Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê di pevçûneke bi çekan de kesek hat kuştin.
Li taxa Camî Kebîrê ya navçeya Siwêregê du kom ji ber sedemeke nediyar pev çûn.
Di pevçûnê kesê bi navê G.O. yê 32 salî yê ku gule lê ketin birîndar bû.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
G.O. li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan nefilitî û mir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse