Kosret Resûl piştgirî da Qubad Talebanî

01-08-2018
RÛDAW
Nîşan YNK Kosret Resûl Qubad Talebanî Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Sekretêrê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ragihand, ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, Qubad Talebanî seroka lîsta YNKê ye û hemû YNK piştevaniya wî dike.

 

Îro ofîsa rojnamevanî ya Cîgirê Sekretêrê Giştî Yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê derbarê danîna Erselan Bayiz weke serokê lîsta YNKê ku piştre dest jê berdabû û Qubad Talebî li şûna wî hate danîn, daxuyaniyek belav kir.

 

Di beşeke wê daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, ku diyarkirina Erselan Bayiz li ser pêşniyara çend endamên polîtbîroya YNKê bûye, lê rewşa wî ya tendirûstiyê rê neda wî ku wî erkî birêve bibe, lewma Qubad Talebanî hate destnîşankirin û dê hemû pişevaniya wî bikin.

 

Herweha di wê daxuyaniyê de hatite, ku Dr. Erselan Bayiz têkoşere û di qonaxên dijwar de berpirsyariyên mezin wergirtye û eger rewşa wî ya tendirûstiyê baş ba, dê vê vê carê jî bi heman dilsoziyê kar ji bo serxistina YNKê bira.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst