Dêrsim (Rûdaw) – Xwendekarên Zanîngeha Munzurê derbarê dosyaya Gulistan Dokuyê got, “Veşartina delîlan û nekirina lêpirsîneke baş, ne îhmalkariyek e.”
Xwendekarên Zanîngeha Munzurê ji bo doza Gulistan Dokuyê li ber Dadgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê civiyan û daxuyaniyek da.
Xwendekaran xwest ku berpirsên windabûna Gulistan Dokuyê werin dîtin û werin cezakirin.
Daxuyanî li ser navê xwendekaran ji aliyê Rojîn Îdaciyê ve hat xwendin.
Rojîn Îdaciyê da zanîn ku ew ji bo balê bikişînin ser windabûna Gulistan Dokuyê û hevxemiya bi malbata wê re li pêşiya dadgehê civiyane.
Rojîn Îdaciyê xwest ku sûcdarên rasteqîn demildest werin dîtin û cezayê pêwîst bistînin.
"Çawa Gulistan nehat dîtin?"
Gulistan Dokuya ku xwendekara Zanîngeha Munzurê bû, destpêka sala 2020an winda bûbû û ev 6 sal in çarenivîsa wê ne diyar e.
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Rojîn Îdaciyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dema ku Gulistan nû winda bûbû û got:
“Parêzgarê wê demê Tuncay Sonel bi zimanekî teqez ji malbatê re got ku keça we xwe kuştiye, dê termê wê bê dîtin û radestkirin.
Em ji roja yekem ve dipirsin, li Dêrsîma ku her aliyê wê bi kamerayan tê şopandin, çawa Gulistan nehat dîtin?"
"Helwesteke polîtîk e"
Rojîn Îdaciyê amaje bi rûdanên dawî yên di doza Dokuyê de kir û wiha pê de çû:
"Tevî ku piştî 6 salan di dosyeya Gulistan Dokuyê de girtina hinek kesan pêşhateyeke girîng e lê gumana ku lêpirsîn bi awayekî baş nehatiye kirin, ji holê ranebûye.
Gelek sal di ser re derbas bûne lê paşxistina dosyeyê, veşartina delîlan û nekirina lêpirsîneke baş, ne îhmalkariyek e.
Ev yek daxwaz û helwesteke bi qesd a polîtîk e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse