêjin ku pişka Herêma Kurdistanên hatiye kêmkirin ku dive ji sedî 17ê butçeya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re be. Lê di projeyasaya butçeya 2018ê de bo ji sedî 12.6 hatiye kêmkirin.
Serokê Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Erefat Kerem ji Rûdawê re da zanîn ku ji xeynî serokên fraksyonên Kurdistanî, Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê jî beşdar dibe.
Doh bi armanca gotûbêja li ser butçeyê Ebadî çû parlamentoyê, lê Fraksyonên Kurdistanî rûniştin boykot kirin û ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê bersiva têbiniyên wan ên derbarê projeyasaya butçeyê de nedaye.
Fraksyonên Kurdistanî di civîneke çapemeniyê de ragihandibûn ku hatina Ebadî bo parlamentoyê xwenîşandaneke siyasî ye û eger guhertin di projeyasaya butçeyê de neyê kirin ew beşdarî rûniştinên parlamentoyê nabin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse