Dadgehê cezayê heta hetayê li kujerê jinekê birî; Jin hatibû şewitandin

05-06-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Silêmanî Kuştina Jinan Şinyar Huner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Silêmaniyê cezayê zîndanîkirina hetahetayê li ser kesekî de sepand, ku par bi tohmeta “şewitandin û kuştina hevjîna xwe” hatibû girtin. Parêzerê dosyeyê dibêje, ew dê li dijî biryara dadgehê îtîrazê bikin û dê daxwaz bikin ku kujer were bidarvekirin.

Li gor agahiyên Rûdawê, Dadgeha Silêmaniyê roja Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an derbarê tohmetbarê kuştina jineke 21 salî ya bi navê Şinyar Huner de biryara xwe ya dawî aşkere kir.

Dadgehê ragihand ku tohmetbar Huner Reşîd Hesen agir bi bedena hevjîna xwe Şinyar Huner xistiye û ew şewitandiye û bûye sedema mirina wê, lewra cezayê girtîgehê yê hetahetayê li wî birî.

Piştî civîna dadgehê, parêzerê malbata Şinyar Huner, Awdêr Elî di konferanseke rojnamevanî de li pêşberî dadgehê ragihand: “Huner Reşîd Hesen ku bi kuştin û şewitandina hevjîna xwe Şinyar Huner Refîq tohmetbar e, cezayê zîndanîkirinê yê hetahetayê li ser wî hat sepandin.”

Parêzerê dosyeyê herwiha got, têkildarî dosyeya kuştina Şinyar Hunerê de jineke Ereb a bi navê "Enwar" jî bi tohmeta teşwîqkirina kujer hatibû desteserkirin, lê belê dadgehê biryar da ku ew jin bê guneh e û hat azadkirin.

Bi gotina wî parêzerî, wan ji bo kujer daxwaza cezayê bidarvekirinê kiribû, lê belê dadgehê cezayê girtîgehê ya hetahetayê jê re biriye, lewra ew dê li dijî biryara dadgehê îtîraz bikin.

Roja 19ê Sibata 2022an, li taxeke bajarê Silêmaniyê jinek bi navê Şinyar Huner di demekê de ku agir bi bedena wê ketibû, bi lez û bez ji mala xwe derket û hawara xwe gihand cîranên xwe daku agirê li ser bedena wê vemirînin.

Piştî ku bi alîkariya cîranan, agirê li ser bedena wê hatibû vemirandin, wê jinê ji cîranan û xwesûya xwe re gotibû, “hevjînê min ez şewitandim.”

Piştî bûyerê, Polîsê Silêmaniyê dest bi lêkolînan kiribû û di lêpirsînan de wê jinê ji polîs re gotibû, “Mêrê min neft bi ser min de rijand û ez şewitandim.”

Bavê Şinyarê jî ji Rûdawê re gotibû, “Li gorî min hevjîna Şinyarê di dema bûyerê de serxweş bûye.”

Şinyar Huner dayîka du zarokan bû, yê mezin çar salî û yê biçûk jî du salî bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst