Li Kerkûkê YNK bû partiya yekem lê hejmara kursiyên Kurdan kêm bû

12-11-2025
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Kurd YNK Hilbijartin Kursî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên destpêkê yên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên li parêzgeha Kerkûkê hatin eşkerekirin.

Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hem herî zêde deng standiye û hem jî herî zêde kursî bi dest xistiye, lê Kurdan kursiyek ji dest daye.

Li Kerkûkê hejmara hilbijêrên tomarkirî 953 hezar û 267 e û hejmara dengderan jî 619 hezar û 786 e. Li gorî vê yekê rêjeya beşdariyê ji sedî 65,02 bûye.

Li bajêr 5 hevpeymanî, 9 partiyên siyasî û 7 namzedên serbixwe, bi giştî 252 namzedan hevrikî kir.

Kerkûk bi 13 parlamenteran li Parlamentoya Îraqê tê temsîlkirin ku yek ji wan ji kotaya Xiristiyanan e.

Dengên partiyan

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 178,629 deng

Partiya Teqedum: 107,016 deng

Bereya Tirkmenî ya Yekgirtî ya Îraqê: 66,175 deng

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 59,294 deng

Hevpeymaniya Qerar El-Muqtedir: 53,039 deng

Hevpeymaniya Îraq û Ezim: 46,404 deng

Hevpeymaniya Bereya Tirkmenî ya Kerkûkê: 32,721 deng

Dabeşkirina kursiyan li Kerkûkê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 4 kursî

Teqedum: 3 kursî

Bereya Tirkmenan: 2 kursî

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 1 kursî

Hevpeymaniya Erebî: 1 kursî

Hevpeymaniya Ezim: 1 kursî

Di hilbijartinên serdema pêncemîn a Parlamentoya Îraqê de ku sala 2021ê hatibûn kirin, partiyên Kurdistanî li Kerkûkê bi giştî 6 kursî bi dest xistibûn.

YNKyê ku di hilbijartinên berê de 5 kursî bi dest xistibû, di van hilbijartinan de 4 kursî standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst