Rêwaz Fayiq: Derfeta wekheviyê bo jinê nîne

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Foruma Hewlêrê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Rêwaz Fayiq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq di panela “Dema çalakiyê: Bihêzkirina Rola Jinan di siyaseta Iraq û Herêma Kurdistanê de”  got, ‘’Ev hikûmeta di mijara beşdariya jinan de ji yên berê baştir e.” Fayiq herwiha dibêje  derfeta wekheviyê bo jinê nîne.

Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” berdewam e.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq jî di çarçoveya Foruma Hewlêrê de beşdarî di Panela Dema çalakiyê: Bihêzkirina Rola Jinan di siyaseta Iraq û Herêma Kurdistanê de” kir ku bi moderatoriya Rêveberê Bernameya Rojhilata Navîn Navenda Wilson Merissa Khurma hat sazkirin.

“Ne poşman im bo wergirtina posta seroka parlamentoyê”

Rêwas Fayiq li ser xebata di parlamentoyê de got, “Rêveberina parlamentoyê ne zehmet e û min di ti qonaxeke jiyana xwe de bê plan kar nekiriye. Ne poşman im bo wergirtina posta seroka parlamentoyê. Ez mamostaya zanîngehê me, li posta xwe namînim, gelek kar li pêşiya min hene.”

Fayiq behsa rola jinan a di hikûmetê de kir û anî ziman, hikûmeta niha di mijara beşdariya jinan de ji yên berê baştir e, lê got jî:  “Derfeta wekheviyê bo jinê nîne. Sîstema kota derfeteke baş bo jinan çêdike. Li dibistan û zanîngehan piraniya xwendekaran keç in.

“Divê çeperê zilam û jinê tune be”

Fayiq herwiha behsa ezmûna xwe ya weke siyasetmedarekê û rêyên bihêzkirina jinan li Herêma Kurdistanê kir û  daxwazê li jinan kir ku ew ji karên xwe sar nebin û got: “Ez daxwazê li jinan dikim pisporiyekê hilbijêrin. Divê çeperê zilam û jinê tune be. Divê em bo posta serokê hikûmet û serokê Herêma Kurdistanê hevrikiyê bikin. Jin di hemû waran de zana ne. Divê jin îstîsnayî bin. Ev nayê wê wateyê ku jin hewl nedin, na ez ji wan daxwaz dikim ku çi ji destê wan tê bikin.”

“Plana me hebû 50 yasayan derxînin”

Rêwas Fayiq her wiha got, “Niha pirsgirêka me ya qanûnî nîne ji ber ku me di gelek warên ku bê qanûn bûn me qanûn jê re derxistin. Plana me hebû 50 yasayan derxînin lê me zêdetir kir.”

Seroka Parlametoya Kurdistanê her wiha spasiya aliyên siyasî kir ku di dema hilbijartina wek seroka parlamentoyê piştgirî kirine û got: “Min ti demekê hest nekiriye ku jinek im di serokatiya parlamentoyê de, belku min hest kiriye ku mirov im. Di hinavê xwe de hest dikim ku ez niha ji çar salên borî bihêztir im.”

“Bo serkeftinê derfetên yeksan nînin”

Di heman demê de Fayiq diyar kir du standardî di siyasetê de di warê zayendî de hene û anî ziman ku ji bo serkeftinê derfetên yeksan nînin û got: “Dema ku partî zilamekî tayîn dikin, medya, protokol, aborî û hêzên partiên siyasî dixine xizmeta wî. Hemû faktorên meqamê dê di destê zilam de bin. Heger jin be ne pozîsyon ne jî tiştekî din tê dayîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst