Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, jkarderxistina 223 karkeran ji aliyê birêvebiriya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve, li bajêr bû sedema nerazîbûnê.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 223 xebatkar bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” ji kar derxist ku 7 ji wan astengdar in.
Xebatkarên ku ji kar hatine derxistin çalakiyan li dar dixin û biryarê protesto dikin.
Protestoya îro li Parka Feqiyê Teyran a Wanê didome û n û xwenîşander dibêjin ku biryar nehûqûqî û siyasî ye.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê yê Abdullah Zeydanê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, parlamenterên DEM Partiyê Neslîhan Şedal, Gulderen Varli, Mahmut Dîndar û Zulkuf Uçar, Seroka Desteya Jinan a CHPyê Beyhan Aslan, Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî, birêvebirên DBPyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Kesên beşdar bûne pankarta “Qeyûm û zilm dê biçin, em dê vegerin ser karê xwe” hildan.
“Gelê Wanê dê dest ji berxwedanê bernede”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar di protestoyê de axivî û diyar kir ku jkarderxistin bi sedemên siyasî hatine kirin û got:
“Ev gel 50 sal in li ber xwe dide, dê 50 salên din jî li ber xwe bide.
Dawîanîna li ser karê mirovan û anîna kesên din ji der ve, îxanet li vî bajarî ye.
Em dê li hemberî van sepanên ku keda kedkaran tune dihesibînin bêdeng nemînin.
Têkoşîna me dê heta ku karker vegerin ser karên xwe bidome.”
“Rejîma qeyûm dijminatiya kedê dike”
Hevserokê Egîtîm Senê yê Wanê Murat Atabay jî ku li ser navê Platforma Şaxên KESKê ya Wanê axivî, diyar kir ku biryar bê bingeheke yasayî ye.
Atabay got, “Ev biryar tolhildaneke siyasî ya eşkere ye. Personelên ku hatine wergirtin ji kontrola sicîla edlî derbas bûne û beşek ji wan berê bi biryara dadgehê vegeriyabûn ser karên xwe.
Rejîma qeyûm ji xeynî talan û zextê tiştekî din nake.”
Berîvan Tîbelîka ku li ser navê kedkarên ji kar hatine derxistin axivî, tekez kir ku ji kar derxistina ducare ya personelên ku bi biryara dadgehê vegeriyane ser karê xwe, bi awayekî eşkere sûc e.
“Qeyûm dê biçin, kedkar dê bi ser bikevin”
Tîbelîk wiha got, “Em dê li dijî vê neyasayîtiyê têkoşîna xwe ya yasayî û civakî bidomînin.
Pergala qeyûman ne tenê kedkaran lê paşeroja gelê Wanê dike hedef.
Lê em wekî gel dê xwedî li îrade, nan û rûmeta xwe derkevin.
Qeyûm dê biçin, kedkar dê bi ser bikevin.”
Di protestoyan de gelek caran dirûşmên wekî “Em karê xwe dixwazin” û “Qeyûm dê biçe, em dê bimînin” hatin bilindkirin û hat diyarkirin ku çalakî dê heta ku karker vegerin ser karên xwe bidome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse