Dêrsim (Rûdaw) - Li Dêrsimê xebatên ronîkirina rêyan ên ku di serdema birêvebiriya qeyûm de hatibûn kirin, ducare ketin rojevê.
Projeyên ku li gelek xalên cuda hatine bicihkirin, ji aliyê bikaranîna çavkaniyên giştî ve dibin sedema nîqaşan.
Hinek welatî dipirsin ka ev xebat li gorî hewcedariyê hatine kirin yan na û daxwaza zelaliyê li ser lêçûn û naveroka projeyan dikin.
Bi taybetî li wan xebatên ku ji bo estetîkê hatine kirin rexne tên girtin.
Nîqaşên li ser stûnên bi motîfên laleyan
Li navenda bajêr, li ser rêyeke nêzîkî 9 kîlometreyî ya ji ketina bajêr heta derketina wî, stûnên ronîkirinê yên bi motîfên laleyan hatibûn danîn. Ev stûn niha di navenda nîqaşan de ne.
Tê diyarkirin ku ev ronîkirin di serdema parêzgar û qeyûmê wê demê Tuncay Sonel de bi budceya Şaredariya Dêrsimê hatine çêkirin.
Li gorî îdiayan, ev sîstemên ku bi milyonan lîreyên Tirkî hatine çêkirin, piştî demeke kurt ji ber nebaşiya amûran xera bûne û fonksiyona xwe winda kiriye.

Budceya şaredariyê û amûrên bêkalîte
Tîmên şirketa belavkirina elektrîkê dest bi rakirina wan stûnan kir ku êdî nayên bikaranîn.
Tuncay Sonel 3yê Hezîrana 2017an wekî Parêzgarê Dêrsimê dest bi kar kiribû û ev proje jî di wê demê de hatibûn bicihanîn.
Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçogluyê ku piştî Sonel hatibû ser kar, di daxuyaniyên xwe yên berê de îdia kiribû ku di çêkirina stûnan de gendelî hatiye kirin.
Mehmet Fatîh Maçoglu diyar kiribû ku ew dê li ser vê mijarê giliyê wan bikin.
Daxwaza darizandina berpirsyaran
Hinek welatî îdia dikin ku di serdema Tuncay Sonel de di gelek waran de gendelî hatiye kirin.
Welatî didin zanîn ku ev pêvajo zererê dide bajêr û dixwazin ku berpirsyar werin darizandin.
Welatiyê bi navê Kemal Yeşîl berteka xwe bi van gotinan anî ziman:
"Ew qas pere xerc kirin, niha jî hemûyan radikin.
Ma heqê feqîr û fiqareyan bi vî awayî tê xerc kirin? Ma ne guneh e?
Heqê Dêrsimê gelekî xwarin, divê yên ku ev pere bi vî awayî xerc kirine hesabê bidin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse